Zekî BEDRAN
Yekîtiya Ewropa bi daxuyaniyekê ji dewleta tirkî re dibêje, êrişan bisekinînin, ji bo piştgiriya çareseriya pirsgirêka kurdî em amade ne. Berî niha bi demekê Wezîra Karê Derve ya Swêdê jî li pêşberî ragihandinê di rûyê Wezîrê Karê Derve yê Tirk de gotibû, ji bakur-rojhilatê Sûriyê derkevin. Ev daxuyanî girîng in. Lê divê naveroka wan bê dagirtin û girêdayî rêgezên exlaqî û demokratîk helwest bê diyarkirin. Mixabin welatên YE di vê mijarê de nikarîn bibin xwedîhelwest. Berî niha jî welatên YE gotibûn, em hevdîtinên Îmralî bi riyên aştiyê destek bikin. Erdogan hevdîtin birin û dest bi êrişê kir. Pişt re jî şer derbasî Sûriye û Iraqê kir. Yên ev cesaret dayîn Erdogan di serî de helwesta Emerîka û Ewropa bû. Lewre Erdogan li Tirkiyê sazî û destkeftiyên demokratîk tev ji holê rakirin. Nêzîkî sed şaredariyên HDPê bi dest xistîn bi navê “kayim” tev dagîr kirin. Hevserokên HDPê, parlementer û hevserokên şaredariyan tev avêtin zindanê. Bajarên Kurdan yên girîng û dîrokî yên weke Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Geverê tev wêran kirin. Li ber çavê dinyayê digel zarokan bi sedan mirov kuştin. Ragihandin hat bêdengkirin û AKP dest danî serê. Sîstama dadê bi tevayî hat roxandin û ji bo birîna mûxalefetê di destê Erdogan de bû tirpan. Aborî bi tevayî xistin xizmeta şer.
Halbiku sala 2020an dema Erdogan bûyî desthilat gotibû, ezê Tirkiyê bikim endama YE, ezê pîvanên EY, demokrasiyê pêş bixim û pirsgirêka kurdî çareser bikim. Lê Erdogan hevdîtinên bi Îmralî re ne ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî, ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe weke amûrekê bi kar anîn. Ji bo bidestxistina dewletê pêdiviya wî bi deme hebû. Ji bo wê jî li hundir pêdiviya wî bi hêzên demokrasiye, li derve jî bi piştgiriya YE hebû. Di vê mijarê de jî hem YE hem hêzên demokratîk bi kar anîn. Piştî ku bawer kir dewlet xistiye destê xwe ev nirx û gotin tev xistin binê piyê xwe.
Dema DAIŞê Mûsil dagîr kirî, êrişî Şingalê kirî û xwestî qirkirinê bike, herwisa dema xwestî Kobanê ji meydanê rake, dinya ket lerzê. Li hemberî vê xeterê ketin tevgerê. Di şerê cîhanê yê 2. de çawa ku li hemberî faşîzma Hîtler eniya demokrasiyê vebû, li hemberî DAIŞê jî hoalisyoneke navneteweyî hat avakirin. Lê Erdogan DAIŞ û El Qaîde destek kirin. Sînorê xwe ji DAIŞê re vekir. Bi hezaran çete di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûn. Di dinyayê de ya herî zêde destek dayî DAIŞê dewleta tirkî ye. Emerîka jî, Rûsya jî û YE jî vê dizanin. Di destê wan de belge pir in. Çi dema ku DAIŞ li Kobanê şkest, Kurdan sînor xist binê kontrola xwe, Tirkiyê ji serekî heta serê din sînorê tev bi bîwarê betonî girt. Hezim nekir ku Kurd xwe bir ê ve bibin, herêma xwe biparêzin û bi Ereban re demokrasiyê pêş bixin. Weka reşê çav bi şîntayiyê bikeve êrişî Sûriyê kir.
Bêdengî û durûtiya Ewropa pêşiya Tirkiyê vekir. Rojhilata Navî di nava qeyranê de bû. Tirkiye ne ji bo çareseriyê, ji bo kûrkirina qeyranê xebitî. Li milekî destek da komên weke DAIŞê û El-Nusra, li milekî bermayiyên wan û ixwanî bi çek kirin û li dora xwe kom kirin. Weke din nakokiyên di navbera Emerîka û Rûsya de jî baş bi kar anîn. Bi Rûsan re li hev hat Efrîn dagîr kir, bi Emerîka re jî li hev hat Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin. Tirkiyê bi çeteyên xistîn binê fermana xwe li van herêman qirkirina neteweyî kir. Ji van herêman Kurd derxistin. Bi sedhezaran mirov koçber bûn. Ciyên wan yên jiyanê ji destê wan hatin derxistin. Işkence, destdirêjî û revandin bûn parçeyek ji jiyana wan. Bi heman awayî li başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên leşkeri ava kirine. Her roj bi balafiran gundan bombebaran dike. Herêmên bêmirov hatin afirandin. Ev ne bes bûn, çeteyên xwe şandin Libya û Azerbeycanê. Eşkere ye ku wê ji van DAIŞ û El Qaîdeyên nû çêke û bike bela serê dinyayê. Em dibêjin divê YE derbarê doza kurdî de yekhelwest be. Lewre nirx û pîvanên demokratîk yên li Ewropa di encama têkoşîneke dirêj de bi dest ketine. Tirkiye bi awayekî bêpakî van nirxan tine hesab dike. Mirov dikare bêje Ewropa li hemberî van nirxan dixe imtihanê. Berî her tiştî divê Ewropa bi nirxên çêbûyîn yên demokratîk ve girêdayî bimîne û li berpirsiyariya xwe ya li hemberî Kurdan ku dewleta tirkî dixwaze wan di nava pencên qirkirinê de bênefes bihêlê, xwedî derkeve.






