Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Makeqanûn betal

19/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di HDP’ê de vîna Kurdê azad dibînin
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Bûyera dawîn a li Tirkiyeyê pêk hat bi awayeke zelal nîşan da ku makeqûn betal bûye, pergala dadmendiyê rûxiyaye û êdî li Tirkiyeyê kes nikare qala hebûna makeqanûn û pergala dadmendiyê bike.

Li gorî makeqanûna Tirkiyeyê biryarên dadgeha bilind ji bo hemû kesî û ji bo hemû dadgehên jêr esas e. Hemû kes neçarin li gorî biryara dadgeha bilind tevbigerin. Lê heke biryarên dadgeha bilind ne li gorî dilê hikumeta AKP-MHP’ê bin ew biryar nayên nasîn. Biryarên S.Demirtaş û O.Kavala mînakên sereke ne. Herî dawî dadgeha bilind derbarê wekîlê CHP’ê E.Berberoglu de biryarek da. Lê ew biryar jî ji hêla dadgeha jêr ve û serokê meclîsê jî di navde ji hêla hikumeta AKP-MHP’ê ve nehat nasîn. Ev bi tena serê xwe têrî pesendkirina tinebûna makeqanûnê û pergala dadmendiyê dike.

Dageha jêr biryara dadgeha bilind a herî jor nas nake. Serokê meclîsê biryara dadgeha bilind bin pê dike. Wezîrê karê hundirê ku berpirsiyarê ewlehiyê cemaweriyê, dadgehê û endamên dadgehê ye gefan li dadgehê dixwîne û dibêje “hûn dibêjin qey ev der welateke azad e, heke min tîma ewlehiya we vekişand ezê bibînim ka hûn çewa diçin kar”

Piştî gefxwarinên wezîrê karê hundir şirîkê biçûk ê ku di hikumetê de xwediyê erkeke mezine derdikeve ser dikê û dibêje “ hewceye dadgeha bilind li gorî pergala nû ya desthilatdariya yek kesî were nûjenkirin”. Tam di pêvajoyeke wiha de endameke dadgeha bilind bi peyama xwe ya gelek bi guman karê wan gelek hêsan dike. Rêya mudaxale kirina teslîmgirtina dadgeha bilind ji bo wan heta dawiyê vedike.

Bêguman ev helwesta rayedarên hikumeta AKP-MHP’ê li gorî makeqanûna dewleta tirk sûcekî herî girane û cezayê wê jî gelek giran e. Nexwe çima biryarên dadgeha bilind nasnakin û dadgeha bilind dikin hedefa nîqaşên xwe. Bi serde yek ji endamên dadgehê yê ku ji hêla hikumeta AKP’ê ve hatiye diyarkirin peyameke gelek bi guman ê ku qaşo AKP yiyan dixe nava metirsiyan di twîta xwe de parve dike.

Dema ku mirov vana yek bi yek li dû hevûdû rêz dike wêneyeke gelek balkêş derdikeve holê. Ji serokomar Erdogan bigrin heta jêr hemû makeqanûnê tune dihesibînin û bi zenabûn sûcê giran dikin. Dizanin ku heke rojek ji desthilatdariyê dûr bikevin û di pergala dadmendiyê de pîvanên hiqûq û edaletê serwer bibin dê bi cezayên herî giran re rûbirû bimînin.

Bêguman ev hewldanên wanên bêpîvan nîşaneyên tirsa wan in. Her ku sûcên wan giran dibin tirsa wan jî mezintir dibe. Lewre ji bo desthilatdariyê ji dest bernedin û ji bo xwe ji darazê rizgar bikin pergala dadmendiyê ya ku karibe wan bidarizinîne tine dikin.

Ya herî girîng, di makeqanûna Tirkiyeyê de bi awayeke zelal wiha dinivîse, “ Serokomar, ji kesên 40 salî, zanîngeh xwendî û xwediyê pîvanên namzetiya wekîltiyê bin raste rast ji hêla gel ve têhilbijartin. Dema serokomariyê 5 sale. Kesek herî zêde 2 caran dikare were hilbijartin”.

Li vir xala herî girîng ewe ku qanûn dibêje “Kesek herî zêde 2 caran dikare werehilbijartin”. Ji niha ve nîqaşa di hilbijartinên 2023’an de Erdogan dikare bibe namzet a na. Piraniya siyasetmedar û piraniya beşa civakê mînaka Abdullah Gul nîşan didin û dibêjin jiber ku Erdogan 2 caran hatiye hilbijartin cara 3 yemîn nikare bibe namzet.

Heke rojek hilbijartin pêk werin û Erdogan bixwaze careke din bibe namzet saziya ku bi biryara xwe dikare namzetiya Erdogan erê bike yan asteng bike dadgeha bilind bi xwe ye. Nexwe beriya ku pêvajoya hilbijartinan dest pê bike hewceye dadgeha bilind teslîm were girtin û were bêbandorkirin.

Bi kurtahî dixwazin dadgeha bilind bi qesrê ve girêbidin ku nekaribe derveyî fermana Erdogan biryaran bide û namzetiya Erdogan asteng bike. Heke ev nepêkan be vebjêrka din tasfiyekirina dadgehê ye. Ji bo pêkhatina van xwestekên wan hewcedarî bi guherîna makeqanûnê heye. Lê ji bo guherîna makeqanûnê hêza wan a di meclîsê de têr nake.

Belê hêza wan têr nake lê dek û dolabên wan jî naqedin. Wisa xwiya dike ku heta hilbijartinan emê gelek sosret û ecebên hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst re rûbirû bimînin.

Hilbijartinên pêşwext Tirkiyeyê nakin “dewleteke qabîleyan” lê tinebûna makeqanûnê, tinebûna pergala dadmendiyê, tinebûna heq-hiqûq û edaletê nîşaneyên dewletên qabîleyan in.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.