Sîpan Şînda
Mirov di jiyana xwe de di gelek derîvan re derbas dibe. Jiyana mirovî ya ku ji nava malbatê destpê dike, zarokî, tolazî, sîtarî, kemilîn û hetanî mirinê dom dike, di gelek astan re derbas dibe. Her ku mirov ji astekê dibûre, mirov li gorî temenê xwe serhatî dibe û ev serhatî ji bandorê li têkiliyên mirovî yên civakî dike. Mirov dibe xwedî dost û heval, xwedî kar, xwedî destgirtî, xwedî malbat û hwd. Lê belê di hemû têkiliyan de tiştekî bingehîn heye: bawerî. Belê tişta ku di nava malbatê de, ya civakê de, di têkiliyên dost û hevaltiyê de keseyatiya mirovî li ser bingehekî dide rûniştandin bawerî ye. Jiber wê zarokatiya mirovî, mezin kirina mirovî û têkiliyên dê û baban yên bi zarokên wan re ji bû keseyatiya mirovî gelekî girîng in. Dema mirov mezin dibe û dikeve di nava têkiliyên civakî de, mirov dibîne ku di nava civakê de hinek tişt ji hinan girîngtir in. Girîngiya wan tiştan ji li gorî nirx û edetên civakê bi awayekî tebeqî ne. Li gorî vê tebeqiya têkiliyan mirov dikare baweriyê dane di tebeqa binî ya têkiliyên civakî de. Bi taybetî ji civakên gerdîşperest baweriyê ji bûna têkilî û danûstandinan weke şertê bingehîn dibîne. Jiber wê, bawerî ji bo mirovekî û jiyana wî/wê pirr girîng e. Dema mirov bi hinan re hevaltiyê, dostaniyê dike, mirov li ser bingehê baweriyê hevaltî û dostaniya xwe ji didomîne yan ji qut dike. Heke mirov bibîne ku ew kesên mirov bi wan re dide û distîne kesên baweriyê ne, mirov ji li gorî wê têkiliyên xwe bi wan kesan re kûrtir û dûmdirêjtir dike. Ev tişt ji bûna bazirganiyê ji derbasdar e. Hinga mirov bi hinan re dest bi bazirganiyekê bike, heke mirov bibîne ku kesên mirov bi wan re danûstandinê dike yên qîmê ne mirov bi dilxweşî bazirganiya xwe didomîne. Heke ew kes baweriyê nedin mirovî û di bazirganiya wan de hîle pîle xwiya bikin, wê demê mirov rojek zû têkiliyên xwe ji bi wan re qut dike. Yan ji dema mirov dibe xwedî destgirtî ji dîsa bawerî di serê her tiştî de tê. Heke mirov baweriyê bide hevdu, wê demê têkiliyên mirov ji pêjvetir diçin û destgirtîbûnî diçe hetanî zewacê. Lê heke aliyek dest bi xapandinê bike û baweriyê bişkîne wê demê ew têkilî ji diqede.
Lê mixabin mirov nikare heman tiştê ji bû têkiliyên civakên îroyîn bibêje. Mirov dibîne ku di gelek deveran de berjewendî dikeve pêşiya baweriyê. Bi taybetî ji di têkiliyên “civakên teknolojîk” de ev yeka henê bi awayekî eşkere derdikeve pêş. Ne baweriyek kûr û mayînde, lê baweriyek heyaleyî û seresere û tenê ji bû berjewendiyên rojane. Mirov dikare bêje berjewendî îro hebûn û asta baweriyê ji diyar dike. Jiber wê dema mirov îro bikeve di anava têkiliyekê de divê mirov vê rewşê li ber çavan bigire. Çimkî gotinên di serî de têne gotin her tim dikare li gorî berjewendiyan bêne guhertin.






