Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şingal – projeya herêmên tampon

16/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
HEFTEYA LEHENGIYÊ Û SADÎZMA FAŞÎZMA DEWŞIRME
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Pêşketin û bûyerên di şerê cîhanê yê 3mîn de çêdibin, wê wek efsane, destan û meseleyên oksîdental û oryantal de werin vegotin. (1)
Ev du gotin, ji aliyê lêkolîner û dîrokzanê Ereb Fehmy Hafiz ve, di şerê xaçparêzî yên navbera Selahaddîn Eyûbî û Qral Rîchard hatin bikaranîn.
Şerê xaçparêziyê bandorek mezin li hozanên sedsala navîn û romannivîsên modern kir
Helbet şerê xaçparêzî û şerê îro di aliyê teknîkî û mîsyonî de ji hev cûda ne, lê di bingeha wan, berjewendî û hûkûmranî ye.
Eger em formule bikin, oksîdentalên serdema me, weke kes Trump e, wek hêz NATO ye… Ji bo kes û hêzên wek çomezên lîderên rojava kar dikin, navekî wan hê ne hatiye dîtin. Lê çomezî baş e!..
Di şerê 3mîn yê cîhanê de, balkêş e ku eniya li dijî hêzên oksîdental şer dikin gel in, lê gel siyaseta oriantal nakin. Dîse û eger, akademîsyenên wek Bernard Lewis, ji bo gelên ku têkoşîna azadiyê dikin gotina oryantal bikar bînin, em ê, bi hiş û mîsyona Edward Seîd û bûyerên îro ku wek reel dîrokê, yan jî dîroka alternatif derdikevine holê, bersiva wan bidin.
Gelên herêmê, di şerê 3mîn yê cîhanê de, bi fikir û felsefeya Ocalan ku weke fikir û felsefeya gerdûnî tê qebûl kirin haraket dikin. Ewropa jî, fikir û felsefeya Ocalan wek çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn dibînin, ev jî tê wateya ku gotina oryantal, ji bo gelan, ji bo hêz û Tevgera Azadiya Kurdistanê ku pêşengiya gelan dike, nayê bikaranîn.
Di van rojên ku dagirkeriya Başûrê Kurdistanê, lihevkirina Hewlêr û Baxdayê ya li ser Şingalê û êrîşên li dijî kampa Maxmurê di rojevê de ne; Trump, bi siyaseta oksîdantalîst, got; “dive ji Şingalê re rêveberiyek nû were avakirin”. Piştî van gotinan, lêgerînên nû dest pê kirin.
Gotinên Trump, redkirina îradeya gel e; redkirine, xweseriya herêmî ku bi xwîna bi hezaran, jin, zarok û kalan, bi xwîna sedan ciwanên Kurd hate avakirin e; redkirina demokrasî, aştî û jiyana hevreyî ya gelan e.
Ji bo ku gotinên Trump bikevin pratîkê NATO kete dewrê. Lewma Tirkiyê bêdeng bû û ji bo şerê Qerebaxê kete nava cehdê.
Em zelal bikin: Lihevhatina Hewlêr û Baxdayê ya li ser Şingalê, projeyeke nû ye!…
Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî jî, ne bi gotina Tirkiyê, bi gotina Emerîka û NATO haraket kir û lihevhatin kir. Di mijara kolana xendekên li ser tixuban, avakirina qereqol û qeleqolên PDK û Artêşa Tirk jî, ne bi dilê Kazimî bûn. Kazimî dema hate ser kar, soz da ku ew ê, di nava salekê de xala 140î bike pratîkê. Lê destur nedane.
Bi gotineke kolanê; muxtarê Erdogan Nêçîrvan Barzanî jî, xala 140î jibîrkiriye; Kekûk, Xaneqîn, Mendelî, Celewla û Deşta Nînova ne li bîra wî ne. Lê zêdetir ji salekê ye ku Maxmur kirine bin dorpêçê, li dijî Şingalê kiryarên provakatîf dike û destekê dide dagirkirina Herêma Başûr.

Bûyer û pêşketinên li Kurdistanê, êdî ne sir û razên îlahî ne û ji bo dîtin, fêhmkirina wan jî, pêdivî bi vahy’an nine. “Muqawele”, lihevkirina Hewlêr û Baxdayê, car din da xuya kirin ku Kurd kurmê Kurdan e… Tirkiyê jî, wek roja despêkê, rola xwe ya tempon dilîze. Kurd jî, di rekiha polayî Sykes -Pîcot û di bin şûrê pan-turkîst û pan-îslamîst de têne tunekirin.
Li hevkirina Hewlêr û Baxdayê,tiştekî din jî anî bîra me; modernîteya kapîtalîst, di netewe-dewletên tempon de, projeyên “herêmên tempon” kiriye rojevê!…
Projeya herêmên tempon, manîfestoya nû ya hêzên global e. Bi leza komployî, lihevkirina Hewlêr û Baxdayê pêkanîn û ev kiryar, “ameliya” yekemîn ya Emerîka û NATO ye. Emerîka û NATO, komên çete ku dibin ala Tirkiyê de têne parastin, weke “kuvay-î seyare” dibîne.

Eger ne wilo be, Tirkiye van çeteyan Li Suriye bi kar tîne, dibe Libya, dibe Azerbaycanê, li Tunusê kom dike û gefê li raya giştî ya cîhanê dixwe, ne Emerîka û ne jî NATO dengê xwe nakin.

Di destê gelan de, dimîne hêza gelen û têkoşîna gelan. Divê gelê Kurd jî, li dora Tevgera Azadiya Kurd kom bibe û di her qada jiyanê de têkoşîna xwe xurt bikin.
———————————-
1- Oksîdental: Hêzên zorbe yên Rojava, li dijî pêşketin, azadî û modernîter. Bi taybetî ji bo lîderên rojava hatiye bikaranîn
Oryantal:.Ji bo kultur, ziman, siyaseta rojhilatiyan tê bikaranîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.