Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çima Şingal?

12/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Komploya li ser Şingalê jî, weke ya navdewletî ya li ser Rêberê lê hatiye. Bûne weke du armancên sereke yên neyarên kurdan; bi êrîşên qirkirinê diçin ser wan.
Weke miletê me yê ÊZÎDÎ bi nav dike, dibêjin 73 Ferman li ser me pêkhatin, mirov ji bo vê Fermana 9’ê Cotmehê jî bêje Fermana 74’a ne şaş e!
Him jî mirov dikare lê zêde bike û bêj Fermana 74’an a NAVDEWMLETÎ. Ji ber ke nûnerê saziya Miletên Yekbûyî(MY) ya Iraqê Jeanina jî beşdarî îmzekirina vê Fermana Kazimî û Nêçîrî bûye.
Ka em bala xwe bidinê, gelo bi kurtayî naverok û şêwazê vê Fermanê çi dibêje?
Nûnerê M.Kazimî; cîgirê serokê daîra ewlekariya Iraqê Hamed Raşed Faleh û nûnerê N.Berzanî; wezîrê hundur Rebar Ehmed Xalid vê Fermanê îmze dikin.
Naveroka wê; ew ê her du alî li hev runên rêvberiyek îdarî û asayişî çêbikin û (ya sereke jî ev e) yên PKK’î û layengerên wê hemû ji vê herêmê were derxistin.
Kurt kurmancî ferman ev e!
De ka em bala xwe bidin yên, ku hema bi lez daxwiyanî dan û bi vê fermanê kêfxweşiya xwe diyar kirin kî ne? Serî de Dewleta Tirka û DYE û DY !
Yên ku DAIŞ anî xistin Nînova, Şingalê, Rojava û hwd. kî bûn? Van hêzên ku nuha dibêjin em xwedanê van deverane, ma gelo ev bû 6 sal in, li ku bûn çawa ev wahşet temaşê dikirin? Ê baş e, ma kê li himber van hêzên ku wahşet li ser gelê me barandin şer kirin û bi hezaran şehîd dan û ew hêzên qirker têkşikandin kî bûn?
Vêja ev hêzen ku wahşeta ji Şingalê re temaşevan bûn, an wan bi xwe DAIŞ anî Şingalê û Nînovayê, an jî reviyan û gel bê xwedî hiştin, bi taybetî jî Rêveberiya Erbilê, gelo bi çi rûyî dikarin werin bêjin em xwediyê çarenûsa vî gelî ne? Her wiha yên gelê me yê Şingalê ji qirkirina temamî parastin jî, bila derkevin! Lê ev bû 6 sal in, vî gelê Şingalê xwe bi rêxistin kirin û xwe birêve dibin, ma çavê we bar nabe û hûn dixwazin qirkirina li ser vi gelê me temam bikin ha!
Ya sosret jî, hûn biryarê li ser jiyana gelekî didin ku kok gelê Kurd e, lê agahiya wî gelî jê nîne! Ma ev çito exlaq e?
Hilbet hûn li goreyî zihniyeta xwe karê xwe yê qirkirina gelê Kurd pêktînin. Lewma we bi zanebûn roja fermana li ser Rêber APO û gelê me yê ÊZDÎ xistine heman roja 9 ê Cotmehê.
Êdî ferman û armancên wan li ber çava ne. Divê gelê Kurd û dostên wan, weke ku wan jî roja li pey wê; 10 ê COTMEHÊ kirine Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî, divê em jî êdî bi giştî çarenûsa xwe bikin yek û bi îradeya xwe ya xurtir, li dijî van sixtekaran, li her deverê têbikoşin. Ji bilî vêna ti rizgarî û azadî nabe!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.