Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Faşîzma tirkî li dû planên dagîrkeriyeke nû ye

12/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Avesta bû remza berxwedan û rûmetê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Di ser dagîrkeriya tirkî ya Serê Kaniyê û Girê Spî re salek derbas bû. 9ê Cotmeha 1998an dewleta tirkî gef li Sûriyê xwaribûn û wisa kiribû Rêber Apo biçe Ewropa. Tirkiyê ev gef û komplo bi serê xwe nekiribûn. Ya plan kirî Emerîka bû. Çawa ku Emerîka Ewropa û Rûsya jî di navê de gef li dewletan tevan xwaribûn, tevlî komployê kiribûn û Rêber Apo kişandibû Kenya û li wir jî radestî Tirkiyê kiribû. Armanc ji komployê gelê Kurd bêrêber û bêrêxistin bimîne û tesfiye bibe.
Dewleta tirkî ji avabûna komarê ve kiribû armanc ku gelê Kurd, Ermen û Asur-Suryan di qirkirinê re derbas bike û ji dîrokê rake. Bi komplo û komkujiyên li Dêrsim, Agirî kirîn û tişta anî serê Şêx Seîd Kurdistan di qirkirinê re derbas kiribû, herêm hatibû roxandin û gelê wê neçarî koçê bûbû. Salên piştî hingê jî komkujiyê bi asîmîlasyonê dewam kiribû. Di roja me ya îro de ev komkujî derbas Sûriye û Iraqê kiriye
Dîroka dagîrkirina Serê Kaniyê û dîroka derxistina Rêber Apo ji Sûriyê ku 9ê Cotmeyê ne, ne tesaduf bû. Bi zanebûn û biplan bû. Dixwest bêje xeta 9ê Cotmehê ango tesfiyekirina Kurdan dewam dike. Efrîn jî di navê de çawa ku her cihê dewleta tirkî dagîr kirî û çete anîn li wir Kurd nemane. Li ber çavan qirkitina neteweyî hatiye kirin. Dewleta tirkî niha bi behaneya Qerebaxê êrişî Ermenistanê dike. Qaşo di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de nakokî û bihevçûn hene dewleta tirkî piştgiriya Azerbeycanê dike. Di derewan de dewleta Tirkî pir hoste ye. Di tinekirina gelan û derbaskirina di qirkirinê de pir bitecrûbe ye. Tişta heta niha kirî jî jê re maye. Ya ev şer derxistî û Azerbeycan xistî tevgerê dewleta tirkî ye. Dinya tev dizane ku dewleta tikrî ev şer derxistiye û çeteyên bipere yên sûrî birine Azerbeycanê. Xizanên sûrî û bermayiyên DAIŞê û El Nusra çawa ku li Libya û Sûriyê bi kar anîn li Azerbeycanê jî bi kar tîne.
Tirkiyê hêzeke mezin ya leşkerî li Idlibê bi cî kiriye. Niha dîsa gefan li rojhilatê Firatê dixwe. Ev gef û hewldana dagîrkeriyê bi lihevkirina bi dizî ya Emerîk yan jî bi Rûsya re dibin. Eger destûra van dewletan tinebe Tirkiye nikare welatên herêmê dagîr bike. Bi taybetî ji bo Suriyê ev wisa ye. Lewre kontrola qada hewayî ya Sûriyê di destê Emerî û Rûsya de ye. Piştî niha jî Tirkiye bi destûra van dewletan nikare bikeve herêmeke Sûriyê. Dewleta tirkî eger hêza hewayî bi kar neyne nikare şer bike. Ev li başûrê Kurdistanê jî wisa ye. Ji bo wê çeteyên bipere bi kar tîne.
Li Sûriyê ciyên herî aram û demokrarîk herêmên bakur-rojhilat in. Efrîn jî wisa bû. Gelê Suriyê ji şer westiyaye û bi hesreta aştiyê ye. Gelên dinyayê jî li bendê ne ku şer biqede û çareserî derkeve pêş. Lê Tirkiye êrişî herêmên herî aram dike û dibe sedema wêranî û koçberiya bi serhezaran. Vê jî li ber çavê dinyayê dike. Dibêje hêza min heye ezê bikim. Têgîna heq, hiqûq û edaletê qebûl nake. Dewletên mezin jî ji ber berjewendiyên xwe dibin şirîkên vê zordestiyê.
Li Sûriyê modela demokratîk ya Rojhilata Navî ya herî serkeftî derket holê. Ji bo gelan ev tecrûbeyeke pir binirx û serkeftî ye. Ereb, Kurd, Asuri-Suryanî, Tirkmen û Ermen fêr bûn ku bi hev re û bi hevbeşî bijîn û bi ser ketin. Digel gurkirina miliyetgeriya erebî ji aliyê Şamê ve û êrişên dewleta Tirkî gelên herêmê yekîtiya xwe parastin û bi rêveberiyên hevbeş tacdar kirin. Diyar e eger gel xwezana û birêxistin bikin wê bikarin planên serdestan xerab bikin. Bê ku bibin mehkumê desthilatdariya waên wê bikarin bijîn. Ji bo wê bi taybetî li hemberî êrişên dewleta tirkî erke gelan ew e ku erdê xwe û yekîtiya xwe biparêzin û mafê xwe yê xwebirêvebirinê heta dawiyê biparêzin. Parastina hebûn û azadiyê mafê herî rewa ye. Ti kes dewleta tirkî venaxîne. Lewre ji xwîn, mirin û belayê pêve tiştekî nayne. Avêtina vê belayê ji erdê xwe û pêşîgirtina wêrankariyeke nû erkê herî girîng e. Eger gelên Sûriyê li ber xwe bidin û îradeya xwe derxin holê wê bikarin dersa dagîrkeran bidin wan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.