Şunwarên Kurdan, bingeha jiyanê, buhişta Cîhana me, ciyên jiyanê ye. Hilala zêrîn binarên Zagiroz û Torosan. Cihê ku heri zêde Kurd parastine û buye ciyê îlhama jiyanê bêguman çiyane. Ji ber wê ji Kurdanra çiya xwedî ciyeki biwatene û hebuna jiyanê ji mirovanra ava dikin.
Di destipêka ava buna civakê da jî mirovan xwe li ciyên asê girtine û li wan deveran bi awayek ewlehî karîne jiyan bikin. Di aqilê civakê yê destipêkêda jî baş hatiye zanînîn ku dema li ciyekî bi ewle nebin wê nikaribin hebuna xwe bidomînin. Çawan ku Gerduna me xwe li ser 3’ê ajoyan dide jiyin bêguman civak an ji hemu zindi ji liser 3’ê ajoyan hebuyina xwe didin domandin. Ajoya ku ji hemû zindiyanra xala bingehîn a jiyanê ye. Ajoya xwe parastinêye. Dema ku tu xwe neparêzî tuyê nikaribî hebuna xwe bidomînî. Ji boyî jiyanek baş û bi wate beriya her tiştî parastinek bi zanisti ji mirovanra pêwîste. Ji boyî jiyanek bi ewle Kurdan berêxwe daye çiyan û li buhişta Cîhanê yanî li qadên çiyan de jiyan kirine. Di roja îrode jî ji boyî jiyanek bi wete û hebuyîna gelê Kurdi zarokên wan berê xwe didin bûhişta Cihanê û li wian qadên pîroz hebunê didin domandin.Hêzên destihiladar baş dizanin ku hebuna li çiyan ji destihladariya wanra tehlîkeya herî mezine û hebuna li çiyan tirs û xofek mezin dixe nava dilê destihladaran. Ji ber wê êrîşên li ser çiyan her ku diçe zêdetir dikin û dixwazin ku jiyanê li çiyan bîdin tune kirin. Dewleta dagirker Turkiye di serîda xwesti ku Kurdan di bajaranda bide tune kirin û bi her awayê hovane êrîşî ser bajarên kurda kir. Gelek bajarên Kurdan talan û xerabî kirin. Ji ciyên herî kevnar ên Kurdanava daesti bi talan kirinê kirin. Ji Cizîr hetanî Afrînê talan û zilma xwe dan domandin. Bî her awayê zulmê nekarî vîn û hebuna gelê Kurdi bide tune kirin. Vê carê jî berê xwe da qadên parastina mediya. Di demê hilbijartinên Bakurê Kurdistanê da armanca dagirkirina qadên parastina mediya ne rewşek ji rêzêye. Ji xwe tu awayaî şer an ji talan nabin rewşên ji rêzê. Pilana dagir keriya yên li ser qadên parastî ên mediya yê ev 3’ê salin ku di rojevêde ye. Piştî 3’ê salan biryara talanê, niha di dema rewşa awarte ya li Bakurê Kurdistan, talana li herêma Afrîn, hatina qayûman ên li ser wazifana, tecirîta giran kirî a li ser birêz Abdullah OCELAN û bi awayek pêşwaxit çuyina hlbijartinên parlemet û serok komartiyê ku gelek siyastimedar û parlemetên Kurdi di girtî gehandene ne xalek ji rêzêye ku di demek wihada êrîşî herêmên mediya dikin. Ev rewş wê dide diyarkirin ku diktetor Erdoxan di tirsa tunebuna xwedaye. Ji xwe gotinek pêşiyan wiha heye dibêjin ‘‘dem ku gur birçî dibe êrîş dike’’ di vê rewşê da wiha diyere ku destihiladar Erdoxan birçiyê miran xweye ku ewqas bi awayek hovane êrîşi hemu deskeftî û hebuna gelê Kurdi dike. Lê belê ev rewş wê dide diyarkirn ku wê hebuna destihladariya diktetor Erdoxan pir demdirêji nebe. Ji salên 70 hetanî niha dewleta Turk dibêje emê Kurdan tune bikin lê belê hetanî niha bi tu awayî destihladaran nekariye gelê Kurd tune bikin wê ji naha û pêda jî tu hêz nikaribin gelê Kurdi tune bikin. Çawan ji destipêkirina civakan va heya niha çiya bune ciyê parastina mirovahiyê wê ji niha û peda ji cardin çiya bibin ciyê parastî ya gelan. Çiya warên parstî yên Kurdanin û wê wisan ji bidome. Tu kes nikare ewladê dê ji cigera wê derîne. Çiya dayîka Kurdane û ciyê hebuna jiyanêye.
Binevş SARYA