Sîpan Şînda
Olê, di dîroka mirovahiyê de cihekî xwe yê gelekî girîng û cuda heye. Dema mirov berê xwe dide dîroka mirovahiyê, mirov dibîne ku bawerî ji destpêka mirovahiyê û pê de di jiyana mirovan de peyda dibe. Her çend di nava civakên seretayî de bawerî û bawermendî ne weke di roja me de be ji, bes mirovan her tim xwe spartiye baweriyan û hêza xwedayên xwe. Vê yeka henê hêz daye bawermendan, ewan bi vê xwe ewletir û azadtir hîskirine. Li gorî baweriya wan, xwedayê wan, ewan ji hemû qeda û belan diparêze û riya rast nîşanî wan dide. Herweha gelek kes û civakan ji di dîrokê de gelek caran xweda û baweriyên xwe guhertine û hineke nû ji xwe re girtine.
Di warê azadiyê de ji, kes û civakan her û her ji bû azadiya xwe têkoşîn kirine. Di nava demê de ol veguherîne weke hereketên civakî û azadiya kes û civakan parastine. Ango ya rast her çend di bingehê xwe de lingekî olan yê bawermendiyê hebe, her weha lingekî wan yê azadiyê ji heye. Gelek caran derketina olên nû, di heman demê de ji bo gelek civakan bûye destpêka jiyaneke nû û azad ji. Jiber wê, dema mirov li felsefa olan binêre, divê mirov ne tenê aliyê wê yê baweriyê bibîne, di heman demê de divê mirov aliyê wana yê şoreşger û azadîxwaz ji bibîne.
Heke ol bê wateya jiyaneke nû û baweriyeke nû, ew tê wê wateyê ku ew di heman demê de azadîxwaze ji. Ola ku ji bo mirovan jiyaneke nû pêşkêş dike, tê wê wateyê ku ew jiyana heta niha êdî ji hewcehiyên mirovan re nabe bersiv û divê jiyaneke pêşketîtir, ronîtir, xweştir û moderntir pêşkêşî mirohiyê bête kirin. Heke olek nûjeniyê neyîne jiyana mirovan, ewan ronîtir neke û giyan û mejiyê wan têrtir neke, ew ol wê nekaribe di nava civakê de ciyê xwe ji bigire. Raste, bawerî ji bû bawermendan girîng e û divê ew li gorî baweriya xwe bijîn; lê belê azadî jî ji bû mirovan herî kêm qasî baweriyê girîng e. Jiber ku mirovên di warê mejî, giyan û jiyanê de azad û serbixwe bin dikarin bi awayekî rihetî baweriya xwe ji bijîn. Ew ola ku azadiyê neparêze û wê jinedîtîve bê, ew ne ol e, lê pergaleka koledariyê ye. Heke olek ji hinek civak yan ji netewan re azadiyê biparêze û ji hinekan re koledariyê biparêze, ew ol ji riya rastiyê derketiye û ketiye di bin emrê desthilatdariyên xirab de û nikare bibe olekî gişgerdûnî ji. Heke olek bi felsefe, eqîde û rîtûelên xwe berê bawermendên xwe bide bindestiyê û wan miskîn bike, ew ne ole, ew dibistana pergala desthilatdar ya koledariyê ye. Heke olek bi felsefe û eqîda xwe nebêje bawermendan li himberî zilmê, neheqiyê rabin û koledariyê qebûl nekin, ew ol bûye binemrê desthilatdariyê û sûfiyê zilmê. Heke olek bawermendan hişyar bike, wan ronî, zana û têgehiştî bike, ew olekî mirovhezker e. Heke olek ji bawermendên xwe re bêje, serî li himberî zilmê û neheqiyê rakin û li himberî zilimkaran şer bikin û wan bînin ser riya heqiyê, ew olekî heq e. Heke olek bêje, divê bawermend û oldar li gel mezlûman bin û mafên wan biparêzin, ew olekî pêşketiye. Heke rêberên olekê pêşkêşiya civaka xwe ya bawermend bike û bi wan re li himberî zilmê rabe, bi koledarana re şer bike, felsefeya wî olî azadîxwaz e û bawermendên wî olî ji wê azadîxwaz bin.






