Medeni FERHO
Dibêjin, dîroka ti welatan naşibihê hev. Ev ne rast e. Dîroka Tirkiye, Suriye û Iraqê, qismî ya Îranê, di komkujiya Kurd û gelan de dişibihe hev.
Di van rojên ku, li Tirkiyê JITEM, li ser kar e, her kes behsa artêşa Erdogan dike, em zanin ku faşîzm, li her derê, xwe bi xwînê xwedî dike û “faşîzma dewşîrme” jî bûye sîstemek.
Kûrd, dema li ser van welatan radiwestin, partiya desthilatdar derdixine pêş, ev jî şaş e. Li van welatan sîstem û desthilatdarî yek in û devê xencerê yê tuj in.
Ji damezrandina van dewletan heta îro, sîstemên diktatoryal û kiryarên faşîzan hukumran in. Darbeyên eskerî têne kirin û dozaja zext û zora li ser gelan zêde dikin.
Iraq qismî hate guhertin, li Suriye pêvejoya guhertinê dest pê kiriye, Iran jî di Kerbaleyê de ye. Lê dewleta Tirkiyê, di xamxeyalê efsûniya Osmanî û xelîfetiyê de pîkolê dike.
Ev nexeşî ye û ev nexweşî, beriya damezrandina Tirkiyê, di salên 1880yî de dest pê kir, di rengekî mumarî de dewam dike..
Nav komar e, lê zihniyeta salên ‘80yî ya dîroka paşverû û faşîst çi tîne bîra me; Yek; Kûrt Îsmaîl Hakki Paşa, xwedî fikir û pratîka “ehlî-kirina” eşîrên Kûrd e. Ev jî qirkirina eşîrên kişûmat Kurdîstanê ye. Ev zat, Kûrd e bûye, çavkaniya Ziya Gokalp û “Raporên Şark Islahat” û qanunên zincîran.
Du, Şakîr Paşa, afirgerê “hêzên milîs”ên Kurd e û armanc jî zeptûrept û kontrolkirna Kurdan e. Sê; Mareşal Zekî Paşa jî, fikrê Şakîr Paşa pêşxist “Teşkîlata Suwariyên Hamîdiye” ava kirin.
Balkêş e ku “Teşkîlata Suwariyan”, dibin navê “Muhafizên Islamîyetê”de hatin avakirin.
Mareşal Zekî Paşa, ji bo eşîrên Kurd tevlî teşkîlatê bike, bi xwe 2 caran û cara 3mîn, bi Sultan Abdulhamîd re, li Kûrdîstanê geriya ye û heta bi Midyadê çûye, lê eşîrên Kofederasyona Hevêrka, êşîrên Bohtanê, Reşkotan, Pencînarî, Motikan û gelek eşîrên din, bersiv jî nedana Siltan Abdulhamîd.
Projeya cazîp û di heman demê de, kazîp-kezab (gelac) ya Ewropa, di ava kirina sê dewletên tempon, Tirkiye, Suriye û Iraqê de, qet hesab nekirin, ku rêxistinên nîjadperest, Îttîhadi, Teşkîlatî Mahsuse, Turanîstên Îslamîst, di çarçoveya plan û projeyên 2 paşa, 1 mareşal û padîşahekî de, wê di hukêmraniya van dewletan de serdest bin.
Ev korîtî û planê di çarçoveya berjewendiyan de. bû bingeha dewletên haydud û bi avakirina çeteyên qasab û kiryarên “mutarrît darbeyan” û qir kirin. (1) Ev dewlet, di tekeliyet û modela yekkesî de xwedî rêxistinên kûr in, komên xelkê birçî dikin û dikujin.
Birçîbûn û mirin, mêjî lewaz dike, bîra mirovan tune dike.
Ev nexeşiya siyasî ye û di kirasê faşîzmê de, dikare li ser lingan bimîne.
Ewropa dît; qirkirina Ermenî, Sûryanî-Keldanî- Asuriyan, Kurdan dîtin, îro jî dibînin û deng nakin. Ev jî siyaseta selefkariya Hecî Pepe ye!…
Baş e, Kurd, ku li hundir xwedî xayin in, li derve xwedî dijmin in, dive çi bikin?
Wek Arşîmet, em tu “keşfan” nakin, hêsa ye û em bêjin; Yek, Erdogan bi “wahy”ekê bû desthilatdar, nerm lê da, zimanê demokratan bi kar anî, piştî lingê wî refik girt, bi “wahy”a duyemîn re, bi Teşkîlata Fetullah Gulen re hevkarî kir; bi “wahy”a sêyemîn re bi gurê pîr Bahçelî re hevkarî kir; bi “wahy”a çaremîn re Ergenekon tevlî hevkariyê kir.
Em vekin; Ergenekon tê wateya “4 suwariyên mahşerê”, yanî, partiyên li parlamantoyê, AKP+MHP+CH+IYI Partî… Li derî parlamentê jî, “fikir û zikir saqet” Dogu Perînçek û Ergenekon hene.
Dibe ku di nava CHPê de, çend kesên demokrat hebin, lê dibin serokatiya Kew Kemal de, di sîstema faşîst û nijadî de rolek bingehîn dilîze.
Pêdivî bi têzan jî nine; Kurdan, bi taybetî Haraketa Azadiya Kurd, êrîş û siyaset, zihniyet û projeyên li hemberî Kurdan baş fêhm kirine û eşkere kirine. Lê, hin partiyên Kurdî, (PDK û duvikên wê), bi qasî eşîrên salên 1880î jî bi aqil û têgihiştî nebûne.
Ji bo vê jî, Pêngava KCKê û KJKê “dem dema azadiyê ye” giring in û ji bilî Kurdên xwedî zaaf hemû Kurdan û eniya demokrat hamle destek dikin. Ev potansiyal muhalefet û hêza atomizekirî ye û li dijî faşîzmê têkoşînê dike, bi serketinên dîrokî, cîhan hejandiye.
Cîhan û mirovanî, di neva hejandinekê de ye û tenê Kurd têkoşînê dikin.
Kurd diêşîn, lê têk neçûn, naçin û şanî cîhanê dan ku, diyalektîka serketinê têkoşîn e.
Têkoşîn, navê serketinê ye.
1-Mutarrît, berdevamî, bi dorê, bi rêz kirina darbeyan






