Rojnameya Ronahî

Serêkaniyê… di salvegera yekê ya dagîrkirinê de şervanên tevlî berxwedanê bûyîn soza rizgarkirinê dan

Şervanên tevlî berxwedana Serê Kaniyê bûyîn, diyar kirin ku armanca dewleta tirkî koçberkirina gelan û guhertina demografiya herêmên wan e. Herwiha diyar kirin ku çeteyên sala 2019`an bajar dagîr kirîn û çeteyên sala 2012`an êriş kirîn heman çete ne û soza şopandina riya şehîdan dan.

Şervanê QSD`ê Demhat Serê Kaniyê got, “Berî salekê artêşa tirkî ya dagşrker û çeteyên wê, bajarê Serê Kaniyê dagşr kirin, wêran kirin û şêniyên wê dan koçberkirin.”

Demhat wiha domand: “Serê Kaniyê ji bo me ne tenê bajarek bû. Dewleta tirkî bi wêrankirina wê re, hêvî û bîranînên me wêran kirin.”

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve û bi rêya piştgiriya komên çeteyan, di sêrî de Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam hewl da Serêkaniyê dagir bike. Lê bi saya ciwanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) hemû planên wê têk çûn.

Demhat têkildarî vê yekê wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker hertim gefa êrişan li dijî bajarê Serêkaniyê û şêniyên wê dixwarin. Di dawiya 2019`an de dest bi êrişên xwe li dijî bajêr kirin. Em jî weke şervanên QSD`ê, amade bûn da ku bajarê xwe biparêzin. Me heta zêdetirî 13 rojan li ber xwe da û axa xwe parast. Gelek ji me şehîd bûn û birîndar bûn. Ez jî di şerên li Serê Kaniyê de birîndar bûm.”

Şervan Goran Weşokanî ji şêniyên bajarê Serê Kaniyê jî wiha got: “Çeteyên ku bi piştgiriya dewleta Tirk di dawiya 2019`an de bajarê Serêkaniyê dagir kir, hema çeteyên DAIŞ û Nusrayê ne yên ku hewl dan di dawiya 2012`an derbasî bajêr bibin.”

Goran wiha domand: “Çeteyan di her carê de bi alîkariya dewleta Tirk û balafirên wê derbasî bajêr bûn. Çekên qedexe jî bi kar anîn. Ji bo talankirina bajêr û guhertina demografiya wê, derbasî bajêr bû û dagir kir.”

Goran di dawiya gotinên xwe de peyamek da koçberên Serêkaniyê û got: “Ez û şervanên QSD`ê soz didin gelê Serêkaniyê ku em ê berxwedana xwe heta rizgarkirina bajarê Serêkaniyê û tevahiya herêmên rizgarkirinê bidomînin.”