Mihemed ŞAHÎN
Li Tirkiyeyê êdî kes nikare qala demokrasiyê, qala edaletê, qala hilbijartinên adîlane bike. Kes nikare qala nirx û rûmetên mirovahiyê bike.
Yekane rêbaza rêvebirinê ya pergalên dîktatoriyan tundiye, zilm û zordariye. Desthilatdariya Erdogan jî niha pişta xwe dayê vê rêbazê. Makeqanûn tune ye, heq, hiqûq, edalet tuneye, wijdan û exlaq tuneye. Keyfiyeta kesan heye, zext û zor heye, talan, wêran û xespkirin heye.
Di pergaleke wiha de ji bo guherîn û nûjenkirina jiyana civakî û ji bo çarserkirina pirsgirêkên heyî afirandina projeyên xurt û pêşxistina siyaseta azad gelek zehmet e. Li gel hemû zehmetî û astengiyan yekane partiya ku di siyaseta azad de israr dike û li dijî pergala dîktatoryal ji bo azadî û demokrasiyê muxalefeta civakî pêş dixe HDP’ye. Lewre HDP dijmin têdîtin û bi hiqûqa dijminiyê êrîş dikin.
Di encama desthilatdariya AKP’ê ya 18 salan de pergala dewletê ya sed salî hatiye rûxandin. Meclîs hatiye bêwatekirin, sazî û dezgehên dewletê yekbiyek tên valakirin, rêxistinên kedkaran û sazî û dezgehên civakî yekbiyek an tên girtin an jî teslîm tên girtin. Civakê parçe dikin û dijberiyê kûrtir dikin.
Bi awayeke zelal diyare ku weke hemû dîktatoran Erdogan jî dixwaze muxalefetê tasfiye bike, beşa civakê ya muxalîf teslîm bigre û siyasetê qedexe bike. Li gel van kiryarên sosret mixabin xeynî HDP’ê muxalefeta din hemû xafil tevdigere û bê helwest dimîne.
Di 1’ê cotmehê de roja vekirina meclîsê bû. Ji bo muxalefetê fersendeke dîrokî bû. Muxalaefetê karibû di nava tifaqê de bi tevilnebûna vekirina meclîsê balê bikişanda ser bêwatebûna meclîsê. Karibû ji bo bibîranîna nirx û rûmetên meclîsê beşdarê vekirina meclîsê nebûya û bi hewlesteke xurt li dijî siyaseta dîktatoriya yek kesî sekna xwe nîşan bida û kiryarên wî yên derhiqûqî hemû yek bi yek teşhîr bikirina. Lê mixabin nekirin. Xeynî HDP’ê hemû çûn di meclîsê de rûniştin û gohdariya Erdogan kirin.
Mirov ji helîkopteran tên avêtin, zindan bûne navendên îşkenceyê û her roj cenaze derdikevin, li dijî HDP’ê qirkirina siyasî bê navber berdewam dike, rojnameger, rewşenbîr, kedkar, parazvanên mafên mirovan û hemû beşên civakê her roj bi faşîzma dîktatoriyê re rûbirû dimînin, demokrasî, heq – hiqûq, nirx û rûmet, wijdan û exlaq tune bûne, muxalefet qet muxatab nayê girtin û tune tê hesibandin, ji bo bêrûmet kirina muxalefetê çi ji destê Erdogan tê dike lê muxalaefet wekî ku qet tiştek nebûbe dikare here di meclîsê de rûnê û guhdariya Erdogan bike.
Belê Tirkiye di pêşengiya hikumeta Erdogan de berbi rojên tarî û reş ve, ber bi çiraveke kûr ve dibeze. Mixabin muxalefet jî lê temaşe dike. Tenê temaşe nakê bi sekna xwe ya kambax piştgiriya Erdogan dike û rê lê vedike.
Gelo muxalefet nizane armanca hikumeta Erdogan tinekirina qada siyasetê ye, golo nizane piştî HDP’ê dê dor were wan. Gelo qet çîroka Keşîşê Elman ê mexdûrê faşîzma Hîtler ne bihîstine û weke wî li benda dora xwe ne.
Qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê faşîzma dîktatoriya Erdogan teşhîr kiriye û ji bo avakirina eniya demokrasiyê, ji bo avakirina tifaqa muxalefetê fersendeke mezin afirandiye. Lê wisa xwiya dike muxalefet naxwaze vî fersendê jî bikar bîne.
Heke muxalefet naxwaze bibe şirîkê sûcên faşîzma Erdogan û dixwaze Tirkiyeyê ji pêvajoya xeternak rizgar bike hewceye demildest hemû cudahiyên xwe yên etnîkî, bîrdozî, siyasî û rêxistinî bidin paş. Tenê û tenê ji bo serwerkirina azadî û demokrasiyê, ji bo pêkanîna heq – hiqûq û edaletê, ji bo bi dawîkirina dizî, talan û xespê di eniyekê de cih bigirin û di nava tifaqê de tevbigerin.
Dem ne dema siyaseta parçe bûyiye. Dem dema avakirina eniya demokrasiyê ye. An dê partiyên muxalîf bibin yek, an jî dê herin yek bi yek. Ev heqîqeteke dîrokiye û bi hemû dijwariya xwe li ber çavê me ye.
Îro du vebjêrkên muxaletê hene. An dê ji bo paşerojeke ronî di eniya demokrasiyê cih bigrin an jî dê bibin şirîkê sûcên faşîzma Erdogan.






