Derwêş M. Ferho
Sal 2010 e. Di dawiya meha Temûzê de tevî cîgirê serokê Parlementoya Brukselê Jan Béghin, rojnamevan Rişto Tunç, Dr. Ihsan Nebîzade, rojnamevan-nîvîskar Heso Hurmî û rojnamevan Els Vandermeersch em li Başûrê Kurdistanê ne.
Armanca me serlêdana Başûr e: Dihok, hêrêma Êzdiyan Şêxan, Laleş, Baedrê, gundên Xanikê û Şahriya ye. Li cî em li rewşê binêrin, bibînin, agahdar bibin û vegerin.
Li Dihokê em wek şande ji bo konferansa Yekîtiya Nivîskarên Başûrê Kurdistan hatin vexwendin. Mamoste Hesen Silêvanî serkêşiya vê civînê dikir. Jan Béghin di axaftina xwe de hevkariya xwe wek parlementerekî dostê Kurdan pêşkêş kir.
Ez jî vexwendin ser mîkrofonê. Ji sedema ku wezîrê kultûrê yê Başûrê Kurdistan rûniştibû min di axaftina xwe de, paş hêviya serketina saziya nivîskaran, ji rayedarên Başurê Kurdistan daxwaza alîkariya rojnameya Rêya Teze li Êrîvanê kir. Ji sedema ku ew rojnameya dîrokî di xetera man û nemanê de bû. Alîkarî hat kirin yan na ne agahdar im.
Roja din de em li Şêxanê çûn serlêdan Mîr Tahsîn Beg û pey re jî çûn ba Baba Şêx. Mîr di 28ê çilêyê 2019 de û Baba Şêx jî di 1ê cotmehe 2020 de diçin ser dilovaniya xwe. Salek paş koça Mîr Tahsîn Beg, bi koça dawiyê ya Baba Şêx, serokê civata rûhî ya Êzdiyan û Extiyarê Mergehê pir xemgîn bûm. Ciyê her duyan jî buhuşte. Bi hundakirina van her du şexsiyetên giranbiha civaka Êzdî, gelê Kurdistan du sembolên xwe yên mezin hunda kir. Gerek e Kurdistanî van her du kesan ji bîr nekin.
Bê goman bi wê fersendê re roja din me berê xwe da çiyê û yek ji pismamê xwe cara yekê min didît. Dema ez ji welêt derketibûm ew hê nebû. Apê min behsa wî dikir. Û li çiyê em temamiya rojê bi wî re, bi hevalên din re man, me sohbet kir û roj buhurand. Heweha em bi voleybol jî lîstin. Ekîba Ewropî di hember ya çiyê de. Çi bêjim, ew ji me xurttir bûn.
Di vergera xwe de her endamekî ji vê şandeyê çi ji dest hat pêk anî.
Bi alîkariya cîgirê serokê parlementoya Brukselê Jan Béghin me Konferansek li ser pirsgirêka Kerkûkê, maddeya 140 ya Qanûna Iraqê di nava avahiya Parlemento de amade kir. Di wê konfeansê de Dr. Kemal Kerkukî jî amade bûbû. Û cara yekem bû ku ne Kurd li sikakan derdiketin û meşên protesto pêk dianîn. Turk bi birayên xwe Turkmenan re di hember vê konferansê de meşek li ber deriyê parlemento dikirin.
Rojnamevan Rişto, Els û Heso jî bi nivîs û wêneyên xwe ev gerra di çendîn rojnameyan de nivîsandin. Dr. Ihsan jî çendîn car bûye sebebê gelek alîkariyên cîhazên saxiyê ji bo Kurdistanê.
Bi vê nivîsa xwe, dîsa sersaxiyê ji malbata Baba Şêx, sebrê ji civaka Êzdî û temamiya Kurdistaniyan re hêvî dikim. Ciyê wî buhşt e.






