Ahmet Aktaş
Hinek bûyerên vê mehê yên sereke û girîng:
- 10.1998 Roja despêka pêvajoya komploya navdewletî ya li dijî Rêber Ocalan
- 6-7-8.10.2014 Rojên êrîşên li ser KOBANÊ yên giran û dijwar ên ji aliyê DAIŞ û Dewleta R.T.Erdogan ve
- 10.2014 Roja R.T.Erdogan, li Çadirkent-Islahiye-Dilok’ê, got ”Kobanê ket dikeve”!
- 10.2015 Roja komkujiya li Gara Enqereyê(109 mirov hatin qirkirin)
- 9 COTMEH 2014 Roja çalakiya canbexşane û efsanewî ya 15 lehengên jin (YPJ), di pêşengtiya Arîn MÎRKAN de-Girê Miştenurê!
Weke tê xuyakirin bûyera me ya yekemîn, despêka pêvajoya komploya navneteweyî ya li himberî Rêberê gelê Kurd Ocalan e. Armanca hêzên hêgemon ên cîhanî; bi rakirina vî kelemî, ew ê dizayna xwe ya sedsala 21’ê despêkirina.
Lê li goreyî dilê wan pêknehat. Bi tenê dîlgirtin pêkhat. Belê daxwaza dilê wan; bi dilgirtina Rêber APO re, wî teslîm bigrin û bixin xismeta vê projeya xwe ya cîhanî. Her wiha bi dîlgirtina Rêberiyê ve, Tevgêra wî jî têkbibin û wê jî bixin xizmeta xwe.
Na xêr, ev armanca wan pêknehat. Ne Rêber APO teslim bû, ne jî Tevgêra Rizgariya Azadiya Kurdistanê têkçû. Berovajî, her du jî xurtir bûn. Bê gûman derbeyên mezin hatin xwarin, êş û êşkence, kuştin û girtin, talan wêran, hejarî û penaberî gelek çêbûn û hîn jî dom dike. Lê nagihên armancên xwe. Ji ber ku reh û bingehê vê Tevgêrê, baş û xurt hatine danîn.
Hilbet, qelenê vê neşkandinê, serkeftin û destkeftinê, ne kêm bûn. Hema di despêkê de em bêjin, 21 sal e ku Rêberê me li Imraliyê di bin tecrîd û tehdîdên giran de dijî.
Hern wiha me, li jor hinek bûyerên giran û xemgîn, belê ewqas jî xwedî rûmet û serbilindî rêzkirine.
Yek ji destkeftiya sereke ya wê fikir û raman û berxwedana Rêber APO û têkoşerên leheng ên canbexş ev bû ku pêkhatina Şoreşa ROJAVA ye. Hêzên hegemon û dagirker, bi taybetî jî qirkerê sereke R.Erdogan, li himber vê bûyera dîrokî gelek hêrs bûn û hema bi lez, plan û projeyên xwe yên qirêj çêkirin û dest bi êrîşên hovane kirin.
Fermandariya navendî ya dagirkerî û qirkeriyê dan destê R.T.Erdogan. Erê bi navê DAIŞ’ê êrîşên giran û bêexlaqî meşandin, lê bi pir navên din jî êrîşkarî berfirehtir kirin. DAIŞ’ê, derbên mezin xwarin û rûyê wî yê reş deşifre bû, lewma nuha, aşkere bi hêza dewleta tirka û bi hinek navên din ên dînî û xiyaneta kurdan, hemu di bin fermandariya R.T.Erdogan kom kirine.
Di şikandina DAIŞ’ê û aşkerekirina rûreşiya R.T.Erdogan de, bi taybetî rola qehremaniya Arîn Mirkan û hevalên xwe yên YPJ-YPG’ê ya li Girê Miştenûrê-KOBANÊ, sereke bûn.
Li pey vê serkeftinê 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Kobanê hat ragihandin.
Nuha jî, 10’ê COTMEHÊ, ROJA CÎHANÎ YA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN tê ragihandin.
Divê ji bo misogerkirina vê Rojê û li goreyî ruhê wan li ser şopa şehîdên xwe yên leheng, em tevbigerin!






