Zekî Bedran
Dewleta Tirkî ji bo gelên herêmê bûye çavkaniya metirsiyê. Beşeke girîng ya Sûriyê dagîr kiriye. Li Libya bûye aliyekî şer û bi çeteyên xwe gefê li welatên derdor dixwe. Ji bo wê Misir û welatên din neçar mane tevlî şer bibin. Rojane êrişî Iraqê dike. Bi dehan baregehên leşkerî ava kirine, herêmên nû dagîr dike û jimara leşkerên xwe zêde dike. Niha jî bi êrişa Ermenistanê re şerê agirekî nû pê xist. Li Derya Spî bi gefxwarina li Yewnanistanê qeyranê kûrtir dike. Bi kurtayî di serî de Rojhilata Navî ji bo welatên herêmê bûye bela. Ji ber mijara Qerebaxê bi dehê salan e di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de nakokî dewam dike. Lê ti caran weke îro şerekî wiha giran û êriş çênebûne. Li ser navê Azerbeycanê êdî Erdogan diaxive. Dibêje, heta Qerebax neyê standin wê şer nesekine. Bi êrişa ser HDPê di hundir de jî şer didomîne. Ango hem li dundir hem li derve bi şer û aloziyê siyasetê dike.
Erdogan canê gel û mirovan weke pereyan bi kar tîne. Bi hişmendiyeke faşsît her tim şidetê diafirîne. Diyar e ku wê li Ermenistan û Azerbeycanê bi hezaran mirov bimirin, bi hezaran seqet bimînin û bi sedhezaran ji ciyê xwe bibin. Gund û bajar wê wêran bibin û qada jiyana mirovan tine bibe. Wê wêraniya mirovî û civakî piralî be. Ev ne qeder in, ne mecbûrî ye ku bibin jî. Pirsgirêkên bi diyalogê çareser bibin ji bo AKPê û Erdogan rêbaza şidetê bûye rêbaza siyasetê
Erdogan bi aborî, çand û zanistê nikare bibe mûxatebê gelan. Aboriya wan roxiyaye. Hişmendiya wan jî qirkirina gelan e. Ji bo wê serî li faşizm û şer didin. Ji bo ku bide şerkirin û bişîne mirinê di destê wî de ciwanên Sûrî jî hene. Dinyayê tevê destê xwe ji komên çekdar yên weke DAIŞ û El Nusra kişand. Lê Erdogan û Tirkiyê çete tev xistin binê baskên xwe. Bi çend qurûşên meaş li Libya, Sûriye û niha jî Azerbeycanê wan dişîne mirinê. Van çeteyan nasnameya xwe ya siyasî winda kiriye, ji hişmendiya yekîtiya bi gelê Sûriyê re dûr ketine, şer kirine ciyê debara aborî û bûne koleyên Erdogan.
Hikumeta Şamê jî li şûna ku bi gelê xwe re haşt bibe, reformên demokraktîk bike, di hişmendiya Baasê û navendîriya hişk de israr dike. Ji ber wê ji bo kesên weke Erdogan zemînê mûdaxeleyê derdikeve. Parçebûna Sûriyê karê faşîst û dagîrkerên weke Erdogan hêsan dike. Erdogan Idlib ji leşkeran dagirt. Bi guhertina demokrafiyê li herêmên weke Efrîn û Serê Kaniyê amadekariya ilhaqê dike. Niha jî bi şandina hêzên nû ya ser sînor ji bo dagîrkeriyên nû gefan didêre. Radigihîne ku li hemberî rejimê artêşeke alternatîf ava kiriye. Çawa ku xwediyê Sûriyê be tev diğere. Polîtîkaya Emerîka û Rûsya jî derfetê didin û Erdogan planên xwe pêk bîne. Ev dewlet ku bixwazin dikarin Tirkiyê bisekinînin. Qada hewayî ya Sûriyê di destê wan de ye. Eger qada hewayî venekin nikare tiştekî bike. Gel bi vî awayî dibin goriyên bazara qirêj û bidizî. Ku rewş wisa dibe faşizm xurt dibe û belav dibe.
Erdogan şer, amûrê mayîna li desthilatiyê û weke Osmaniyan bidestxistina xenîmeta aborî dibîne. Aboriya Tirkî li ber iflasê ye. Li Libyayê hemleya xwegihandina petrolê valakirina xezîneya wir kir. Niha jî li Azerbeycanê heman tiştî dike. Herî kêm wê bixebite ku rêveberiya Aliyev bixe nava şer, muhtacê xwe bike û çend milyar dolarî bi dest bixe. Ji bo bidestxistina petrol û gazê jî wê serî li lîstikan bide. Gotina “Azarbeycana bira” yan jî Sûriyeya cîran sirf ji bo veşartina rûyê xwe yê qirêj bi kar tîne. Her tişt ji bo berjewendiyên madî û têkûzkirina desthilatiyê ye.
Erdogan eşkere dibêje ezê dîsa êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê bikim. Ji bo wê gelên Sûriyê bê ku dev ji paşroja xwe ya azad û demokratîk berdin, erkekî wan yê dîrokî ku yekîtî û ûwelatê xwe biparêzin. Eger gel xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin dagîrker bi ser nakevin. Erdogan çawa ku dixebita bi aloziyan li ser piyan bimîne û j aloziyan sûdê bigire, dibe ku terse wê jî bibe. Eger gelên gerêmê û yên li Sûriyê dijîn ji bo derkirina vê belayê bibin yek û berxwedanê birêxistin bikin wê Erdogan serberjêr bikin. Hêza dagîrkeran ne bêdawî ye. Berî her tiştî neheq in. Zalim in û ev erd ne yê wan e.






