Idrîs Henan
Nagorno Karabax ango Erdsax; herêmeke çiyayî li koşeya rojavayê Azarbîcan û rojhilatê Ermenistanê ye. Di bîsteka sedsala borî de, herêmeke nişteciyên wê kurdên êzîdî û ermenî bû. Di serdema Lenîn de yekemîn komara Kurdistana Sor li ser ava dibe. Lê bi hatina Stalîn re û ji ber berjewendiyên petrolê bi Îran û Tirkiyê re gelên Kurdistana Sor qir dike û mişextî Sîbîryayê dike ku rêjeya bilind ji şêniyan li ser rêya mişextiyê jiyana xwe ji dest didin. Bi vî awayî Kurdistana Sor di salên 1923’an de tevlî sînorên Azarbîcana îro dibe û herdu gelên Kurd û Ermen li wê herêmê têne qirkirin. Stalîn jî bi rêbaza togayên sultanê Osmanî Abdulhemîd tovên nakokî û kêşeyan li wê herêmê diçîne ku serweriya xwe misoger bike. Ji lew re ji wan salan û heya roja me ya îro pirsgirêk û nakokiyên li wê herêmê ji ber mudexeleyên Îran û Tirkiyê dewam dikin ku îro bi şiklê şer û pevçûnan teqiyane.
Di salên 1988’an de tovên hevçûn û dijatiyê di navbera herdu welatan de diteqe û bi veqetîna ji Sofyetan hevçûna herdu welatan digihe lûtkeyê. Parelelî hevçûna herdu welatan herêma Nagorno Karabax serxwebûna xwe radigihîne. Hikûmeta Azarbîcanê qebûl nake û êrişî herêmê dike û şer dest pê dike. Di wî şerî de, li gorî deteyên bi raya giştî re hatine parvekirin, zêdetirî 30 hezar ermenî û azarî jiyana xwe ji dest didin. Lê bi şer re hinek rastiyê demografîk û cografîk ên nû derdikevin pêş; di encama şer de pêla koçberiya etnîkî navbera herdu welatan de dest pê dike û li herêmê serweriya etnîkî ya ermenî çêdibe. Ango hindikayiyên azarî ku li herêmê jiyan dikirin jî reviyan Azarbîcanê û berovajî wê jî rast e.
Konseya Ewlekariyê ya NY di sala 1993’an de biryara rawestandina şer dide. Sala 1994’an jî agirbest tê ragihandin û wisan kêşeyan herdu welatan bê destwerdanek cidî ya navneteweyî heya roja me ya îro dewam dike. Di vê pêvajoya agirbestê de, di encama mudexeleya rasterast a Tirkiyê û bêdengiya Rûsyayê de, gelek caran artêşên herdu welatan li hev dikevin û bi dehan şênî jiyana xwe ji dest didin.
Diyar e dewlemendiya Azarbîcanê ya gaz û petrolê gilêza Rûsyayê herikandiye ku di pêşbirka çekdarîbûnê bi Ermenistanê re bi ser dikeve. Ermenistana ku sînorên wê yên bi Tirkiyê û Azarbîcanê re girtîne, gelek kêşeyên aborî jiyan dike. Lê bi serweriya li ser bilindahî û çiyayên stratecîk yên li dora herêmê, di têkîliyên bi Rûsyayê re vediguhere hevlabendek pêbawer. Armanca Rûsyaya îro ne dûrî armancên Stalîn in. Ew jî dixwaze bi heman rêbazê ku herdu welatan bi çek dike, parastina serweriya xwe ya leşkerî û siyasî li herêmê bixe bin garantiyê. Rûsya baş têdigihêje girîngiya herêmê ya ceosiyasî. Ji ber girîngiya cografîk a herêmê ku herdu xetên gaz û nefta ku diçe Ewrûpa têre derbas dibin, helwesta Rûsyayê pasîf e. Ewrûpa dixwaze ji bin barê enerjiya Rûsya derkeve û çi şerekî mezin li wê herêmê biqewime dê projeyên xetên gazê yên pêşerojê xira bike.
Tirkiyê bi sloganên nijadperest ên etnîsîteyî hewl dide gaza Azarbîcanê weke altirnatîf li dijî hegemoniya Rûsyayê bi kar bîne. Tevî ku di Tirkiyê de tu jêderên gaz petrolê nînin, lê sûdê ji şûngeha xwe ya cografîk digire ku ji bo Ewrûpa bûya xeta transit.
Hewl dide hemû enerjiya ku diçe Ewrûpa di nav Tirkiyê re biherike û li gorî wê jî şertên xwe yên siyasî û aborî li ser Ewrûpa ferz bike. Ji lew re em dikarin nakokiyek nû li têkîliyên Tirkiyê û Rûsyayê li vê herêmê, piştî Sûriyê û Lîbya zêde bikin.
Îro jî Tirkiyê bi rêbazên komkujî û qirkirinên li dijî Ermen, Asûr û Kurdan mudexeleyî Qoqazê dike û çawa ku li rojhilatî behra Spî, Sûriyê û Lîbyayê dike hewl dide li wir jî bike. Di bin manşêtên nijadperest ên Erdogan de, hewl dide kirîzên xwe yên desthilatdariyê, siyasî û aborî bi rêbaza cînosîdê derbas bike û di nexşeya nû ya herêmê de mîrata Osmanî bivejîne. Lê ev çiqas gengaz û derferdar e, mejarek mewzubehs û girêdayî pêşketinên pêşeroja nêz e?






