Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

  Ruhê Serhildana 6-7-8’ê Cotmehê

05/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê Îdlibê
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Li deverên sîstemên faşîst û rêveberên dîktator hene, li wan deveran bêdengî, tirs û xof parçeyek jiyana mirovan e.

Lê li van deveran roj tê bi yek çirûskek serhildan û îsyan dest pê dikin. Ew rêveberiyên faşîst jî nikarin pêşî li vê pêla ku ji kûrahî û tarîtiyê bilind dibe bigirin.

Li Tirkiyê jî di roja me de sîstemek faşîst û dîktatorek wek Erdogan heye. Ne bi tenê li Tirkiyê û li Kurdistanê, li hemû cîhanê bûye bela serê mirovahiyê. Li kêleka wî hin çeteyên selefîst, ji deverek derbasî deverek dinan dibin. Li du hin xeyalên kalikên xwe Enver Paşa yên Tûranîzmê bû. Dixwest ku ev xeyalên pêk nehatine ew temam bike.

Bi destpêka şerê Sûrî wî jî êrişî Kurdistanê kir. Êrişî Rojava kir. Riya wan xeyalan li ser xaka Kurdistanê derbas dibûn.

Di wan rojan de bi êrişên DAIŞ’ê li Kurdistanê nezelaliyek hebû. Her tişt dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanê kirin û Erdogan, li Islahiyê got;  “Va ye Kobanê li ber ketinê ye, wê bikeve” dest pê kir.

Li bakurê Kurdistanê di 6’ê Cotmehê de serhildan dest pê kir û di 3 rojan de li her deverî belav bû. Kobanê têk neçû DAIŞ têk çû.

Ev têkçûna DAIŞ’ê li gel Erdogan wek birînek ma. Qalikê vê birînê 6 sal şûnde ji nû de rakir û bi du tola wê serkeftina kurdan ket.

Serhildan ji Bakur dest pê kiribû wî jî ji wê derê dest pê kir. Êrişî HDP’ê kir û hincet jî serhildana 6-7-8’ê Cotmehê nîşan da. Der heqê gelek rêveber û parlementerên HDP’ê yên wê demê de doz hatin vekirin û hatin zîndankirin.

Dîsa heman Erdogan di 2’yê Cotmeha 2020’an de di axaftinek xwe de behsa dagirkirina Rojava kir. Xeyalên wî yên dagirkirina Kobanê ji nû de anî rojevê. Ev car wê kîngê û çawa êriş bike nayê zanîn. Wê hêzên navnetewî helwestek çawa nîşan bidin nayê zanîn. Lê em vê yekê baş dizanin rihê serhildana 6-7-8’ê Cotmehê li Kurdistanê belav dibe û wê Erdogan qedera DAIŞ’ê ya li Kobanê bijî.

Kurdan pêngavek serkeftinê nû dane destpêkirin. Û pengav wek “pêngava encam girtinê” pênase kirin. Li her aliyê Kurdistan roj bi roj ev berxwedana nû belav dibe. Vê care bi israr in wê encamê bigirin.

Berî ku serhildana 6-7-8’ê Cotmehê dest pê bike Rêber Ocalan bi peyamek ji kurdan xwestibû ku li Kobanê xwedî derkevin û li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Kurdan ev yek wek fermanek dîtibû û li bakurê Kurdistanê bi sed hezaran kes bi dirûşma ‘Her der Kobanê her der berxwedan e’ serhildana 6-7-8’ê Cotmehê dabûn destpêkirin.

Faşîzma AKP’ê îroj dibîne ku bi vê pêngava nû, wê rihê serhildana 6-7-8’ê Cotmehê ji nû de serhildanek bidin destpêkirin, di destpêkê de tecrîd şidandin. Bi biryarek 6 meh hevdîtina Rêber Ocalan a bi parêzeran hat qedexekirin.

Dema ku faşîzma AKP’ê di tecrîdê de israr kir, kurdan jî di qada navnetewî de “kampanya azadiya Ocalan” dane destpêkirin. Ne bi tenê kurd, li her deverên cîhanê kesên fikir û ramanên Ocalan bihîstibûn tevlî vê kampanyayê bûn. Ocalan wek pêşengê azadî û aştiya serdemê didîtin. Êdî ne bi tenê ji bo şikandina tecrîdê têkoşînek ji bo azadiya Ocalan dane destpêkirin. Ev têkoşîna bi rihê serhildana 6-7-8’ê Cotmehê dest pê kiriye wê bi ser keve.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.