Sîpan Şînda
Pîrepayîz hêdî hêdî xwe lêg dide û pelên xwe bi bayekî tezî li ser zozanên min de diweşîne. Bê lez, bê xirecir, bê şer û qirqir stûnê kûna hêdî hêdî li erdê dide bayê payîzê. Êdî dem dema cih guhertinê ye, dem dema terkkirina war û warkozan e, dem dema rêwingîtiyê ye. Zozan hiznî ne, darên por zer hiznî ne, bêrî û bêrîvan hiznî ne, berx û beran hiznî ne, seg û şivan hiznî ne, gur û torî hiznî ne. Hiznî ne esmanê warê min, heyîv û roja welatê min. Hiznî ye gustêrka to ya min, hiznî ye stêrka şivanê min. Û hemî der û dor, hemî dol û nihêl, hemî mar û mişk, hemî dar û ber bêdeng in. Gur ji êdî ne ji acizî lê ji tirsê bêdengiyê bêdeng in. Zarok bê deng in zarok. Kûn li erdê dikevin yek bi yek, meşkên dawî têne keyandin, to yên dawî têne xwarin, nîvişkê dawî tê hilanîn, keşkên dawî têne hişk kirin. Sêpî li erdê dikevin, tifik têne vemirandin.
Êdî payîz e, mihelê kûnan û jêg bûnê ye, demê xatir xwestinê ye, demê awirên dilşewat e, demê soz û bextan e, demê ji hev qetînê ye, demê mal û barkirinê ye. Êdî dem demê payîzokan e, yê heyranokan e, dem demê eşkere kirina eşq û evînê ye. Eşq û evîna dilsoj, eşq û evîna cerg helîn, eşq û evîna ziman bir, eşq û evîna qerr û lalker e. Erê dem dema diyariyan e, dem dema desmalên nexşkirî, qûtîk, kil û neynikan e. Dem dema destpêka hesretê ye. De were hesreta giran, de were hesreta wêran, de were hesreta bêwijdan. Bayê evînê ye te dikuje, bayê evînê ye te tert û bela dike, bayê evînê ye te helîne. Ew bayê hinde dilê mirovî disoje, ew bayê hinde laşê mirovî dihelîne, ew bayê hinde hiş û sewdayê mirovî dibe. Erê payîz e, mihelê kûnan û jêg bûnê ye. Demê şevên dirêj û giran e, demê kûçk û dîwanxana ne, demê çîrok û çîvanan e, demê bend û bêlîtan e, demê qeb qeba ribatan e, demê reqsa peyvan e, demê zirt û viran e. Erê payîz e, li me dereng e, avên kaniyan diçikin, zîn û mehre li hespan tên şidandin, mal bar dikin, war bêxweyî dimînin, êdî rovî û torî li şûnwaran dilîzin.
Payîz e, rêwîtiya mezin û dirêj destpê dike. Mela ji hesreta işqê xwe berdide di hicra tarî de û derî li ser xwe qufil dike. Feqî ji derdê işqê delingan hildide û xwe li nava pêlên çemê Dîcle dide. Erê payîz e, dar pelên xwe diweşinin, kanî û robar zuha dibin. Payîz e, dilê min diçilmise, hêvî û xeyalên min divemirin. Bayê hişk û cemidî li perdên evîna dilê min dide û li nav pêlên çemê Dîcle dixe. Payîz e û ez ji weke helbestek nîvçomayî me.






