Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan vegeriya rojeva xwe ya hundir

02/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dibistanên serdestan aşên pişaftinê ne
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Tiştê ku hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst bide civakê nemaye. Lewre yekane rojeva wê li derve û li hundir bi siyaseta şerûd bilindkirina şowenîzmê ye. Piştî ku şerûdiya derveyê welat encam negirt vegeriya rojeva xwe ya hundir.

Hikumeta AKP-MHP’ê li Idlipê bi tevî çeteyên xwe ve hatiye dorpêçkirin û bi têkçûyineke mezin re rûbirûye. Yên li Sûriyê herî mezin winde kirine dewleta tirk û hevalbendê xwe çeteyên DAIŞ’ in.

Ji bo têkçûyina xwe ya Sûriyê binixumîne li gel hikumeta Serac tevilê şerê Lîbya yê navxweyî bû. Armanc desteserkirina dewlemendiya ser erd û bin erd a Lîbyayê bû. Lê dewletên Kendavê yên Ereb, Misir, Rusya û gelek dewletên din di eniya dijî wan de cih girtin û xeyalên wan pûç kirin.

Bi îdayeke gelek mezin, bi gefxwarinên bêpîvan û bi awayek gelek bi xwe bawer derketin rojhilata behra spî ya ku “welatê şîn” îlan kiribûn. Bi provokasyona xwe ya behra Spî tifaq û hevsengiyên sed salî serû bino kirin û di emcam de bi tena serê xwe man. Neçar man hemû gotinên xwe yên qibe daqultînin û vegerin ser duvika xwe rûnên.

Di heman demê hewldanên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd ji hêla berxwedêrên Heftanînê ve hatin pûçkirin.

Piştî ku di siyaseta xwe ya dervede bi têkçûyineke mezin re rûbirû man vegeriyan rojeva xwe ya hundir. Di rojeva wan a hundir de her tim tasfiyekirina berxwedana civaka kurd heye, tasfiyekirina siyasetmedarên kurd heye, tasfiyekirin û cewisandina muxalîfan heye, teslîmgirtina sazî û rêxistinên muxalîf heye, bi kurtahî Ji bo avakirina pergala dîktatoriya xwe çewisandin û teslîm girtina beşa civakê ya ne AKP-MHP yî heye. Ji bo berdewama desthilatdariya wan ev rojev gelek girîng e. Lewre ji bo pêkanîna vê rojevê tu pîvan, exlaq, hiqûq, edalet nasnakin

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst di çarçoveya rojeva xwe ya hundir de rêze pêngavên ku her yek hewceye bibe sedema bertek û nerazîbûnen gelek mezin bê fikar davêje.

Mînak; piştî 6 salan dikarin serhildanên kobanê bikin hinceta qirkrina siyasî û wekîlên berê û şaredar jî di navde bi dehan endamên HDP’ê binçav bikin. Dikarin di siyaseta derve de di asta herî jor de şerûdî bikin, dikarin Ayesofya bikin mizgeft û serokê diyanetê bi şûrê destê xwe derxin ser mîmberê,  dikarin mudaxaleya Baroya parêzeran bikin, dikarin ji bo betalkirina Peymana Stenbolê bikevin nav hewldanan, di vê pêvajoya pandemiyê de dikarin odeya Bijîşkan terorîst îlan bikin, dikarin ji bo partiya Tirkiyeyê ya sêyemîn HDP’ê kampanyeya girtinê bidin destpêkirin, wezîrê karê hundir dikare gefan li serokê dadgeha bilind bixwe, sorok dozgerê Enqerê yê ku qirkirina siyasî li dijî HDP’ê daye destpêkirin piştî daweta xwe dikare yekser biçe qesra Erdogan, dikarin asta îşeknceyê bi avêtina du gundiyên kurd a ji holîkopterê bigihînin asta herî jor, dikarin pergala dadmendiyê weke lijneya edaletê ya AKP û MHP’ê bikarbînin, dikarin Meclîsa Tirkiyeyê bê wate bikin, û  makeqanûnê bin pê bikin û dewltetê bi biryarname û giştînameyan li gorî dilê xwe birêve bibin.

Di encam de perrgala perwerdehiyê, pergala tenduristiyê, pergala dadmendiyê têkçûye. Tundî û qirkirina li ser jinê bi dehan qatî zêde bûye. Civak parçe bûye û dijberî rojbiroj kûrtir dibe. Li gel rizîbûna pergalê, rizîbûna civakî û exlaqî gihiştiye asta herî jor.

Li gel van kiryarên avakirina pergala dîktayê, qeyrana aboriyê jî roj bi roj kûrtir dibe, bêkarî, xizanî û fikara pêkanîna debara malbatî roj bi roj zêde dibe. Bê edaletiya di navbera dewlemend û xizanan de kûrtir dibe. Dewlemend dewlemendtir dibe, xizan xizantir dibe. Dolar û Ewro her orj rekor dişikênin. Enfilasyon roj bi roj zêdetir dibe. Sendîka hatine bêbandorkirin, ewlehiya kar û kedkaran hatiye tunekirin, di her qadê de despotîzma ser kedkaran qatbiqat zidê dibe.

Lê ev qet ne xema hikumeta AKP-MHP’ê ye û ji bo çareseriyê qet nakeve  nav hewldanan. Heta li gorî wan qet pirsgirêka aboriyê tine ye û demokrasiya herî pêşketî li Tirkiyeyê heye.

Bi awayeke zelal diyare ku tişteke erênî ya ku ev hikumet bide civakê nemaye. Lê mixabin muxalefet jî hêvî û bendewariyeke xurt nade civakê. Lewre li gel hemû van kiryarên hovane û bêpîvanên ku weke kabûs li ser civakê pêk tên tenê yek puanek jî dengê muxalefetê zêde nabin.

Yekane partiya ku heqîqeta hikumeta AKP-MHP’ê ya kambax bi awayeke zelal û bêfikar şîrove dike û radixe berçavan HDP ye. Partiya ku li dijî pergala dîktayê hemleya avakirina eniya demokrasiyê daye destpêkirin HDP ye. Partiya ku dibêje li vî welatî bi qasî nan û avê pêdivî bi azadî, aştî û edaletê heye û ji bo wan bêfikar têdikoşe û li berxwe dide HDP ye. HDP bûye sêwana azadîxwaz, aştîxwaz, edaletxwaz û wekhevîxwazan. HDP bûye kelheya berxwedan û demokrasiyê. Lewre, bi awayeke bêpîvan û bêexlaq êrîşê HDP’ê dikin. Erdogan dizane ku heta HDP hebe dê ewlehiya dîktatoriya wî tune be.

Bê guman sedema bêpîvanî û beperwabûna hikumeta AKP-MHP’ê ya herî girîng bêpergalî û bêînsiyatîfiya muxalfetê bi xwe ye. Muxalefet qaşo ji bo “neyê lîstoka hikumetê” ji hemû kiryaran re bêdeng û bê helwest dimîne. Li dijî derhiqûqiyan helwesteke rast û zelal nîşan nade. Tenê bi telefoneke şermok nerazîbûniya xwe ya li dijî qirkirina siyasî tîne ziman. Ev têr nake. Mixabin ev helwestên şermok cesaret didin hikumeta faşîst.

Muxalefeta Tirkiyeyê bi israr naxwaze heqîqetê bibîne û li bendê ye Erdogan di encama hilbijartinan de desthilatdariya xwe radestê wan bike. Lê gotinên seroka meclîsa Emerîkayê Pelosî yên ji bo şiyar kirina Trump “ Evder ne Çîn, ne Koreya Bakûr, ne Rûsya û ne jî Tirkiyeye, evder demokrasiye” heqîqeta desthilatdariya Erdogan a di çavê cîhanê de radixe berçavan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.