Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Merd-î Kiptî, decal û decalîst

02/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
HEFTEYA LEHENGIYÊ Û SADÎZMA FAŞÎZMA DEWŞIRME
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Rayedarên Dewleta Tirk, di van rojan de, di “arzi şecaat”a xwede, “merd-î kiptî”tiya (1) xwe mikur tên.
Decal û decalîst, ketina sendroma windakirin û têkçûnê ye!…
Têkçûn di heman demê de, derketina ji mirovantiyê ye.
Decalîst, gotinek erebî ye, binyata wê “de-ce-le” ye; wateya wê, derwînî ye, tevlîhevî ye, zilm e, kuştin e, xedarî û çepelî ye, mandelekirin e û veşartin e; hasilî kelam, çi tiştê baş, olî, îmanî, ahlakî, nirx û pîroz teva tune dike.
Di serdema me de, tenê yek decal nine, lewma min gotina “decalîst” bi kar anî. Koma decalîstan jî, Konseya Ewlekariya Dewleta Tirkiyê- MGKe ye. Versiyonek berdewamî ye!…Ev navê “tahrîfata” biqasî xerabiya decal e û dibin serkêşê nexweş “decal” Erdogan de kar dikin.
Ev qonaxa dawî ya nexweşiya “raptus”, (2) bi “sendroma Heftanînê”derkete holê. Hinek ji nivîskarên Kurd, navê “sendroma Kobanê” lê dikin, lê piştî 6 salan, ne sendroma Kobanê, ne jî sendorma Nisêbînê bandore li decalan dike. Decalîst, di hişmendiya rojane ya mirovaniyê de, her roj komkujiyan dikin, êdî “xirek” bûne û cîhan jî wan li ber çavan nagire.
Ew, yanî decal, di sedsala bîstûyekê de, nunertiya sedsala navîn û paşverûtiya çeteyên wek gornebaşan dikin, biqasî decal xwe dikine rojeva cîhanê. Komara Tirkiyê êdî ne weke dewlet û ciddiyeta dewletê, wek “kargeha çeteyên dewşîrme” kar dike. Bi her êrîşa li dijî gelê Kurd, hişmendiya civakên li Tirkiyê hinekî din tarî dike.
Mînaka dawî jî, operasyona qirkirina siyasî, (25-09-’20) û destgîrkirina 82 HDPyiyan bû. Operasyon jî, di civîna dawî ya MGKê de hate standin. Ev rêbaza dewletê ye, ji salên ’90î û vir ve devam dike; ligel qikirina siyasî, mirov ji helikopterê jî avêtin xwarê. Ev, “komedia mirovaniyê”ye û tenê decalîst dikarin bikin. Nasnameya decalîstan xerabî û derew in!..
Di ciwantiya me de, projeyên li dijî komûnîzmê di rojevê de bûn. Îro, projeyên li dijÎ PKKê di rojevê de ne. Tirkiyê di sendroma PKKê de ye. Ne tenê Tirkiyê, mixabin PDK jî, sendroma PKKê dijî.
Mînek: Piştî şerê Azerbeycan û Ermenîstanê, hemû rayedarên Tirk û medya, bi yek zimanî gotin: PKK milîtanên xwe û milîtanên Ermenî şandine Ermenîstanê. PKKê, esker û milîsên Ermenî perwerde dike.
Ev mikur hatina “merd-î kiptî” û argumanên ku, gotina me ya “decal û decalîst” erê dikin e!…
Tîpolojîyên Kafka “metamorphosis”în; mirovên ketî, sifir kesayet û lewaz-î parsek in.
Decal û decalîst, pêşketina xwe di kiryarên faşîzan de dibînin… Rengê paradoksal in, di jiyanê de, li dijî jiyanê her cure bê nirxî û qirêjî di kesayeta xwe de kom kirine.
Ev destîniya têkçûnê, ji şerê Zapê (2008) û heta îro dewam dike. Sendorma PKKê jî, ji operasyona dibin Serfermandarê Artêşa Tirk Org. Yaşar Bûyûkanit da destpêkirî, heta îro, serdema Org. Hulîsî Akar devam dike.
Vêce, ne Roboskê, ne toza kimyewî, ne çalên asîtê, ne wêrankirina gund û bajaran, ne windakirina 10 hezar mirovan, ne kuştina zarokên pêçekê û 9 salî û ne kuştina kalên 85 salî, gelê Kurd ji meşa di riya azadiyê da neda rawestand. Ev formulek tilisimiya efsûnî û kozmîk e û destan derdikevin holê.
PKKe, nirxên mirovaniyê diparêze, ev hişmendî li ser xet û paradîgmeya Ocalan hatiya ava kirin, mînaka wê jî Şoreşa Rojava ye, aqîlên cîhanê jî sîstema li Rojava û Bakurê Suriye wek mînak û bingeha çareseriya pirsgirêkan dibînin.
Decalê şîzofrenî û koma decalîst, li dijî jiyanê, li dijî pêşketin û nirxên mirovaniyê, ku bi deh hezar salan hatine avakirin dijminatiyê dikin.
Hîtler jî, biryarên êrîşên li dijî mirovaniyê, di salonên partiyên sosyetî-faşîstan de didan. Erdogan jî di daweta dozgerekî faşîst de, li qesrê da.
Lê, mekanîzmeya propagendeya derewan, formulakirinên bi riya medya û çeteyên dewşîrme jî, wê nikaribe decal û decalîstan ji têkçûnê rizgar bikin.
………………
1-Kiptî, di pesindariya mêrxasiya xwe de diziya xwe eşkere dike..
3-Depresyona şiddih, şizofreni, êrîşkarî û rîska xwe kuştinê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.