Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Rojavanîzma Flamanî”

02/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ez Kurd im, Kurdî dixwazim
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M. FERHO

Di roja îro de Ewropa û welatên din yên Rojava civakeke modern ji xwe re ava kirine. Ji ber gelek sedeman welatên ku Kurd lê dijîn û derdor heta niha jî di nava aloziyên mezin de xeniqîne. Ev alozî yek ji sebeba ku Kurd jî heta niha di rewşa îro de ne. Bê goman Kurd jî di hin waran de ne bê guneh in. Lê dîsa meriv dikare bi serbilindî bibe şahîdê pêkanînên nuh li Kurdistan. Li Ewropa û Rojavaya modern hin bîrewer pesnê van bîr û ramanan li welatê me Kurdistan dikin.
Yek i wan rojnamevan û sosyolog Karel Sterckx e. Di nivîseke xwe de li ser pêkanînên serketî yên Kurdan li Rojava dinivîse (http://cultuurlabvlaanderen.be/?page_id=1614). Modela Rojava ji civaka Flaman re dike mînak û rayedarên welatê xwe vedixwêne ku li ser wî esasî civaka xwe ji nuh ve ava bikin. Navê nivîsa xwe jî kiriye Vlaams Rojavanîzme. Karel Sterckx merivekî civaknas e, di saziyên cuda de xebat kiriye û demeke kurt jî wek şêwirmend di Enstituya Kurdî ya Brukselê de kar kiriye. Di dema xebata xwe de li Enstituyê jî lêkolîn li ser modela Rojava dike û hê baştir nas dike.
Civak û tevgera Flaman di roja îro de rexne dike. Rexna wî ew e ku tevgera Flaman ji demeke dirêj ve gelek ji sembolên xwe xistiye çarçeweya têkoşînê folklorîk. Xebata pêwîst û esasî di hin waran de lawaz kirine. Pêdiviyên esasî di siyasetê de, kultûr, ziman, civak, perwerde û rêvebiriyê de weka tê xwestin nabin. Hêviyên rêvebiriyê jî ji saziyên civakî-kultûrî ew e ku bi derfetên kêm bibin serkêşê guhertinên demokratîk.Lê derfetan jî kêm dide. Pêşniyara wî “ji nuh ve avakirina civakek qewîn, hevkar, payda (beşdar) û demokratîk e. Paş van gotinan wek mînak “Bakur-Rojavayê Suriyê: jiyanek nuh, rêgez û rêçikek nuh” dide. Ev navê berhemeke ku Enstituya Kurdî ya Brukselê weşandiye. Bîr û ramana xwe paş xwendina wê weşanê formule kiriye.
Di nivîsa xwe de pesnê hevkarî û beşdarbûna civaka sivîl bi rêvebiriyê re di biryar û pêkanînan de dide. Di vê çarçeweyê de dibêje hedef û encam gerek e ne qezenc û berjewendiyên hikûmet û bazirganiyê bin. Esas civak e û di avakirina modelek nuh de berçavkirina hemû berjewendiyên vê civakê ne. Ekololojî li ber çav be û agahdarî di vî warî de xurt be. Di pêkanîna vê projeyê de jî herî giring beşdariya biryar û kiryaran ji aliyê civakê ye.
Bê goman ji bo civakek bibe modela cîhana demokratîk gelek pêdivî hene ku werin bi cîkirin. Hê pirr kêmasî hene ku li Bakur-Rojava werin temamkirin. Lê hêviyên mezin di vê modelê de hene û dikare bibe mînakek ji temamiya civakên Ewropa û rojavaya din. Eger rejîmên bêbext û dagîrker nebin kelemên pêş vê projeya pîroz.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.