Berê, mirovan serpêhatî û bûyerên girîng ji bîr nedikirin. Pirtûk û romanên dixwendin, di bîr û hizra xwe de jiber dikirin, ji helbest û stranên hezkirî, di giyanê xwe de, mîna pêdiviya vîtaminan diparastin! Ji bo paşeroja xwe, serpêhatî, bîranîn û bûyerên bihurî, mîna xelekên zincîran ji hevdu raqetandî nedikirin. Bîrokî û ji ‘bîrkirin’ êdî nexweşiya serdema teknolojî û ‘dîjîtalî’ ye!
Me bi dehan hejmarên telefonan di hişên xwe de ezbere (jiber) dikirin, rê û rêbaz, kolan û kuçeyên bajaran, mîna pêdiviyekê, me ji bîr nedikirin.
Hin caran min digot, herhal ji ber bandora koçberiyê, ji ber sedemên jiyana xerîbiyê ye ku mirov bîroke dibe û hafize lewaz dibe. Lê van salên dawiyê, êdî têgihiştim ku serdema ‘teknolojî- dîjîtalî’ tevî hemû nîmetên xwe ên erênî, rûyên xwe yê neyînî jî hene. Hêsanî, têgîniyên bê ked, ji milekî dinê ve tê wateya tembelî û lewaziya mêjî û hafizeya meriv. ’Serdema’ ku cîhana mirovan bi qasî gundekî biçûk kiriye de, gelo tûrikê bîra me jî biçûk kiriye?… hema van 20 salên dawiyê em bînin bîra xwe. Ango bûyerên li welatê me qewimîn û diqewimin, mîna ku ji xafila mirovan tê. Em wekî civak jî, xuya ye, em ji bo xafilbûn û jibîrkirinê re, hinekî vekirî ne!
Ger mirov bîra xwe herdem teze û nû neke, her wiha, xemxwariyên xwe ên bîrdozî lewaz û sist dike! Bêguman, hişmendiya rentekar û manfeetperst jî, wê li hawirdora meriv bi pêşkeve!. Îca ‘postmoderizma’ ku dibêje: em zarokên îro ne, me çi ji duh ye! Mixabin, dê bibe mînaka herî sosret.
Em bînin bîra hev. Berî çil salan, cendirmeyekî an memûrekî dewletê, an jî ajanekî pergalê, hikûmdarê li ser civaka me bû. Lê îro şansekî van pergalan wisa heye, ku civaka me bi cendirmeyekî an ajanekî kontrol bike? Berî bîst salan, ango di pêvajoya esareta Rêberê Gelê Kurd de, travma gelê me kişand, dagirkeran bi şerê psîkolojîk êrîş mêjiyên civakê dikirin! Da ku bîr û baweriyê bişkînin. Di wê serdemê de, gelek kesan bawer kirin ku êdî tevgera azadiya gelê kurd têk çûye. Lê îro? Ka kî têkçûye?
Di qada têkoşîna civakî de, ji destpêka salên 1990’an û heya niha, fêlbaziyên vê pergala zalimkar û dagirker, heger meriv mîna fîlmekî ‘kevneşop’ temaşe bike, hûn ê bînin bîra xwe ku ji serî û heya dawiya ev fîlma sosret, hemû konseptên çewisandina vîn û hêviyên civakê ne. Ji kuştin û zindankirina parlementeran, ji hemleyên JÎTEM’ê ta bûyerên faîlên wan diyar, ji konseptên’operasiyonên KCK’ê’ ta destdayîn û xespkirina şaredariyan. Bi kurtî, li hemberî her hewldaneke civaka sîvîl, dewletê bi hovîtî êrîşên xwe berdewam kirine! Bi tecrîd û dîlgirtinê, siyasetmedarên kurd û qada sivîl kiriye armanca çewisandin û tundîyê. Îca bi pêşketina şoreşa Rojava re, çavsoriya vê pergalê êdî hişmendiya xwe ya li dijî gelê kurd, bi dagirkirina Efrînê re, bi temamî hatiye aşkerakirin.
Bêguman, dîlgirtina birêz Selahattîn Demîrtaş jî, êdî ne tenê gelê kurd, her wiha hemû cîhan jî, îro dizane ku ev pergala neyartiya gelê kurd dike.
Niha gelê me li bakur di pêvajoyek dîrokî de ye, di nav tekoşînek bêhempa de ye, li beşên din jî, piraniya gelê kurd di nava hêvî û bendewariyekê de ne.
Îro, di tevnên civakî de, min temaşe û guhdariya Dayîkekê li Amedê kir!
Bawerim, hemu xame, nivîs, gotar û bangewazî, li ber hewildanên vê dayikê nikarin xwe bînin ziman. Dayîkek bi temenê xwe mezin, bi wêneyê Selahattîn Demîrtaş û ala HDP’ê, kolan bi kolan digere, stranên hîsî û wîjdanê distrîne, helbestên xîret û mirovahiyê dixwîne. Pêwîste her kesek ji me, jin, mêr, keç û xort, em ji wijdan û xîreta xwe lêpirsînekê vekin! Da ku em vê pêvajoya dîrokî veguhezin firsendekê ji bo biratiya gelan, ji bo aştî û aramiya hemû gelan.
Em hene, Em DIKARIN!…
Jêder-e-rojname
Xelîl XEMGÎN