Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KURDÊN AZAD

28/09/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê Îdlibê
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Barzanî û KDP (bi zanebûn nabêjim PDK) çima li kêleka dijminê xwe cîh girtin û êrîşî tevgera azadiya Kurdistan kirin? KDP çima hîç bi du şopê dîroka xwe neket? KDP çima ji dîrokê ders negirt? KDP çima li pêşiya yekitiya netewî bû asteng?

Her tişt 25 sal berê destpêkir. Di rewşeke defacto de herêmek azad û Kurdistanek azad avabû. Desthilatdarî di destê wan de ye û roj bi roj bi malbatî dewlemend dibûn. Hemû rêyên kaniyan û desthilatdariyê di destê wan de bû. Navê wan hêdî hêdî di nav lîsteya herî dewlemend ê cîhanê de derbas dibû. Qesir û Residence/rezidansê wan hebûn. Lê li aliyê din gel jî di nav belengaziyek de û di serdemek dijwar de dijiya.

KDP bi danûsandin û teslîmbûna dewleta Tirk re dixwest vê dewlemandiya xwe biparêze.

Lê tiştek û hêzek ku vê dewlemendiya wan tehdîd dikir jî derketibû hole. Di nav civaka Başûrê Kurdistan de hişyariyek çêbûbû. Êdî ‘kurdên azad’ hebûn.

 

PKK li kuderê bi paradigma, fikr û ramanên Rêber Apo têdikoşiya, li wêderê Kurdên azad bi rêxistin dikir. Ev Kurdên azad sîstema dagirkeran, talenkar, qirker û li başûr jî Barzaniyan tehdît dikir. Ev Kurdên azad di van salên dawî de, li Başûrê Kurdistan, li dijî dagirkerî, gendelî, bêrêtî û rêveberiya xemsar serî hildidabûn. Û êdî ji riveberiya herêma Kurdistan hesab dipirsîn. Li ser vê yekê, êrîşî Kurdên azad kirin. Lê bi tu awayî nikaribûn wan bidin seknandin.

Mînaka herî nêz li Şeladizê derket holê. Kurdên azad êrişî bargehên dewleta Tirk a dagirker ku tê de pêşmergeyên KDP ji hebûn, kirin. KDP aciz bû û êrîşî gel kir, lê dîsa jî nikarîbû wan bide seknandin.

Malbata Barzanî û KDP nikarîbûn pêşî li vê pêla gel bigirin, vegeriyan êrîşî PKK kirin. Dixwestin sînoran di navbera PKK û Kurdên azad de deynin. Dixwestin dilsoziya gel a bi gerîla û PKKê re qût bikin. Di gotin; PKK bu sedem ku dewleta Tirk li herêma Başûr bicih bûye. PKK li vêderê nebûya wê dewleta Tirk êrîşî herêma Kurdistan nekira.

Jibîrkiribûn ku di 2017an de, di pêvajoya referandûma serxwebûnê de êrîşên dewleta Tirk ji ber sedema hebûna PKK nebû.

Jibîrkirin dema ku DAÎŞ êrîşî Şengalê û herêma başûrê Kurdistan kir, PKK ne li herêmê bû.

Jibîrkirin; PKK valahiya kesên ku ji ber DAÎŞê bi zanebûn bazdan tijî kir û gel ji karesata mezin rizgar kir.

Jibîrkirin ku konvoya gerîlayan, li ser lava û daxwazên Barzanî, di nav Hewlêrê de derbasbû û çû Mexmûrê rizgar kirin.

Lê gel jibîr nekir. Gel bû şahid ku gerîla û şervanên PKK’ê wê demê bi lehengiyek mezin li dijî DAÎŞ’ê şer kirin.

KDP ji gel, ji Kurdan, ji Kurdistan, ji nirxan û ji mirovahiyê dûr ketiye. Xewn û xeyelên Kurdan yên yekitiyê bomberduman dike. Li pêşiya yekitiya Kurdan gelek astengî derdixe. Wisa dike ku ev yek bi başûr jî sînorkirî nehişt. Hin kes û rêxistin ji vê yekê sûd (maddî û manevî) wergirtin û bûn parçeyek ji siyaseta KDP’ê.

Lê îroj madem Kurdan ev rastî dîtin dive ku biryarek bigirin. KDP were tecrîd kirin û li derveyî xebatên yekitiyê were hiştin. Israr û banga ji bo KDPê, hedefa yekitiya netewî roj bi roj bi derengî dixe. Dive êdî xebatên yekitiya netewî bê KDP werin domandin. Heger tê xwestin ku li çar parçeyî yekitî were avakirin, li parçeyê Başûr bi ‘Kurdên azad’ re xebatên yekîtî were destpêkirin. Sazî û dezgehên ‘Kurdên azad’ dikarin tevlî nav van xebatan bibin û ji van xebatan re pêşengtî bikin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.