Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Navê Pêşmerge jî xera kirin!

28/09/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet AKTAŞ

Vê rêveberiya Hewlêre, Pêşmerge, ji naveroka xwe, ji wateya xwe, bi kurtayî ji rûmet û keramet û dîroka xwe dûr xistin.
Wateya Pêşmerge; ew kesê li pêş diçe mirinê, canfeda, canbexşê welat û gelê xwe ye. Li ser vê naveroka bi şeref ev nav hatiye afirandin.
Di sala 1946’an de, bi avakirina Komara Kurdistanê re, Pêşewa Qazî Mihemed, ji bo navekî ji Arteşa xwe re bibîne, li Mehabadê civîneke berfireh li dardixe. Li gel nîqaşên dûr û dirêj, di encamê de, Ehmed Desmal ê çaygerê Pêşewa vî navê pîraz pêşniyaz dike û ji aliyê hemû beşdarên civînê tê pejirandin.
Tê gotin Mele Mistefayê bavê Mesûd û bapîrê Mesrûr û Neçîr jî li wê civînê amade bû.
Ê baş e, ew hêza bi wî navê pîroz û bi wê armanca bi şeref a parastina Komara Kurdistanê û rizgarkirin û geşkirina hemû Kurdistanê hatibû damezrandin, nuha çi dikin an jî çi erkdarî danîne ser milên wan?
Erê pirs û gotin yekser ji neviyên wî kesê ku wî jî ev nav pejirndibû; Nêçîr û Mesrûr re ye.
Nuha ev hêza bi rûmet, we xistiye xizmeta bê rûmet, we xistiye xizmeta dewleta faşîst û dagirker û kurdkuj a Receb û Bahçelî. We armanca wan berovajî kiriye, ne bo parastina Kurd û Kurdistanê, dijberî Kurd û Kurdistanê.
Ma parastina MİT û baregehên leşkerê dewleta Receb ê qirkerê Kurdan, erk û peywira Pêşmerge ye? Ma avakirina qerekolên Seddam, ji Sêmalkê heta Sihêla seranserê sînorê Başûr û Rojavayê Kurdisitanê, bi cihkirina Pêşmergeyên bi kamerayên modern û termal, ne projeya Receb e?
Her wiha dorpoçkirina Mexmûrê û Şingalê, derîgirtina Sêmalka û bi giştî ji hevqetandina Kurd û Kurdistanê ne daxwaze Receb e, ji we?
Sed heyf û mixabin, we ew PÊŞMERGE’yê li ser felsefe û mirazê Pêşewa û gelê me yê pîroz hatibû damezrandin we xerakir. Bê şerm we Roj jî lê zêde kiriye! Yê ku dagirker perwerde bike ew ê çawa li dijî dagirker şer bike?
Ma gelo ew hewldanên bi navê yekrêziya kurdan a ku nuha bi navê ENKS’ê tê meşandin û J.Jeffrey garantoriya wê hildide ser milê xwe, ne parçeyê heman projeyê ye? Ma digonce; ji alîkî ve ji bo Kurdistanî negihên hev, hûn sînoran bi çekên giran û modern qayim bikin, dorpêçê li ser gelê me deynin û bejin “em yekîtî û tifaqa Kurd û Kurdistaniyan dixwazin”!?
Ev bêrêziya we, li himberî Pêşewa Qazî Mihemet, Mustefa Berzanî, hemû şervan û gelê Kurdistanê ye, bi taybetî jî bê rûmetiya herî mezîn jî hûn li himber şehîdên Kurdistanê dikin. Ma wan xwîn rijand ji bo hûn bikin mal û milk ji malbatên xwe re, ji bo hûn bixin xizmeta neyarên Kurdistanê, mêtinger û qirkeran?
Bê gûman şopdarên wan Pêşewayên nemir û xwediyên doza wan, li ser piyan e û ji we û hevparên we yên dagirker û qirker bi hêztir in. Hilbet ew ê tola wan kesayetiyên heja û dîrokî ji we bistînin û Kurdistana Azad ava bikin!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.