Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê gel li paşroja xwe xwedî derkeve

28/09/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Leyla Guven hewl dide bendan hilweşîne
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BERDRAN

Li Sûriyê şer û dagîrkeriya Tirkan dewam dike. Diyar e ku ti berjewendiyên gel div î şerî de nînin û şer naxwaze. Digel wê divê dewamkirina şer çawa were diyarkirin? Rêveberiya Şamê di çarçoveya desthilatdariyê de nêzîkî pirsgirêkan dibe. Hêzên ku ji wan re tê gotin dijberiya Sûriyê nasnameya xwe winda kirine û piraniya wan ketine binê fermanên dagîrkerên Tirkan. Çawa ku hat dîtin bi fermanên dagîrkerên Tirkan di dagîrkirina Efrîn û Serê Kaniyê de li pêşiyê meşiyan. Her sûcê dermirovî kirin.
Berî niha bi demekê heyeteke MSDê ji bo hevdîtinan li Moskowa bû. Carayekê bû ku Lavrov bi vê heyetê re hevdîtin kir. Piştî wê nûnerê taybet yê Emerîka yê ji bo Sûriyê Jeffrey bi nûnerên bakur-rojhilatê Sûriyê re hevdîtin kir. Dewletên dinyayê yên mezin yên weke Emerîka û Rûsya li Sûriyê ne. Dewleta Tirk jî bi xwespartina van dewletan seferên dagîrkeriyê kirin. Bi hezaran mirov kuştin. Bi sedhezaran jî ji warên wan kirin. Eşkere sûcê qirkirinê kir. Hindik jî be ev sûcên şer ji aliye komisyonên NY ve hatin diyarkirin û ji rayagiştî re hatin ragihandin.
Bi navê Astana û Soçê Rûsya bi Îran û Tirkiyê re gelek hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de mijara hevbeş dûrxistina Kurdan ji wan pêvajoyan bû. Halbiku Kurdan bi gelên Sûriyê re li bakur-rojhilatê Sûriyê DAIŞ paqij kiribû û rêveberiyên xweser ava kiribûn. Li Sûriyê ciyê yekane yê modela demokratîk ev der bû û ji sisiyên Sûriyê bû. Beşeke girîng ya welat li derve bimîne wê çawa çareserî çêbûya? Çawa ku heta niha ti çareserî derneketin. Û halê hazir jî ti çareserî xuya nakin.
Tirkiyê hezeke mezin ya leşkerî biriye Idlibê. Herêmên din jî yên bakur-rojhilatê Sûriyê di binê gefên dagîrkeriyê de digire. Bi hezaran ciwanên Ereb bi erzanî ji bo xwe kirine leşkerên bipere. Ji gelek welatan bermayiyên DAIŞ û EL-Nusra kom dike û dixebite nasnameyeke siyasî ji wan re bide qezenckirin. Ji bo tevlîhevkirina Sûriyê û rêxistinkirina kuştina mirovan didomîne.
Sûcûn Tirkiyê kirîn Emerîka û Rûsya tevan dizanin. Lê ji ber berjewendiyên xwe yan bêdeng dimînin, yan ji bo bidestxistina tawîzekê dikin mijara bazarê. Dema wisa dibe ne dagîrkeriya Tirkan diqede, ne pêşiya dagîrkeriyên nû tê girtin. Rûsya girtibû ser xwe ku rêveberiyên xweser û Şamê li hev bîne. Lê heta niha ti pêşketin çênebûne. Şamê di hişmendiya xwe ya Baasê de ti guhertin çênekirine. Hebûna Îranê ya li Sûriyê tê tengavkirin. Lê Emerîka Girê Spê û Serê Kaniyê pêşkêşî Tirkan kirin.
Halê hazir başroja gelên Sûriyê di destê hêzên weke Emerîka û Rûsya de tê dîtin. Diyar e ku Emerîka ne bi serê xwe ye yî. Carna koalisyonê hevalbendên xwe li derve dihêle, lê bi gelek dewletan re şirîkatiya wê heye. Dewletên Ereban jî li derveyî Emerîka nikarin helwesteke xweser nîşan bidin. Ji ber wê divê gelên Sûriyê van geşedanan û vê rewşê bibinin û binirxînin. Nikarin paşroja xwe bi tevayî bi hêviya wijdana hêzên derve ve bihêlin. Ji bo destwerdana li geşedanan û çareseriyê pêwîstî bi hêzê heye. Eger xwe bi rêxistin nekin û nebin hêz ti kes guhê xwe nade wan. Li bakur-rojhilatê Sûriyê li ber xwe dan û bûn hêz. Ji ber wê karîn rêveberiyeke demokratîk ava bikin û xwe bi rê ve birin. Piştî niha jî ji bo parastina hebûna xwe û ji bo ku bikarin alîkariya çareseriyê bikin, neçar in xwe xurttir bi rêxistin bikin. Lewre di serî de dewleta Tirk hebûna wan di binê gefa gelek hêzan de ne. Herêmên xweser kirine hedef.
Herêmên xweser divê hem modela demokratîk baş biparêzin, hem rêxistina hundir kûr bikin. Mirovên li van herêman mayîn, divê di saziyekê de li deverekê ciyê xwe bigirin. Divê kesek tenê jî bêrêxistin nemîne. Li akedemiyên demokratîk yên pêşengiya gel dikin divê bênavber bên perwerdekirin. Komîn û meclis di heman demê de divê bibin dibistanên afirandina civakeke demokratîk.
Riya herî rast ku di gel de li çareseriyê bigerin. Piraniya hêzên din ne li vir dijîn. Yên li vir dijîn û mayîndeyên vir gelên Sûriyê ne. Ji ber wê divê gel bi zanebûneke kûrtir xwe bihêz bikin û ew bixwe paşroja xwe diyar bikin. Çareseriyên ji derve ve bi ser wan de disepînin divê çawa ku qeder be stûyê xwe xwar nekin. Pêwîstiya Sûriyê ya herî bingehî ka wê desthilatdarî di navbera kê û kê de bê parvekirin. Berî her tiştî ya pêwîst û bingehî ku bikarin bibin civakeke demokratîk û birêxistinkirî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.