Sîpan Şînda
Heçîke fîlozof in, di dîrokê de navêkî xwe yê giran û girîng hene. Di dîroka mirovahiyê de gelek fîlozof hatine û çûne. Bi hezaran salan e navê hinek fîlozofan bi saya serê hizir û ramanên wan yên xweşik û mirovahî ronî kirîn, di nava jiyanê de zindî dimînin. Fîlozof ne kesên ku ji rêzê ne û di hemî warê jiyanê de xwedî ramanên qedirgiran in. Di warê felsefe, fîzîk, kîmya, huner, polîtîka, anatomî, metemetîk, wêje, tib, metafîzîk… hema çi bê bîra we hizrên wan hene. Bi saya serê qedirgiraniya ew fikrên wana yên pirr alî û rêberî ji morovahiyê re kirine ku navê wan ji dijî. Di roja me de ji fîlozof hene. Ew kesên ku fîlozof in, ji xwe jiyana wan bi pirranî di nava xwendin, nivîsandin, lêkolîn û hizirandinê de dibore. Ya rast mebesta min ne ew e ku ez li ser jiyana fîlozofan binivîsim. Jixwe hûn hemî ji min çêtir dizanin ku ka fîlozof kî ne û çawe dijîn. Jiber wê ez serê we zêde naêşînim.
Di nav hemî qewman de fîlozof derketine û hene, lê belê qewmek heye ku ez dibêjim ji sedî not pitir şêniyên wî qewmî fîlozof in. Hûn niha mereq dikin ku ka ev çi qewm e newe! Ez ji mereq dikim. Lê hûn wî qewmî kêm zêde nas dikin. Ez ji we re bêjim, Kurd in Kurd! Erê we rast bihîst. Şaqis nebin û li dora xwe ji nenêrin. Pêşiyê li xwe binêrin. Dibe ku hûn ji yek ji wan fîlozofan bin ha! Ka baş hizirê xwe bikin, gelo ji xeynî Kurdan pêve qewmek dî heye ku ji sedî not zêdetir şêniyên wê fîlozof bin! Hûnê bêjin çawe? Ev ne demekî dirêj e ku ez li sergumê ango xerîbiyê dijîm. Heta ku ez li welêt bûm, min didît ku Kurd di hemî warî de xwediyê hizir û ramanan bûn. Tişta ku nezanibiyan tune bû. Û li gorî wan, fikir û ramanên wan yên herî baş û pêjvero bûn. Ji hunerê bigirin heta zanistên civakî, ji felsefê bigirin heta polîtîkayê, di hemî warî de xwedî fikir û ramanên bêhempa bûn. Û herweha li gorî wan tu kesî ji tu tiştên rast nedikirin û her tiştên ku dihatin kirin xelet bûn. Jiber wê diviya bû ku li gorî fikirên wan polîtîka bihatan birêvebirin. Piştî ku ez hatim sergumê, min dît ku Kurdên li dîyasporayê dijîne ji ne ji yên li welêt kêmtir in. Ew ji bê xwendin û lêkolîn di hemî warî de xwediyê fikrên gelekî giranbiha ne.
Li gorî Kurdan polîtîkayên herî baş ew dizanin, teoriyên herî baş yên wan in. Eqiltirîn kes ew in. Lê çi bikin, ne tu kes destê wan digire û ne jî kes riya wan vedike da ku wan fikrên xwe yên herî baş û pêjvero li cîhanê belav bikin. Herweha li gorî waan, hetanî niha hemî rêber û serokên Kurdan û siyasetmedarên Kurdan her tim polîtîkayên şaş dane pêşiya gel û jiber wê ye Kurd di vî halî de ne. Tiştek xerîbe, lê derûniya Kurdan ev e. Belê dema xwendin û lêkolîn di nava civakê de di rêjeyeke kêm de be, fîlozofên civakê ji zêde dibin. Ev nêrîna min e, gelo hûn çi dibêjin?






