Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Faşîzm mejıyê xerabe ye û sûc e!

25/09/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
MAHŞER-Î KURDISTAN Û MÎLAD-Î KURDISTAN
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Demildest, em bêjin, faşizm mêjiyekî xerabe ye, kuştina şaristanî û nirxên mirovaniyê ye.
Faşîzma li Tirkiyê xwedî bingehek dîrokî ye û “menşe-î metrûk”e. Çavkaniyên klîmatên wê jî, şûr e, li ser bingeha “copy-kultur”ê hatiye ava kirin. Di copy kûltûr de, tore nîne.
Di dîroka Komara Tirkiyê de tore, li gorî desthilatdaran diguhere.
Dema ku desthilatdarî, serdemeke dirêj li ser kar dimîne, artêşa dewşirme jî dest dideyne ser desthilatdariyê û toreya, “menşe-î metrûk” ya paşayên Osmanî dike pratîkê.
Xwendevan dikarin bêjin, desthilatdariya AKP/MHPê, serdemek dirêj e li ser kar e û darbe çênebû. Rast e, em bi gotina Ocalan “tore çi be, paşeroj jî ew e” formulasyonekê bikin.
Yek: Desthilatdariya AKP/MHPê, mîratzadeyê darbeya faşîst ya 12ê Îlonê ye û bi xwe darbekar e… Du: Desthilatdariya AKP/MHPê, mîratzadeyê Îttîhad û Terakî ye û xwedî îdeolojiya ixwanî ye…
Toreya ku, di destpêka damezrandina Komara Tirkiyê de hate danîn, “şedîdî”ya şakî Topal Osman û “şedîdî”ya Sakalli Nureddîn Paşa ye. Parêzerê van serokên çeteyan jî, yek; Mustafa Kemal e… Du, Fewzî Çakmak e!…
El Heq, di sed salî de, magazîna kultura Tirkiyê bi pirtûkan hate dagirtin, bi cîldan ansîklopedî, ferheng hatin nivîsandin.
Ji sedî 10 nivîskarên Tirk tenzîh dikim û car din dibêjin; El Heq, teva copy ne û nivîskariya eylûlîst-tabîst e, bi îdeolojiya “menşe-î metrûk” û faşîzma “rafîzî” nivîskariyê dikin.
Dema ku mirov, behsa kultura Komara Tirkiyê dike, divê pêşî, “Kolana Cagaloglu” ku bû “aşê hêrtin”a kultêra gelan bîne bîra xwe.
Vêce em vegerin destpêkê û bêjin: Kesê ku ahlakê wî nebe, dijminê aştiyê, demokrasî, edalet, dîrok, kûltûr, felsefê, dîrok û mirovên aqîl û lîderan e. Ev xisletên dûrî “wesf” û “xislet” û nirxên însanî di kesayeta Erdogan de kom bûne.
Eger, felsefe, xwedî hêza bidestxistina rastî û têgihiştina rastiyan be, demildest em dikarin li cem Erdogan, çend navên din ku Kurd in jî rêz bikin.
Mixabin, ev nav ji Başûrê Kurdistanê ne. Ez “sehwen” van gotinan nabêjin: Eger li civatek ji huner û felsefê werê dûr kirin, wek ku Nietzsche dibêje; nirxên bi keda mirovaniyê ya hezar salan hatine bidestxistin teva têk diçin.
Ev jî, dîtina Sartre ya berterefkirina “mirovê kollektîf”e.
Mixabin, desthilardarên herêma Başûrê Kurdistanê di vî warî de gunehkar in.
Me çima ev gotinên ji “sehwen” dûr, di derbarê rayedarên Başûrê Kurdistanê de gotin?
Em hinekî vekin: Di van rojên ku, Erdogan; yek, li Bakurê Kurdistanê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê baregehên eskerî û qereqolan çêdike; du, li Tirkiyê SSên xwe ava dikê de; li Başûrê Kurdistanê jî, PDKe, li gorî planê Tirkiyê li sînorê Rojavayê Kurdistanê qereqolan çêdike, du, pêşmerge ji hêza Kurdistanî derxistine kirina çekdarên xwe, sê, ambargoya li ser Mexmurê didomîne, çar, li dijî Şingalê lîstikên kontrawarî dike, pênc û herî giring û sosret û bêxelat; dagirkeriya dewleta Tirk meşrû dike.
Xaleke din û balkêş; Ligel MÎTa Tirkiyê û efserên artêşa Tirk, nûnerên SADAT jî, (1) li Herêma Başûrê Kurdistanê, şêwirmendiya leşkerî ya PDKê dike…
Faşîzm, sîstemek devletî ye; li Herêma Başûr desthilatdarî heye, devlet nîne. Lîder hene, xwe azad û xwedî îrade nabînin, civakê jî dibin zeptûreptê de digirin. Di şerên neteweyî de, “yek lîder” şertê nebê nabe ye; li Başûrê Kurdistanê lîder pirr in û piştî referandumê, “şerekî ne şer, şerê teslîmiyetê” çêbû, hêzên PDKê û YNKê, bêyî ku fişekê biteqînin ji bajarên Kurdistanê derketin û di kelihên Hewlêr û Silêmaniyê de asê bûn. Çeteyên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin, lê Pêşemergeyên PDKê, bêyî fişekê biteqînin Şingal terk kirin, Pêşmergeyên YNKê jî bi hawara Şingalê ve neçûn.
El Heq, li Başûrê Kurdistanê şer heye; dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê daye dest pê kirin û Gerillayên azadiyê li dijî hêzên Artêşa Tirk şer dikin.
El Heq, şer heye, li herêma parçekirî, yan jî dabeş kirî ya Başûrê Kurdistanê şer heye, PDKe, YNK û partiyên din yên siyasî li dijî dagirkeran şer nakin; mixabin, desthilatdarî bi daxuyanî û kiryarên xwe, dagirkeriya dewleta Tirk meşrû dikin. Tovê waweylê ye!…
Başûrê ne dewlet e, parçeyek ji federasyona Iraqê ye, lê wek devletekê haraket dike û hevkariya faşîzma devleta Tirkiyê dike. Faşîzm, mêjiyekê xerabûyî ye û her Partiya Kurd, her hêza çekdar ya Kurd, mecbur e û li dijî mêjiyê xerabûyî û êrîşên dagirkeriya faşîzma Dewleta Tirk şer bike.
Reva ji vî şertî, sucê dîrokî ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.