Derwêş M. FERHO
Şerr û hewldanên rayedarên Turk di hember Kurdan de bi sedsal e didome. Lê ji 2017 ve di hember hevalbendên berê, “terorîstên” îro, Cemaeta Gulen, (FETO) destpêkiri ne. Ew rayedarên ku berê ji F. Gülen re xulamtî dikir îro dijminatiya wî dikin.
F. Gülenê ku digot “50 hezar ji wan (berxwedêrên Kurdan) li hev bidin hev û serê gişan jê bikin û biavêjin”. Ew û rêxistina xwe bi rayedarên îro re şirîkê temamiya sucên di hember Kurdistaniyan de hatine kirin in. Ew dê di pêşerojê de di ojdanê xwe de çawa rehet bibin û Kurdistanî wan çawa efû dikin pirseke giring e.
Li welêt çi bi wan dikin mijara nivîseke din e. Mijara me ya îro, ew çawa ji aliyê şirîkên zor û zilma doh, îro li dervayê welêt jî bûne hedefa êrîşên berfereh. Bi awayekî pirr fereh maxdûr dibin? Na. Ne mîna Kurdan ku ji destpêka penaberiyê ve pirsgirêkên dijwar. Bi dehan salan e tev şirîkên xwe di her warî de amadekariyên xwe kirine. Rewşa aboriya xwe xurt kirine, rêxistinkirî ne, di perwerdê de xwe dighînin astên herî bilind, di xebata îdarî û siyasetê de li her qadî xwe bi cî dikin.
Di rewşa herî xerab ya îro de jî xebatên wan didomin.
Çawa li welêt ev tevgera dijminê Kurdistaniyan aktîf bû, li Ewropa jî di xebatên xwe de ji bo îdeolojî û berjewendiyên xwe teqsîr nakin. Doh çi bûn, îro jî ew in. Ji sibe re bi hêvî ne.
Çend mînakên girîng: Kursiyê Perwerdê ya Zanyariya Gülen, bi navê “Gülen-Leerstoel” li zanîngeha Katolîk ya Leuven e (KULeuven) di 2010 de bi rêvebiriya çend professor û siyasedtmedarên Beljîkî ü Turk tê vekirin. Navenda Perwerdêya Turkî di bin sîwana Zanîngeha Gent de (Centrum voor Turkse Studies aan de UGent) aktîf dibe. Rojnameyek bi navê Zaman Vandaag tê weşandin, Federasyona bi navê Fedactio ava dibe, Xwendegehên bi navê Lucerna-colleges li çend bajarên mezin yên Beljîka ava dibin. Interculturel Dialoog Platform vzw jî weke xezîna wan bar digre ser milên xwe.
Merivê xezeb ji kesekî din re bixwaze, li pêş xwe rastî xezeba kesekî din tê.
Xulamên doh ji bo îqtîdarê pas li şêxên xwe xist û ew qewirand. Li dervayê welêt jî çûn ser wan. Li temamiya Ewropa û bi taybetî li Beljîka dewleta Turk her derfeta xwe bi kar anî û xwest her kes yan saziyek girêdanê wî bi navê FETÖ re hebe were girtin. Zanîngeh û rayedarên Beljîka tehdîd dike. Peywendiyên aborî û projeyên arkeolojîk “Sagalassos-project“ ku ji demekê de li Turkiyê bi rêve diçin dike çek.
Hewldanên Prof. Dr. Rik Torfs, rektorê Zanîngeha Leuven (KUL), Prof. Dr. Johan Leman, Prof. Danny Pieters, Prof. Emmanuel Gerard, Kursiyê Perwerdê bi navê “Gülen-Leerstoel” hate girtin. Navenda Perwerdêya Turkî ya Zanîngeha Gent, rojnameya Zaman Vandaag û hwd. deriyên xwe ji demekê de qufle kirin e. Dewleta Turk 29 navend, rêxistin, sazî û komelê ser bi FETO ve dike lîstê û ji Beljîka dixwaze ew werin girtin. Hemû nebin jî pirraniya wan deriyê xwe asê kirin.
Rayedarên dewleta Turk her derfetê bikar tîne ku berberên xwe bertaraf bike.
Dawiya wan hat? Na. Demkî be jî ew tuşî xezeba hevalbendên xwe yên berê hatin. Lê di bin navên din de, bi rêgez û rojevên cuda xebata xwe didomin.
Ez agahdar im ku peywendî çend saziyên Kurd re kirine. Lê wan saziyan daxwaza zelalkirin û lêborîna wan axaftinên serkêşê wan kiriye. Di pêşerojê de her tişt zelal dibe.






