Idrîs HENAN
Nandozî xisletek bi cilên kedê xemilandî ye lê li di binyada wê de xizmeta bi pere ji berjewendiyên biyanî re ye. Gengaze nandozî weke zihniyet jimarek mirovan lê bête nihêrandin ku armanca wê bi pereyan firotina baweriyan e. Tenê koma pereyên tên dayîn pîvan, sedem û rewatiya wî karî destnîşan dike. Bi demê re xeteriyên nandoziyê jî mezin û berfirehtir dibin. Kengî ji rewşeke derbasdar a çend ferdên civakê dibihure û vediguhere çandeke giştî û rêbazeke jiyînê û reftariya beşek mezin ji civakê kontrol bike ku şiklê jiyana mirov û civakê destnîşan bike, furoma herî metirsîdar e. Êdî têgeha vînê vediguhere madeyek kirîn û firtonê û buhaya wê li gorî pîvanên sûkê yên pêşang û daxwazê tên diyarkirin.
Nandozî di rewşa ber bi çandîbûnê ve, mirovan di hundirê bêhestiyê de dide jiyîn. Kesê nandoz bi xwe re li hev dike û tu sûcekî di nandoziya xwe de nabîne û ne jî pê dihese ku binpêkirineke derqanûnî û exlaqî kiriye. Hemû berpirsiyartiyên xwe li hemberî civakê ji dest dide û vîna weke rehîne radestî pereyan dike. Tênagihêje ku îradeya xwe veguheriye madeyek bazarê. Kî pir bide leşkerê wî ye. Li gorî vîna jêdera madî û danerên pereyan tev digere.
Di lêgerîna ferd, kom û rêxistinan a nandoziyê de peyvên fena parsek, xwestok û gedabûnê xwe veşartî ne. Aliyê nandoz li gorî têkîliya xwe bi azepgirtiyê xwe re jiyan dike. Kirêgirtina vîna xwe jî bi peyvên fena; alîkarî, destekdayîn û piştdayînê xweşik dike. Wisa xwe îqna dike ku karê herî bi namûs e!
Bi destpêka aloziya li Sûriyê û herêmê re têgîna nandoziyê ku xisletek komên desthilatdarên welatên rojhilata navîn bû, bi taybetmendiyên xwe yên jirêderketî çeperên exlaqî yên mirovîbûnê dişikin û qetek ne ji rêzê ji ewladên civakê vediguherin nandozên navneteweyî. Ancax ev yek bi hêza lêgerîner a şênberiya aliyên mudexeleker pêkan bûya. Lê di heman wextê de, di encama perwerde û xudîkirina sîstemên nandoz ên desthilatdarên van welatan de bû. Ji ber vê sedemê û gelek sedemên ku koşeya me rê nade em bihijmêrin, nandozên sûrî, ji bilî eniya neteweyî li gelek eniyên dernetewyî ku tu têkîliya xwe bi doza azadî û serxwebûna gelê Sûriyê re nîne, şer dikin.
Di pêvajoya aloziya li Sûriyê û herêmê, pir bi hêsanî Suniyan li dijî Suniyan, Şî’eyan li dijî Şî’yan, Ereb li dijî Ereban, Xiristiyan li dijî Xiristiyanan û Kurdan li dijî Kurdan şer kirine! Hemû aliyên nandoz jî, ji xwe re na, ji celadên xwe re kirine! Peralelî xeta şoreşger a li hemberî zordarî û faşîzmê veguherîne kerên mayînkirî. Ji lew re; rewşa hemwelatiyên Sûriyê yên ku li Lîbya, Yemen, Azerbîcan, Kurdistan û gelek deverên dîtir ji bo berjewendiyên faşîzma Tirk şer dikin, encamek xwezayî ya nandoziya li hundir hatiye mezinkirin e. Îro nandozê Sûryeyî bi kurtêlxwariya xwe serbilind e û ala ku qaşo ji bo wê şer kiriye bi hêsanî ji bilî Sûriyê, li deverên fena Azerbîcan û Lîbyayê hil dide. Ma ev ne hişmendiyek be çi ye gelo?
Mixabin rastiyek dîtir heye dibêje ku; nandozî ji jor ve dest pê dike û weke çand li qeta jêr rewa dibe. Ango bi mezin, pêşeng, rûspî û rêberên kar ku weke lîderên civakî û leşkerî tên naskirin dest pê dike. Hêza civakê dimiçiqîne û civakokên xeyalî ku enerjiya mirovan ji bo berjewendiya hinek aliyan xerc dike, ava dike. Hêza rêzdayîna ji nirxan, kevneşopî, netewebûyînê û welatparêziyê re wenda dike û erdnîgariya bav û kalan bê wîjdan radestî neyaran dike.
Mixabin îro em weke Kurd û weke hemwelatiyên Sûriyê yên esîl rewşeke wisa li Kurdistan û Sûriyê jiyan dikin. Ji lew re, pêwîste li kêleka hêza dînamîk a hewldanên yekîtiya neteweyî bereyên aktîv ên li dijî çanda nandoziyê bêne avakirin ku enerjiya me ya têkoşer, ji bo azadî, demokrasî û serxwebûnê di tunela nirxên civakî yên exlaqî de biherike.






