Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerûdî teslîmiyet anî

21/09/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Faşîzma li ser kavilan
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Şahîn

Dewleta tirk bi piştgiriya NATO û Ewropayê sed sale kurdan qir dike. Bi saya piştgirî û hevkariya wan  36 sale li dijî Tevgera Azadiya Kurd şereke bêpîvan û bêexlaq dimeşîne.

Piştgirî û hevkariya NATO û Ewropayê dewleta tirk anî wê astê ku faşîstên wekî Erdogan xwe di neynika dêw de bibînin û weke gayê spaniyan êrîşê her derî bikin û bibin bela serê wan.

Heke îro dewleta tirk ji Lîbyayê heta çiyayên Zagrosan di şerê xwe yê dagirkerî yê bêpîvan û bê exlaq  de dikare israr bike bêguman sedem NATO û Ewropa bi xwe ne. Çewa ji kiryarên Hîtler re çav û guhên xwe girtin da kû bûn hedefa wî, heman tişt ji bo Erdogan jî kirin.

Erdogan digot qey weke ku bi salane di şerê dijî kurd de piştgirya wî kirinê û ji qirkirinên wî re bêdeng mane dê di her şert û mercî de û di hemû şeran de NATO û Ewropa her tim ji kiryarên wî re bêdeng bimînin û piştgiriya wî bikin. Lewre bi awayeke bêfikar berê xwe da Sûriyê û beşek erdê wê dagir kir, dûre berê xwe da Lîbyayê, tevilê şerê navxweyî bû û 20 hezar çeteyên dest bixwîn şandin wêderê, wê jî têr nekir di rojhilata behra Spî de dest bi provokasyonan kir. Yewnanîstan dewleteke qels û biçûk bû, dijmineke li gorî dilê wî bû.

Erdogan bi vê siyaseta xwe ya şerûd û hewldanên xwe yên provokatîf hevsengiya sed salî ya li rojhihilata behra Spî serûbino kir û encamên ku qet Erdogan û hevalên xwe texmîn nedikirin derxistin holê. Dewletên ku tu caran nedihatin gel hevûdu bi saya siyaseta şerûd a Erdogan hatin gel hev. Tifaqên ku tu caran pêknehatibûn pêk hatin.

Piştî gefxwarinên Erdogan, Fransa û Emerîkayê demildest di eniya Yewnanîstanê de cih girtin û tifaqa xwe ya bi Yewnanîstanê re xurt kirin. Piştî 33 salan Emerîkayê ambargoya li ser Kibrisa Rûm rakir. Emerîkaya ku heta niha her tim piştigiriya eniya Tirkiyê û Îsraîlê dikir piştî têkçûna vê eniyê xwe da pişt eniya nû ya Îsraîl, Yewnanîstan, Kibrisa Rûm, Fransa û Misirê. Yekitiya Ewropayê bi yek dengî piştigirya xwe ya Yewnanîstanê diyar kir û amborga xist rojeva xwe. Di heman demê de Rûsya jî helwesta xwe ya dijber Tirkiyeyê diyar kir.

Dewleta Misirê ku heta niha ji bo xatirê Tirkiyê nêzikê Yewananîstanê nedibû ji bo rojhilata behra Spî peymana hevkariyê bi Yewnanîstanê re îmze kir. Yewnanîstan, Fransa, Îtalya û Yekitiya Mîrekên Ereban bihevre li nêzikê girava Girîtê tatbîkat li dar xistin.

Yekitiya Dewletên Ereb li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyê, Lîbya û başûrê Kurdistanê helwesta xwe diyar kir û got emê bêdeng nemînin. Kurt û kurmancî îro dewletên Ereb ji Îsarîl û Îranê zêdetir dewleta tirk ji bo xwe dijmin û xeternak dibînin.

Herî dawîn dosta Erdogan a qedîm serok dewleta Almanyayê Merkel a ku her şert û mercî de her tim piştgiriya Erdogan dikir û Erdogan di vê qeyranê de ji wê gelek hêviyên cuda dikirin refa xwe li gel Yewnanîstanê diyar kir û per û baskên Erdogan şikandin.

Piştî van geşedanan Erdogan dît ku roj reş e. Ev şer naşibe şerê dijî kurd. Tifaqa dijber wî roj bi roj mezintir dibe, tenêtî û tecrîda wî jî roj bi roj kûrtir dibe. Erdoganê ku salek û nîv berê bi xwe gelek bawer bi sed geştiyên şer di behra Spî de qibeqiba wî bû digot, ‘ji destê me qeza çênabe, çi pêwist be emê wê bikin’ neçar ma paşve gav bavêje û geştiya ku digotin dê 90 roj li behra spî bîne paşve vekişîne û li ser dûvika xwe rûnê.

Piştî ewqasî qibeqib û gefxwarinan niha Erdogan dibêje em amadene bêşert û merc bi Yewnanîstanê re hevdîtinan bidin destpêkirin û  lavelav dike ku hinek kes bikevin navberê ku bi destpêkirina nîqaşan karibe têkçûna xwe binixumîne.

Piştî ku Merkel jî refa xwe diyar kir niha Erdogan di haleke neçar de li bendê ye ku Pûtîn û Trump bin navê ‘navberçîtiyê’ de di hewara wî de werin. Diyare ku serokwezîrê Yewnanîstanê Mîçotakîs  bêçaretiya Erdogan dibîne lewre îcar ew dibêje ‘emê kîjan mafê serweriya xwe bi Erdogan re nîqaş bikin’ û xwe giran dike.

 

Hasilî kelam, siyaseta Erdogan a şerûd li Sûriyê tiştek bi dest nexist û têk çû, li Lîbyayê tiştek bi dest nexist û têk çû, li rojhilata Behra Spî tiştek bi dest nexist û têk çû, li Heftanînê tiştek bi dest nexist û têk çû. Her têkçûyinek ji bo civakên Tirkiyeyê fatûreyên gelek giran derxistin holê û qeyrana aboriya Tirkiyeyê kûrtir kirin û dikin.

Heke muxalefeteke rast û durist li Tirkiyeyê hebûya piştî van têkçûyinan Erdogan dê nekaribûya 24 saet li cihê xwe bimana. Lê ji ber ku muxalefetê her tim di siyaseta şerûd de piştgiriya Erdogan kiriye bi qasî Erdogan muxalefet jî sucdar e.

Lê Hewceye civakên Tirkiyê vê pirsê ji Erdogan bipirsin, ‘heke çareserî bi nîqaşên ser masaeyê pêkan bû ev şerûdî û gefxwarin te hemû ji bo çi bûn’.

Bêguman yên ku ji siyaseta şerûd a Erdogan re bibêjin bes û jê hesab bipirsin dê ne partiyên ‘muxalîf’ ên ku her tim piştgiriya Erdogan kirine bin, dê civakên Tirkiyeyê bi xwe bin. Ew jî dê bi avakirina eniya demokrasiyê pêkan be. Di wî warî de Kampanyeya HDP’ê gelek girîng û watedar e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.