Ahmet AKTAŞ
Li gorî tê dîtîn destbirakiya Receb û Putin, ber bi destdirêjiya hev diçe.
Jixwe ji despêkê ve, yên ku her du alî jî nas dikirin, zanibûn ew danstandinên wan ne stratejîk in, tektîk in û wê her di dawî de biçin cem hevalên xwe yên stratejîk.
Hejmarek mezin cvîn û peyman çêkirin, li Moskova, Tehran, Enqere û paşê li ASTANA û SOÇÎ’ya bi nav û deng.
Civîna heyetên wan a fermî ya dawî, li Wezarata Bergirî ya Tirkiyeyê di 16.9.2020 de pêkhat. Dibêjin bazar li ser Libyayê bû, lê bi giranî li ser Idlibê bazar kirine û li gel ku 2 rojan jî dom kiriye, civîn bê encam bi dawî bûye.
Her çend xwestin têkçûna civîna xwe bincil bikin jî, lê “rim êdî di têra de hilnehat “ û nakokiyên wan teqiya. Li goreyî agahiyên derketin derve, Rûs’an ji Tirkan xwestiye êdî li Idlibê hêzên xwe yên giran paşve bikişîne û herî kêm hijmara Cihên Çavdêrên xwe yên leşkerî kêm bikin. Tirkan jî li himberî vêna, Minbic û Tilrifat ji wan xwestiye. Her du aliyan jî xwestekên hev red kirine û civîn beravêtî bûye.
Hema li pişti civînê, Rûsan bi teyarên cengî li Idlibê dan, Tirikan jî himberî wan bi 15 maşînan sewqiyata leşkerî, di derwazê Kefer Lusîn re derbasî Idlibê kir. Ji xwe di van rojên dawî de, Tirikan hijmara leşker û çekên giran zêde kiribûn, her wiha Rûsan jî sistema fuzeyên anti-tank HERMES li dijî tirkan bi cih dikin.
Em bînin bîra xwe, dijwarbûna nakokiyên navbêna Rûs û Tirkan, ji dema li Moskova-li wezareta derve, peymana MSD û Partiya Vîna Gel hate imzekirin despêkir û dijwartir dewam dike. Her wiha ev peyman, peralelî(an jî dijî) peymana Petrolê ya navbêna QSD û Şirketa petrolê ya DYA hat imzekirin pêkhat.
Wê demê, li dijî peymana Moskovayê, Çavuşoglu gelek hêrs bû û got “ev peyman, biryarên me yên ASTANA têkdibe” û hwd.
Ji xwe nuha, piştî vê têkçûna navbêna wan, hêdî hêdî cilik li ser wan bazar û biryarên wan ên qirêj ên li dijî doza kurdan radibe û aşkere derdikevin holê. Mînaka bazara li ser Minbicê û Tilrifat!
Di encamê de qasî xuya dibe li Libyayê aştiyek pêktê û ti parî bi dest Receb nakeve. Para mezin dîsa Rûsya, DYA, Fransa, Almanya û hwd.digrin. Ew çeteyên-mirtezeqên Receb û Çawişoglu, ew ê bibin bela li serê wan. Eger karibe bibin Mali an Venezuela!
Mijarek din giring heye, ew jî ev e; DYA ambargoya ser Îranê nuh dike, ew ê bi rijd bixwaze li dijî Îranê Receb bixe şer. Eger karibe wan mirteziqan bibin Îranê an dîsa vegerîne Idlibê pê şer dewam bike Receb!
Divê ji aliyê me kurdan jî, ev plan û senaryoyên berfireh û tevlihev baş were zanîn û li goreyî wê bi hostayî em tevgêrin!






