Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li ser rapora NY ya têkildarî dagîrkerên Tirk

21/09/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo wê Beşar Esed bikaribe pêşî li pevçûnan bigire?
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BERDRAN

Rojên dawiyê bi navê NY saziyên wê yên têkildar li pey hev sûcên şer yên dewleta Tirk yên berfireh û kiryarên wê yên binpêkirina mafê mirovan kirin rapor. Komisyona lêpirsîna sûcên şer ji raya giştî ya cîhanê re ragihand ku sûcên şer yên hatîn isbatkirin hene. Piştî wê komîseriya bilind ya mafê mirovan ya NY jî diyar kir ku binpêkirina mafê mirovan pir çêbûne. Komîserê bilnd daxwazî kir ku sûcdar ji aliyê Tirkiyê ve werin darizandin. Weke din diyar kir ku kesên dibin Tirkiyê encama wan ne diyar e.
Ev rapor girîng in. Lê divê em bizanin sûcên hatîn kirin ne ev tene ne. Tirkiye sûcên leşkerên xwe û çeteyên girêdayî xwe vedişêre û delîlan tine dike. Destûrê nade ku heyetên serbixwe û çapemenî lêkolînê bikin. Sûcên raportoran kirîn rapor pareke pir piçû e. Divê em li gorî wê pirsgirêkan binirxînin. Weke din ev rapor kêm in û aliyên wê yên biguman hene. Ya girîng ew e ka wê kî pêwîstiyên van raporan pêk bîne. Eger em bînin bîra xwe 2016an dewleta Tirk bajarên weke Sûr, Nisêbîn û Cizîrê wêran kirin. Ku Sûr di lîsteya parastina mirasa dinyayê de bû. Dîroka wê ya pênc hezar salan hebû. Piştî wêrankirinê dîsa komisyona lêpirsînê ya NY li herêmê geriyabû û raporek amade kiribû. Wê raporê wêrankirin dida nasîn: “Dîmen weke rewşa piştî qiyametê ye.” Tiştekî li ser vê danasînê bê gotin nîne. Weke din li wan deveran bi sedan mirov hatibûn kuştin. Yên zerer dîtîn yan jî yên hatîn roxandin ne bajar û qadên jiyana gelê herêmê tenê bûn. Yên li wan ciyan bi kû ve çûn, jiyana xwe çawa domandin. Eger em travmaya zarokan dîtî, perîşanî û xizaniya li kolanan derketî jî bi ser ve bikin wêrankariya bûyî kûrtir dibe.
Pişrî weşandina wan raporan çi bû, çi tedbîr hatin girtin? Li Tirkiyê ti kes hat darizandin? Yan darizandineke navneteweyî, yan ceza çêbû? Na. Ji ber ku tişteke wisa nebû, riya sûcên girantir vebû. Eger li Tirkiyê ji bo wêrankirina wan bajaran û komkujiyan tiştek bihata kirin, darizandinek çêbûya emê niha li ser sûcên li Sûriyê dibin neaxiviyabûna.
Komîserê bilind yê NY dibêje divê Tirkiye komên ev sûc kirîn darizîne. Jixwe ya ev kom birêxistin kirîn, xistîn Sûriyê û komkujî bi wan dayî kirin Tirkiye bixwe ye. Ev kom bi kire hatine girtin. Hin ji wan jî bermayiyên DAIŞ û El Nusra ne. Bi kîjan armancê bi dagîrkerên Tirk re dibin yek û di daîrkirina Sûriyê de rol dilîzin? Hedefeke wan ya siyasî û îdeolojîk nîne. Rayedarên Tirk ji wan re dibêjin li deverên dagîrkirî talan û wêrankirin serbest e. Li deverên dagîrkirî kîjan qanûn, yan jî hêzeke wan bisekinîne heye? Tişta dixwazin dikin. Dest datînin ser malê gel û talan dikin. Direvînin û destdirêjiyê dikin.
Wê Tirkiye bi kîjan qanûnan wan darizîne? Ma qanûnên Tirkiyê li erdê Sûriyê derbas dibin? Ma dagîrkerî normal e? Divê ev pirs bên kirin. Ev rapor dagîrkeriya Tirkiyê normal dikin. Ji Sûriyê mirovan direvînin dibin Tirkiyê û bi behaneya ku li hemberî wê sûc kirine tên darizandin. Ev bi serê xwe sûcekî mezin e. Wê ji welatekî mirovan birevînin bibin Tirkiyê û bên darizandin û girtin. Sûcên mezin di van raporan de cî nagirin. Berî dagîrkeriyê ev sûc li wir nedibûn. Ji ber wê divê destpêkê dagîrkerî bê mehkûmkirin. Li gorî qanûnên NY jî dagîrkirina erdê welatekî ne rewa ye û nayê qebûlkirin. Diviya ji Tirkiyê bê xwestin ku demildest ji erdû Sûriyê derkeve. Digel van sûcan sûcê qirkirinê ku ji sûcê mezin yê dermirovî tê naskirin, heye. Belê, Tirkiye li hemberî Kurdan qirkirinê dike. Li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê qirkirina neteweyî hat kirin. Bi zanebûn û bi plan Kurd bûn hedef û ji erde wan hatin derxistin. Artêşa tirk û çeteyên wê bi çekên giran êriş kirin. Bi hezaran mirov kuştin û birîndar kirin.
Dewleta Tirk serokên şaredariyan yên Kurdan diavêje zindanan. Parlemanterên Kurd di zinanan de ne. Li Tirkiyê li hemberî Kurdan teror dibare. Işkence heta dawiyê tê kirin. Li aliyekî wê Tirkiye li ser erde xwe van sûcan bike, li milekî jê re bê gotin, sûcdaran darizîne. Bş e ev ne xwexapandin e? Yan ev raporên NY ne ji bo darizandinê, ji bo paşguhkirinê ne? Em hêvî dikin ku ne ji bo wê bin. Ji bo ku pêşiya wê bê girtin saziyên li Sûriyê tev, yên xebata dîplomasiyê dikin divê dev jê bernedin. Em ji bîr nekin ku Tirkiye di serî de Rojhilata Navî, ji bo herêmê bûye çavkaniya xetereke pir mezin û felaketê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.