Medeni FERHO
Sadakat û degelî-cesaret îrade û hişmendî, ahlak û fedekarî, destûbirakên azadiyê ne!…
Zexelî û bêziravî, berjewendî û tiralî, dirûtî û bêbextî, destûbarkên koletiyê ne!…
Her dû basik jî, di tevgerên civakî de role dilîzin, yek erênî ye, ya din jî neyînî ye!…
Lê em, xala duyemîn di nava metoda diyalektîkê de bi cih nakin, ji ber ku ev karekter, ji bo gelê xwe naçê ber sêdarê, ji teorî û felsefê dûr e, zembereka saeta bedena civakê jî li gorî berjewendiyên xwe ayar dike.
Di literature romanê de, navê kesên di baskê duyemîn de: Karakterê bê karakter in. Ev tîpolojî, tirsonek-bêzirav in, tirs jî, ahlak û sadakatê têk dibe. Ev tîpolojî, wek lehengê romana Camus “weba”, û tîpolojiyê ku Satre bi tirsa mirinê bi nav dikê ne. Ji dînamîzma tîpolojiya Nietzsche dûr in!…
Ev tîpolojî di nava Kurdan de jî hene û dixwazin pêşengiya gelê Kurd bikin; mixabin ev kesên xwe pêşeng û lîder dibînin, ji kolektîvîzma ku Sartre behsa wê dike dûr in!.. Li gorî lîteretura Kurdî, tovê waweylê ne, korîk û pûç in, berheman nadin!..
Binêrin, li Tirkiyê civak bi giştî ji huner û felsefê hatiye dûr kirin; êdî bi “şerbeta şehadet”a ku di serê tîpîk-nexweşên dewşirmeyên wek “mankut”an dihatin terbiye û edeb kirin de derxistine holê.
Em, behsa “formula tilsimî” ku, tê xwestin li Başûrê Kurdistanê bela bikin nakin û derbas dibin… Lê em dibînin ku “aql-i selîm”tî, “dilsozî” li Başûr, tenê bi gel re heye.
Gelê Kurd di meşek mezin de ye, dîroka alternatîf dinivîse. Ev meşa mezin û dîrokî, lêgerîna edalet, demokrasî, azadî, aşîtî, biratî, hevreyî û wekheviyê ye!…
Di vê meşê de, qerebalix û wel-weleya dîroka netewe-dewletan wek keliha ji qumê diherive. Lewma faşîzma sedsalê ya Turk-î îslam, bi hemû hêza xwe êrîş dike, sucên şer û mirovaniyê dike; Ewropa ku, bi dîroka xwedî derketina li demokrasî û mafên mirovan, bi dîroka xwedî derketina li şaristanî, heq, hiquq û mafên mirovan pesnê xwe dide, bêdeng e!…
Me got, hamleya KCKê felsefeya azadiyê ye û ji bo vê jî seferberiyek dive!…
Slogana hamleya KCKê; “Em dawî li tecrîdê, li faşîzmê û dagirkeriyê bînin, dem dema pêkanîna azadiyê ye”!.. Gurzê sedsalê ye û dive faşîzma sedsalê were mahkumkirin.
Bi gotina Shakesperar:
“Ji bo aştiya ku hinekî tirsiya ye, were ser hişê xwe/ Devê vê axa ku, ji bê aviyê zuwa bûye/ Edî, lêvên xwe bi xwîna zarokên xwe şil nake/ Sîperên şer, zeviyên wan bi cokên kûr xera nakin/ Hespên dijmin, ji îro û pê de, wê nikaribin pêlê bikin/ Gulbijêrkên delal, çavên delal ku li hev dinêrin” nikarin tune bikin.
Hamleya KCKe, dermanê êşa hevpar ya gel Kurd e.
Eşa hevpar ya gelê Kurd, faşîzm e, tecrîd e, dagirkerî û qirkirin e, lewma felsefeyek e û wek banga serferbiya giştî ye!…
KCKe, bi vê hamleyê, wek La Fonteine dibêje “Mirov ew e ku hej jê kirina xwe dibêje ye”, banga hej jêkirinê dike, hej jê kirina Kurdan jî, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye, têkoşîna hevpar ya li dijî faşîzm û dagirkeriyê ye.
El heq; Kurdîstaniyên li çar aliyên cîhanê, bersivên erênî dane banga KCKê. Li Ewropa 48 sazî, partî û rêxisinên civakî bi yek devî bersiva erênî dane hamleya KCKê. Di serketina hamleya KCKê de, desteka Kurdistaniyên li Ewrûpa giring e. KCKe bi vê hamleyê dixwaze, zihniyeta dijmin ku “kurdên xerab” û “Kurdên baş” derdixe pêş û qikririnê dike ji hole rake.
Dewleta Tirk, îro “kurdên xerab” tune dike, sibe, wê “kurdên baş” tune bike. Dîrok neynik e!
Hamleya KCKê, hinekî li dijî siyaseta bi “maske” ya Ewropa ye: Ewropa, dixwaze “yekîtiyên sexte” di nava Kurdan de ava bike; eger yekîtiyek çêbibe pêwiste hemû Kurd, PKK, PDK, YNK, Goran, PYDe û hemû partiyên din yên Kurdan jî di nava wê yekîtiyê de cih bigirin.
Ji bilî vê, hemû yekîtî “Yaseya Gresham” in; Ev yasa, xeraban serdest dike û başan berteref dike.
Cih girtina di serdema me de “zor zenaat e”; PKKe, çil sal in vê “zor zenaetê” dike û rastî gelek pêxemberên îhanetê hatiye.
Tecrîda li Imraliyê, îxaneta navneteweyî ye û pêxemberên wê jî diyar in!… Tecrîd, wek sîstemekê tevahiya Tirkiyê dagirkiriye, kiriye Erdoganîstan. Dema Enwer Paşa jî, Elmanan digot; “Enwerland”!… Egdoganland, îro dest avêtiya Başûrê Kurdistanê û tekelîstanek li wir jî ava kiriye. Tekelîstanî, lalî ye korîtî ye, kerrîtî ye, felcbûn e, tûnebûn e!…
Hamleya KCKê, pêşî parastina destketiyên gelê Kurd yên li Başûr e, parastina destketiyên gelê Kurd yên li Rojava ye!…
Ez cûmle: Xwedî derketina li erd, nirx û destketiyan, tê wateya “felsefeya azadiyê”, hamleya KCKê jî ev xwedî derketin e û destek kirin, deynê hemû Kurdistaniyan e!…






