Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mentalîta Civakê û Guherîna Mejî 2

18/09/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd û Dîroka Komara Tirk 7
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Di nivîsa heftiya bûrî de me hinekî qala mentalîta civakê kiribû. Mentalîte li gorî civakan tê guhertin. Di nav civakan de ji li gorî dema tê guhertin. Dema mirov li dîrokê dinêre, mirov dibîne ku di hinek deman de di nava hinek civakan de mentalîteyên gelekî hişk derketine pêş. Yek ji van mentalîteyên ku gelekî hişk di çaxê navîn de derketiye pêş mentalîteya felsefa skolastîk e. Evê mentalîteya hişk, demekî dirêj civakên Ewropî êxsir girtiye. Ev mentalîteyên ku him îqtîdar lê xweyî derketî û him ji ol lê xweyî derketî, ji bû guherîna mejî ji bûne astengiyên mezin. Jiber ku kesên li dijî van mentalîteyan derketîn û derdikevin bi awayekî dijwar rastî bertekên hişk hatîne û îro ji têne.
Mixabin her çend dem tên guhertin û civak ji têne guhertin lê her civakekî li gorî dema xwe ji xwe re mentalîteyekê datîne. Her çend di roja me de cîhan gelekî pêşketiye ji, lê belê mirov di nava civakan hê ji tiştên xerîb dibîne. Di nava pirr civakan de heqaret, lêdan, xeber û kêsxwere kirina jinê îro ji tê erê kirin. Dema mêrek zilehekê yan ji darekê li jina xwe bide, yan ji xeber û kêsxwera bike jina xwe û ew ji dengê xwe derbixe, te dît mirov, cîran û gelek kesên din dibêjin “deka mêrê te ye xem nake, hema darek ji li te da ma çi biye”. Ango ewê rewa dibînin û dixwazin ew jin ji wê bipejirîne. Dîsa mentalîteya perwerdehiyê hetanî îro ji di nava gelek civakan de li ser bingehê lêdan û çavtirsandina zarokan hatiye avakirin. Ev mentalîte bi sed salan e di nava pergala perwerdehiya olî de ji heye û herweha di nava pergala dibistanan de ji heye. Zarok ne li ser bingehê hezkirinê û dan hezkirina xwendinê tên perwedekirin, lê li ser bingehê darê tirsê têne perwerdekirin. Ev mentalîte ne tenê lêdan e, herweha çavtirsandina ji dibistanê hatin avêtin, pîleyê kêm standin, li cem dê û baban gilîkirin û hwd. Heta niha ji di nava hinek civakan de jin nikarin siwarê bajon yan ji karên jiderve bikin. Jiber ku mentalîte rê nade wan.
Eqil û mejiyê mentalîteyan piştî demekê zeng digire, kor dibe. Hingî dibe hişktir dibe, xedartir dibe. Bi taybetî ji di nava civakên gerdîşperest de mirov dikare vê yekê bi awayekî eşkeretir bibîne. Di roja me de, girêdayî bandora teknolojiyê mentalîte ji zûtir têne guhertin. Jiber ku teknolojî derfetî dide mirovan ku li kûdera cîhanê bin bila bibin, ji pêjveçûnên di nava gerdûnê de zûtir agahdar bibin. Ev ji derfetê dide mirovî ku mirov di nava giyanê xwe de, di nava mejiyê xwe de bikaribe hinekî rihettir guhertinan çêbike. Ango mirov dikare bi awayekî rihettir li himberî pêstûriyên mentalîteyan derbikeve û serî li himber hilde. Herweha mentalîte ji neçar dimînin ku li gorî demê xwe biguherînin. Jiber ku heke mentalîteyek di roja me de xwe neguhere û nûjen neke, wê di demekî kin de ji halê rabe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.