Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêviya AKP’ê maye zêr!

14/09/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet AKTAŞ

Êdî ji her alî ve tê zanîn ku dewleta AKP’ê, rizyaye û berê wê li hilweşînê ye. Tew îcar koronavîrus jî bi ser de hat, êdî yekcar siyaseta hundur jî û ya derve jî hemû têk çûye, leşkerî, aborî, civakî, îdarî û hwd.bi tevayî ketiye nava qeyran û aloziyê.
Dibe ku aliyê aborî ji tevan giringtir û girantir be. Eger aborî nebe, çerxa dewletê nikare bizivîre. Zava Berat jî, bi kêrî tişteki nehat, diyar e barûte derket, êdî bûye pêkenînê raya giştî.
Nuha dîsa bi pey zêr ketine. Jixwe yên weke Riza Zeraf nema dikarin bibînin. Dîsa berê xwe dan Maduro. Çavuşoglu derketiye nêçîra zêran û berî heyvekî çû Venezuela. Lê xwedê zane, ya zêr li wir nemabû ya jî DYA pêhesiya pêşî li ber Çavuşoglu girt. Em bînin bîra xwe berî çend salan 24 ton zêr ji wira standibûn. Nêçîrvanê zêr Çavuşoglu, dîsa qe nebe destvala venegeriya, şwûna zêr, gêzer û pîvaz û sîr û hwd.anî!
Dibe ku hinekan ji wan re salox ji Kongo anîn, hema bi lez wezîrê wan ê karê derve Jean-Claude Gakosso vexwend û hema li pey hev peymanek dûr û direj a çand, perwerde, spor û hwd. îmzekirin. Lê ya rast ne ev e. Gûmana xurt heye ku heman weke Venezuella, li vira jî bazirganiya zêran bikin. Ji ber tê bahskirin ku li vî welatî kanayên madênê zêr, elmas û hwd.gelekin. Berî çend roj berê ev cihê madenê zêr hilweşiya û 50 kes têde mirin.
Di heman rojê de Çavuşoglu li gel Serokê Odeya Bazirganiya Makedonya-Tirkiyê Aydogan Ademoski jî civîn çêkir.
Wisa diyar dibe ku êdî têkileyen dewleta R.Erdogan û welatên mezinên cîhanê hema li ber nemanê ye. Jixwe kredî û baweriya bi wan, li cîhanê bi tevayî şikestiye, êdî ji naçarî bi tenê dikarin diplomasiyê û bazirganiyê li gel devletên weke xwe bikin. Ji xwe têkileyên bazirganiya mezin bi kê re danîn, mala wan şewidandin. Mînak; Sûriye, Sûdan, Libya, Mursiyê Misrê, Hemas, Somali û hwd. Ka xwedê zane çi bela li pêşiya Venezuela, Kongo, Azerbeycan, İran, Rêveberiya Başûr û hwd.e.
Ji xwe nuha halê desthilatiya AKP-MHP’ê ne tu hal e. Ji alîkî vê têkoşîna gelê Kurdistanê, ji aliyê din ve di serî de Fransa û Yunanistan, hema hema hemû dewletên YA û Yekîtiya Ereban û hwd.lê hatine xezebê. YA, 24-25’ê îlonê civînek dijwar li diji R.Erdogan çêdikin.
Erê Jeffrey’ê nûnerê Trump, hinekî tama devê R.Erdogan xweş dike û hinek hewldanên dijî Tevgêra Azadiya kurdan jî dike; him li Bakur û bi taybetî jî li Başûr û li Rojava. Erê xwedêgiravî bi navê Yekrêziya kurdan ENKS aniye Rojava, lê naverok berovajî ye; weke kelemekî xistiye nav çavê Rêveberiya Xweseriya Demokratî. Tê gotin ku projeyek bi PDK’a Berzaniyan û ENKS û Tirkeye re, ji Kerkuk-Musul heta Idlibê korîdorekê çêbikin.
Lê ev parî mezin e û di qirika wan re derbas nabe, wan difetisîne!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.