Zekî BERDRAN
Gelê Sûriyê berdêlekegiran ya şer da. Ev şer ne di berjewendiya gel de ye. Çiqas şer zû biqede û birin bên kewandin, wê ewqas di berjewendiya gel de be. Welat hema heme ji dinyayê tecrîd bûye û di binê armbargoyeke giran de ye. Bi milyonan mirov ji warên xwebûne. Bi giranî ji welat derketine. Li welatên weke Tikiyê bûne rehinn. Li Tirkiyê piçûk tên xistin, bi êrişên neteweperestî bi ser wan de diçin. Li milekî jî li hemberî Ewropa wan dikin amûrê şantaj û bazarê. Li aliye din kedxwariyeke mezin li ser wan tê kirin û bûne amûrên şer ku bi awayekî erzan wan dişinin mirinê.
Gel daxwaziya qedandina şer dike. Welatên weke Tirkiyê derdekî wan yê wisa nîne. Ew bi dagîrkirina herêmên nû bi sedhezaran mirovan tevlî koçberan dikin. Dest datînin ser can û malê gel. Desthilatên li Şamê jî qedandina şer pirsgirêka sereke nabînin. Bila şer biqede lê bila desthilatdariya wan xurt bibe. Weka berî 2011an bila gel di binê desthilatdariya yek partiyê de binale. Azadî û demokrasiye layîqî gelên Sûriyê nabînin. Eger Şam serdest nebe kî miriye kî maye ewqas ne girîng e. Desthilatdarî û serdestî di serê her tiştî de tê. Ji bo wê dixebitin ku şerê navxweyî û tevlîheviyê derxin, aramiyê tine bikin, da bi wî awayî gel xwe bispêre wan.
Hêzên weke Emerîka û Rûsya jî ewleyî û aramiya gel pirsgirêkeke sereke nabînin. Gotina yekbûna erdê Sêriyê û çareseriya bi rêbazên siyasî pir bi kar tên. Lê Rûsya li hemberî Emerîka di nava dijberiyê de ye. Dixebite ku Emerîka ji Sûriyê derxe û krîzê derxe. Emerîka jî naxwaze li deverên weke Idlibê Rûsya û rejim serdest bibe û dixebite wan li wir lewaz bike. Tirkiye ji vê nakokiyê sûdê digire û bi çeteyên li dora xwe kom kirîn, li Sûriyê qadên dagîkirî fireh dike. Herwisa nakokî, şer û wênakariyê kûr dike.
Di rewşeke wiha de wê aştî û demokrasi çawa were Sûriyê? Çawa ku tê dîtin kar ewqas jî ne hêsan e. Li herêmên di binê destê rejimê de firset ji gel re nayê dayîn ku xwe birêxistin bike û bi awayekî azad nîqaş bike. Li herêmên di binê dagîrkeriya Tirkiyê de her xerabî û sûcê dermirovî tê kirin. Kesên ji bo berjewendiyên wan xizmetê nekin ji wan re mafê jiyanê nîne.Gel di binê zordestiyeke mezin de tê girtin. Digel vê rewşa tarî li welat xizaniyeke mezin krîza aboriyê heye. Ji ber ambargoyê dolar her tim bilind dibe. Pereye Sûriyê qîmetê xwe winda dike. Ev jî ji bo gel dibe xizanî û kriz. Tirkiye li herêmên dagîrkirî êdî pereyên xwe bi kar tîne. Bazara wan herêman jî tevlî welatê xwe kiriye. Digel vê xizanî û zehmetiyê nexweşiya Korona belav dibe. Vê nexweşiyê dinya tev xist binê bandora xwe. Zorê dide aboriyên xurt jî. Lê diyar e ku wê gelê Sûriyê ku welatê wî wêran bûye û di binê ambargoyê de ye, pirtir bikeve binê bandora wê.
Li hemberî dagîrkerî, şer û kulabikên serdestiyê divê çi bê kirin? Eşkere ye ku wê aştî, çareserî û rizgarî ji van hêzan neye. Demokrasî û azadî ka herî zêde ji kê re lazim e, kî dixwaze wê têkoşîna wê jî ew bide. Eger gel azadî, aştî û demokrasiyê dixwaze divê têkoşînê jî bigire ser xwe. Ti kes azadî û demokrasiyê diyariyê ti kesî nake. Di rewşeke wiha de yên herî zêde bikarin li Sûriyê pêşengiya demokrasiyê bikin herêmên rêveberiyên xweser in. Ev herêm ji hegemonya rejimê ya yekpartî rizgar bûne. DAIŞ paqij kirine ewleyî pêk anîne. Gel bi avakirina meclis û komînan bingehê rêveberiyeke demokratîk avêtiye. Zemînê derketina afrîneriya gel pêk hatiye. Jin û ciwan dikarin di nava civakê de roleke zindîtir bilîzin. Beşên tên perçiqandin û xizan bûne xwedîgotin û çalakiyan. Rewşenbîr û alîgirên demokrasiyê bûne xwediyên xwebirêxistinkirinê. Xuya dibe ku bû walî, paşa û bûrokratan jî jiyan dikare xwe bi rê ve bibe. Model û tecrûbeyeke bi qasî xezîneyekê derketiye meydanê.
Ecibandin û parastina modela rêveberiya xweser têrê nake, divê rewşenbîr, gel û alîgirên demokrasiye ji bo pêşxistin û mayîndekirina wê bixebitin. Ji bo belavbûna wê li seranserê Sûriyê divê pêşengiyê bikin. Tişta ji bo Sûriyê ji av û nan pêwîsttir sîstemeke demokratîk e. Enceq sîstemeke demokratîk bikare gelên Sûriyê di nava aştiyê de bigire û yekîtiya wan pêk bîne. Divê neyê jibîrkirin ku Sûriyê di binê dorpêç û xeterê de ye. Ji bo ku herêmên rêveberiya xweser tine bike Tirkiye li keysê digere. Yên li Şamê rûdinin niyeta wan ne cudatir e. Bi dagîrkirina Tirkiyê ya erdê Sûriyê demokrasî nayê Sûriyê û pirsgirêk çareser nabin. Rejim jî eger sîstema xwe ya kevin serdest bike wê pirsgirêkên Sûriyê û nakokiyên giran ji holê ranebin. Çareserî li derveyî van û bi avakirina demokrasiye dibe. Di sîstemeke demokratîk de enceq gel bikare azadiya xwe bi kar bîne û îradeya xwe derxe holê.






