Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mantalîta Civakê û Guherîna Mejî 1

11/09/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd û Dîroka Komara Tirk 7
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Di vê quncikê de gelek caran hûn nivîsên li ser civakê dixwînin. Lêbelê civak tişteke welê ye ku tu çiqas li ser bihizirî, li ser biponijî û li ser binivisî her tiştek dimîne ku tu dîsa li ser bisekinî. Raçandina tevna civakê, ristin û hûnandina têkiliyên wê hostayî, li ser ponijîn, kitekit dabaşkirin, lêkolîn, xwendin û danûstandinê dixwaze. Ji ber wê, ji bon mirov bikare civakê baş şîrove bike û têkiliyên wê vebêje, divê mirov piralî li ser bisekine. Ji ber ku mantalîta civakê mantalîteyeke gelek xerîb e. Her neteweyek, civakek mantalîteyeke wê ya jiyanê heye. Ev mantalîte jî ne tiştekî girber e û bi awayekî manewî di keseyata civakê de cih girtiye. Ya rast her kesî mantalîteyek ya jiyanê heye. Dema mantalîte di nava kesayeta mirovekî de, komekî de, yan ji civakekê de rûdine, êdî ew bi awayekî hêsanî nayê guhertin ji. Divê ew kes yan ji civak di nava demê de li rastî tiştên nû bê, alavên nû, têkiliyên nû bê heta bê bughertin. Yan ji divê nivşên nû rabin û xwe di warê mejî de pêjve bibin û tiştên nû bêxin di nava jiyana xwe de, heta ku bikaribin wê mantalîteya civakê hinekê biguherin. Ev ji bi pirranî bi riya xwendinê çêdibe. Lê jiber ku mantalîteya civakê kesî gelekî dorpêç dike û hîmên mentalîtê di nava keseyetiya kesî de bi awayekî hişk dihûne, gelek caran xwendin ji nikare şeq bê der ku mantalîteya civakê biguherîne. Divê xwenda bi bîr û bawer be û bikaribe argûmanên xurttir dane li ber civakê heta ku bikaribe hinekî wê mantalîteya civakê nerm bike yan ji bandora wê li ser xwe kêmtir bike. Jiber wê, divê kes, bi taybetî ji di warê mejî de xwe xurt bike, pêjve bibe. Divê fikirên kesî ji yên ku mantalîte diparêze xurttir be û pêşketîtir be. Heke kesek bixwîne û ne ji kesên metalîteyê diparêzin pêşketîtir be, wê demê mantalîteya ku civakê ji zarokî ve di nava keseyatiya wî/wê de cih kirî, pirr xurte û ji wê ji wêdetir, ew kes bi xwe ji zêde qels e. Gelik tişt hene ku kirina wan ji bo kesan başe, lê belê civak wan tiştan baş nabîne. Çima? Ji ber ku ew tişt weke mîtekê, tabûyekê ketiye di nava civakê de, civak dibêje her bi çi hawî be divê ew tabû bên parastin. Gelo ev tiştên henê ji bû civakê tiştên manûnemanê ne? Ango heke ew tişt bibin wê civak têk biçe? Na. Lê belê li gor normên kevneşopiya civakê ew tiştên kirêtin. Bes di rastiyê de çi kirêtî û xirabiya wan ji bû civakê nîne ji. Lê mantalîteya civakî bi awayekî hêsanî nayê guhertin. Weke tu bixwazî tehtekî mezin bi nikûrî hûr bikî, ka îcar heta kengê tê bikaribî tehtê bi nikûrî hûr bikî. Ji bûna guhertina mejî divê ne tenê xwenda her weha divê xwendin ji di nava civakê de zêde bibe da ku mirov bikaribe guhertinê bêxe di nava mejî de.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.