Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Partiyên siyasî, siyaset û rastî

11/09/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
LEHENGÊN HEFTANÎNÊ,  EFRUZ-Î  CÎHAN IN
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Em bi pirsekê dest bi nivîsa xwe bikin; partiyên siyasî çima têne avakirin û çima hene? Em ê ne di aliyê teorîk de, di aliyê pratîk de li bersiva vê pirsê bigerin.
Xala duyemîn jî ew e ku erka partiyên siyasî yên li cîhanê û erka partiyên li Kurdistanê ji hev cûda ne; program, metod û peymanên ligel komên xelkê ku wek karên kollektîf û îradeya “mutlak” têne binavkirin jî, ji hev cûda ne.
Xala sêyemîn, cûdatiya partiyên cîhanê û partiyên li Kurd, ahlakê ideal e!… Li Kurdistanê fedolîyet hebe jî, her partiya li Kurdistanê, ji partiyên cîhanê cûda, di programên xwe de nîşan nedê jî, mecbur in şoreşger bin.
Sedema van xalan jî diyar e, her kes di van babetan de, kêm zêde xwedî gotin e û em devam dikin.
Dîse jî em, weke çaremîn xal bêjin; Li Kurdistana parçekirî, her partiya siyasî ya Kûrd, ji ber ku develeta Kurdan nine, li parçeyê xwe, eger fermî beç divê xwe bi dewletê bide erê kirin. Ji ber ku erê kirina îradeya partiya Kurd, tê wateya erê kirina îradeya gelê Kurd.
Partiyên Kurd, weke xala pêncemîn, dikarin li dengeyê bigerin, lê nikarin heta dawiyê vê tezê biparêzin. Kesên, di nava partiyên Kurd de, vê tezê heta dawiyê biparêze, bêyî ku em idealize bikin; wek A. Babel dibêje; “teyrên spî” ne. Ev beşê Kurd, nikarin xwe ji pexşanek subjektîf ya hiquq rizgar bikin, gel ber bi rêxistiniyek ideal û şoreşger, dewletê jî ber bi demokratîkbûn û desturnameyek demokratîk ve bibin.
Dewletên ku ji aliyê Ewropiyan ve, wek “devletên tempon” li ser parçeyên Kurdistanê hatine avakirin, teva, xwe weke “devletên komar” bi nav dikin, lê “sahîh”e ku yek ji wan jî, cemawer temsîl nake.
Eger em navekî li komartiya van dewletan bikin, komarên “demoklas” in.
Dîtin û nirxandinên li ser demokrasî, bûye sedema ku ev sîstema herî zêde ji bo gelan lazim e “obezît” bibe. Obezît, nexweşî ye û pêdiviya “demokrasiya obezît” bi dermankirinê heye.
El heq, gelek zanist û lîderên siyasî yên cîhanê li dermanê “demokrasiya nexweş” geriyan e, mixabin ji restorasyonê wêdetir gav ne avêtine.
Em dirêj nakin û dubare dibûjin; el heq, yek mirovê ku dermanê vê nexwşiyê dîtiya , Abdullah Ocalan e, bi taybetî ji bo tempon devletên li ser xaka Kurdistanê hatine avakirin, “reçeteya çareseriyê” jî nivîsî ye.
Cîhana pêşverû, ji bo reçeteye Ocalan ya dermankirina “demokrasiya nexweş”, dibêjin “el heq”!…
Lê partiyên Kurdan, bi taybetî partiyên li Herêma Başûr, ev rastî ne dîtin, naxwazin bînin û xwe ji lîdertiya “xanedaniya klasîk” rizgar nekirine. Lewma nikarin bi erka xwe rabin, her dem dibine “teyrê spî”, teslîmiyet erê kirine, sed mixabin wek şûrkêşê devletên dagirker jî haraket dikin.
Gel, bi taybetî gelê Herêma Başûr, zanist, rewşenbîr, rojnamevan, akademîsyen û entelektuelên Kurd rastiyê diqîrin; mixabin partiyên Herêma Başûr, pêdiviya restorekirina mêjiyê xwe jî nabînin.
Me li jor got û em car din dubare bikin; erka partiyên Kurdan, ji erka partiyên cîhanê cûda ye, her partiya Kurd, mecbur e, gel bi hunerê siyaset û şerê azadiyê, perwerde bike, rêxistinî bike, di enerjiyek kollektîf de sevkûîdare bike; devlet û hêzên hegemon ber bi hiquqê gerdûnî, peymanên mafên mirovan û demokrasiyek rast ve bibe.
Belkî, (ji rastiyê dûr e, lê em bêjin), destilatdarên di rengê xanedaniya klasîk de tevdigerin, misilmantiyek ji dergehê Kurdistanî dûr in: Erdogan û desthilatdariya faşîst ya AKP/MHP jî, ola “îmam hatîp” ya dibin pêşengiya “reîs” û “başbûx” de, misilmantiya “sêva sor” dimeşînin, ev misilmantî, kazkirina kirasê li gorî Turk-î îslam e, di rengê çete û kontra de kar dikin, hemû gelan, misilman û ne misilman wek kole û tune dibînin.
Abes û şerm jî be; hêmû hêzên Başûrî wek “çapulcu” sergerde dibînin. Ev mêjiyê dijminê hemû Kurdan de û dîrok veşartî û eşkere ya Turk-î îslam div ê dîtinê de veşartî ye.
Mercên îro, şerê sêyemîn yê cîhanê, bi taybetî êîrşênd ewleta Tirk ku hemû destketî û statuyên Kurdan hedef digire, eşkere, zelal û vekirî şanî me dane kuç bingeha yekîtiyê û wek mecburiyetek mercê nebê nabe avakiriye û daniya pêşiya Kurdan.
Divê partiyên Kurd, bi taybetî partiyên li Başûrê Kurdistanê, bi erka xwa ya siyaseta ji bo Kurd û Kurdistanê rabin xwe ji celladiya destê dijmin rizgar bikin; bê merc, destên xwe ji dagirkirina îradeya gel bikişînin, ji bo yakitiya neteweyî gavan biavêjin.
Eger bêjin, “êdî em ji destên xwe derketine, bê îrade bûne, hêza me nemaye, bila xwe “fesih” bikin, gel xwe bixwe, bê çawa bi raperîna salên ’91 û ‘92 li çarenûsa xwe xwedî derket û giha qonaxa ku statuyek fermî bistîne, çarenûsa bike detsên xwe û hêza ku paşerojên xwe yên azad ava bike nîşan bide.
Gelê Başûr, gotina dîyojen dubare dikin; ji ber tava rojê hilîne, tu danek din ya xêrê ji te naxwazim.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.