Derwêş M. FERHO
Di nivîsên berî vê de hatibû gotin ku yek ji sedemên aloziya heye şerrxwaziya Tirkiyê û hevalbendên wê bi giştî ye. Di hember vê de jî neyekrêzî li YE, YDA û NATO heye. Ev jî hêza Beko Ewanên siyasî xurttir dike.
Herçend e Girava Kastellorizo û derdorê wê ji aliyê YE û NATO di bin çavdêriyeke hûr de ne jî tu gavên konkrêt nayên avêtin. NATO dide zanîn ku Turkiye û Yewnanistan ji bo axaftinê amade ne! Lê dîsa jî rêvebirên dewleta Turk lîstikên berfereh dilîzin. Yek ji hedefa wan ew e ku dixwazin Peymana Sévres (1920) ji nuh ve wek daxwaza xwe biguherin. Bê goman ev jî xew û xeyalên Erdogan in. Ji nuh ve Împeratoriya Osmanî.
Di bîra de ye: di Peymana Sévres de di nav sînorên Turkiya îro de herêmên teng bûn jî Kurdistan û Ermenîstan dihatin avakirin. Li Bakûr-Rojhilatê Anadoliyê Ermenistan, li Başûr-Rojhilat jî Kurdistan. Herêmên Rojhilatê Trakya û Smyrna (Izmir) li Yewnanan vedigeriyan. Li beşa Ewropa jî bes Stembol di bin sîwana Turkiye de dima. Bi ser de pirraniya herêmên din yên Turkiye ya nuh dikete bin kontrola Britanya, Fransa û Îtaliyan.
Sultan û hikûmeta wî ev pejirandibûn. Lê hêzên din mîna Îttihat Terakî/Jon Turk, hemfikir nebûn. Û van jî dest bi siyaseta xwe ya qirêj di hember gelên din kir. Ermenî, Suryanî, Kildanî, Grek û Kurdên azadîxwaz dane ber qirrê. Yên hatin kuştin û yên hatin sirgom kirin. Di 1923 de jî Peymanek nuh hate pejirandin. Lozan (1923). Sînorên vê dewletê bi wê peymanê hatin pejirandin.
Balkêş e. Erdogan hemû rêgezên dewletek demokratîk binpê dike û rêgezên ku ew xeyal dike, ya sultanatiyê pêk tîne. Hiqûq-miqûqê demokratîk, mafên ramana azad, mafên olên cuda, mafên gelên din ji bo ziman, kesayetî û hwd ji bo wî gotinên vala ne. Xelîfetî di dadgehên xwe de dide kiriye rastiya îro. Bi guhertina Hagia Sophia (Aya Sofya), bi awayekî heşkere ku herêmên din li Rojhilata Navîn dagîrker dike û jê re dimîne. Ne hesabê YE, ne NATO, ne YDA û ne jî tu hêzên din nake.
Li gor şîrovegerên siyasî yek sedemên vê siyaseta Erdogan û rêveberên Turkiyê, aboriya Turkiyê di rewşeke xirab de ye. Belavbûna Corona jî vê rewşê hê xirabtir dike. Loma êrîşên xwe bi berferehî dikin. Kibris ji wan re ma. Dagîrkirina herêmên din û ferehkirina mafên di Zeryaya Spî de ketine rojevê. Û balkêş e. Ji xeynî HDP hemû partî û dezgehên din alîgiriya wî di vê mijarê de dikin.
Di hember dubendiya YE zelal e. Fransa û Yewnanîstan daxwaza sanksiyên lez dikin. Lê Almanya naxwaze hevalbendê xwe, dewleta Turk bişkîne. Endamên din yê YE jî di nav van her du aliyan de asê mane. YDA û NATO jî li cem dudiliyê, durûtiyê dikin. Êrîşê dike ser herêmên din û siyaseteke faşîzane bi rê ve dibe. Heşkere alîkariya hêzên terorîst li Rojhilata Navîn dike û tev wan li dijî hêzên demokratîk ketiye nava şerr. Bi piştgiriya Qatar û Axûyîn Muslîmîn (Birayên Misilman) dixwaze serkêşiya Îslama Siyasî bike.
Li cem van hemû rastiyan; yek ji girîngtirîn hedefa dewleta Turk, rojek berî rojekê şikandina hêza Tevgera Azadiya Kurdistan e. Eger ew vê pêk bîne temamiya Kurdistan jê re dibe meydanek berdest ku weke dixwaze hespê xwe tê de biajoyê.
Di nav civaka navneteweyî dubendî heye. Di nav hêzên Kurdî de neyekrêzî heye. Heta xopana hêzên navneteweyî bi durûstî nêzî vê rastiya dewleta Turk nebin û heta hêzên siyasî yên Kurdistan bela-wela ne xwediyê siyaseteke neteweyî li ser berjewendiyên Kurdistanîbûnê bin rewşa me dijwar e.






