Îro 3 sal di ser rizgarkirina Girê Sipî re derbas dibe. Bajarê ku gelek dest guhertin, ger gotin di cih de be reng û cilên çetên li wir ji aliyê xwediyên wê ( dewleta Tirk) ve dihatin guhertin.
Girê Sipî bi sipîbûna axa xwe tê nasîn, lê dewleta tirk bi çeteyên rengê wan û dengê wan ê hov û reş xwestin vî bajarê ku ji mûzayîkekî gelan pêk tê hem jiyana li wir him jî rengê wê reş bikin.
Rewşekî bi vî awayî li herêmê derketibû ku dewlet Tirk her roj komên cûda avadikirin û navên cûda li wan dihat kirin. Ji serê kaniyê, girê spî, cerablûs û heta ezaz û idlib bi dehan kom li wir bi destê dewleta Tirk hatin avakirin û bingeha DAIŞ’ê dihat çêkirin.
Piştî têkçûna gelek ji van koman li hember hêzên bi pêşengiya kurdan, dewleta Tirk ket nava metirsiyeke mezin. Metirsiya wê him ew bû ku pîlanên wê yên dagirkeriyê têk biçin hem jî roj bi roj mezinbûn û avabûna statûya li rojavayê kurdistanê bû.
Vê carê jî xwest derbekî mezin li pirojeya rojavayê kurdistanê bixe û rê li pêşiya wê bigre. Ji ber wê jî berê DAIŞ’ê da herêmên rojava û hemû komên li van herêman ku bi destê dewleta Tirk hatibûn avakirin girêdana xwe ya bi DAIŞ’ê re raghandin.
DAIŞ xist dewrê û armanc têkbikrina projeya li rojava dihate avakirin bû. lê wê nizanîbû wê ev êrîş bibe destpêka hemû pîlananên dewleta Tirk têk bibe û pişta wê û çeteyên wê bişkîne..
DAIŞ’a ku 15 îlona 2014 êriş bir ser kobanê di 15 hezîrana 2015 li girê sipî têk çû.
Bi vê têkçûnê re pira di navbera dewleta tirk û paytexta Xilafeta DAIŞê (Reqa) hat qûtkirin. ev jî derbeke mezin bû jib o dewleta Tirk li herêmê.
Dewleta Tirk bi vê hêrsa têkçûna xwe li girê sipî bi destê çeteyên DAIŞ’ê di 25’ê hezîrana heman sale li Kobanê komkujiya ku bi dehan jin zarok û kesên bi temen mezin bûn qurbanî pêk anî. Heman komkujî û bi heman rêbazî li girê sipî jî êriş pêk anî û çete di Sînor re derbasî van deveran kirin.
Ev komkujî û êriş ji bo şikandina îradeya gelên li herêmên rizgarkirî bû, lê her car têk diçû.
Bûyerên ku me rêz kirin hemû di nava pêvajoya têkbirina dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê li herêmê de qewimîn û armanc ew bû ku dewleta Tirk bibêje em ê nehêlin win rihet bijîn.
Lê rewşa ku îro di salvegera rizgarkirina bajarê Girê Spî tê dîtin û pîştî sê salan, ew e ku gelên vê herêmê wê rênedin piştî ewqas bedel kes were û li ser wan bibe desthilatdar. Êdî bi rengê xwe, bi çanda xwe, bi ol û baweriyên xwe yên cûda bi hev re dijîn. Gel xwe bi rê ve dibe û saziyên xwe avakirin û ava dike.
Êdî rengê girê sipî heye, ew jî rengê gelên girê spî ye, kurd, ereb û hwd.
Li girê spî pişta dewleta Tirk û çetên DAIŞ şikest û gelên herêmê bi serketin.
Mihemed SEYDÎ