Farûk SAKIK
Wijdana mirovahiyê her dem li dijî zordestan li kêleka mexdûran cih girtiye. Dema ku di sala 1973’yan de Amerîkayê êrişî Vîetnam kir û şerê 10 salan da destpêkirin. Hemû mirovahiyê berê xwe da Vîetnamê û piştgirî da berxwedana gelên Vîetnamê. Vîetnam welatekî biçûk bû û li hemberî Amerîkaya ku xwedî hêza herî mezin a cîhanê bû şer dikir. Hemû mirovahî û gelên Amerîkayê jî di nav de, li dijî vê êrişa Amerîkayê derketin. Vîetnam bû wijdana mirovahiyê ya salên 60’î.
Piştî demekî wijdana mirovahîyê berê xwe da Başûrê Afrîkayê. Li vê derê sîstema Apartheidê hebû. Nîjadperestî derketibû lûtkeya herî jor. Li ser gelên heremê û bi taybetî li ser reşikan zilmeke mezin hebû. Têkoşîneke li dijî vê nîjadperestiyê dest pê kiribû. Nelson Mandela jî ji vê têkoşînê re pêşengî dikir. 27 sal li zîndanê mabû û bûbû wijdana mirovahiyê.
Di salên 80’yî de adresa wijdana mirovahiyê doza Filîstinê bû. Bi salan li dijî êrişên Îsraîlê yên dagirkeriyê têdikoşiyan. Ji têkoşîna gelê Filîstinê re Yaser Arafat pêşengtî dikir. Hemû mirovahiyê li reng û ola wan nenihêrîn, bi tenê gotin li wê erdnîgariyê zilm heye û ji her deverî însanan berê xwe dan Filistînê. Hatin li kêleka gelê Filîstînê, li dijî Îsraîl şer kirin. Di salên 80’yî de doza Filîstin û Yaser Arafat wijdana mirovahiyê bû.
Di dawiya salên 90’î de di lîsta wijdana mirovahiyê de doza Kûrdistan hebû. Ji doza Kurdistan re jî Abdulah Ocalan pêşengtî dikir. Şerê cîhanê sêyem destpêkiribû û navenda vî şerî jî Rohilata Navîn bû. Hemû hêzên emperyal li vê derê bûn. Li dora maseya Sykes-Picot a sed sal berê civiyabûn. Li pêş wan nexşerêyek hebû û dixwestin Rojhilata Navîn ji nû de dîzayn bikin.
Li ser wê maseyê tiştek bala wan kişand, li pêşiya hedefên wan, bi navê Abdulah Ocalan astengiyek hebû. Partiyek bi navê PKK’ê ava kiriye û bi perspektîf, fikir û ramanên xwe, ne bi tenê ji doza Kurdistanê re, di heman demê de ji bo azadiya hemû gelên Rojhilata Navî pêşengtî û rêbertiyê dike. Bi tenê vî kesî berjewediyên wan dixist bin xeteriyê.
Di sala 1998’an de ji vê maseya Sykes-Pîcot a nû ku dewletên aliyên şer li dorê civiyabûn, biryarek derket; Komplo!
Pêvajoya komployê destpêkir û merheleya yekem jî di 15’ê Sibata 1999’an de temam bû. Di serî de Amerîka hemû hêzên komploger hatibûn cem hev û Rêber Apo radestî Tirkiyê kiribûn. Piştî ku Ocalan li Îmraliyê hat bicihkirin, derbasî merhaleya duyem bûn; Tecrîd!
Doza Kurdistanê di sala 2011’an de bi destpêkirina şerê Sûriyê ket merhaleyek nû. Kurdan, li Rojava li ser fikr û ramanên Ocalan sîstemek ava kir. Ji bo ji holê rakirina vê sîstema xweseriya demokratîk, bi navê DAIŞ’ê hêzek ava kirin. Di heman demê de kurdan jî pêvajoyeke nû da destpê kirin; Berxwedan!
Şervanên kurdan ku di bin ala YPG û YPJ’ê de şerdikirin, li ser singê wan rozetên fotografê Ocalan hebûn. Ji bo paradigmaya wî ya ku li Rojava bûye bingeha rêveberiyê biparêzin, şer di kirin.
Ji bo Ocalan midaxleyî vê pêvajoyê û şerî neke, tecrîd bê navber dewam dikir. Lê doza Kurdistanê û Abdullah Ocalan di berxwedana Kobanê de, êdî bûbû wijdana mirovahiyê. Ji her deverên cîhan ciwan dihatin Rojava û li kêleka şervanên kurdan şer dikirin. Li aliyê dinan jî ji bo tecrîd bi dawî bibe têdikoşiyan. Di sala 2020’an de êdî ew roj hatibû digotin dive ku Ocalan azad be.
Ji bo azadiya Ocalan di qada navnetewî de kampanyayan destpê kir. Piştî, Vîetnam, Filistîn û Başûrê Afrîkayê vê carê adresa ‘wijdana mirovahiyê’ Kurdistan û Abdulah Ocalan bû.






