Derwêş M. FERHO
Her kes baş dizane ku rêvebirên dewleta Turk destdirêjî û zimandirêjiyê dikin. Ev rastî jî di nava YE û Rojhilata Navîn dibe sedema hin pîvanên nuh. Bi baweriya Koert Debeuf, zanyarekî şîrovegerê siyasetê, “li Rojhilata Navîn du alî roleke girîng dilîzin. Aliyek aramiyê, aliyê din aloziyê dixwaze. Ev jî dibe sedema peydabûna pirsgirêkên mezin li heman herêmê û heweha nakokiyên kûr di nav YE de.”
Ev şîroveger bi vê gotinê dibêje: Siyaseta her dewleta YE, her tim, li ser esasê berjewendiyên xwe yên dewletî dimeşe û pirraniya caran neyekrêzî heye.
Li hember şerrxwazî û planên dewleta Turkiyê, ji 27 dewletên YE bes du-sê heb bi tundî axaftin, çendekan xwe kerr û lal kir, yên din bi bêdengiya xwe alîgirên tevlîheviyê nîşan dan.
Berî niha jî, YE û NATO bi hevra, di dema bazara raketên Rusya de ji bo Turkiyê nerazîbûna xwe nîşân dabin jî tu gavên dijwar bi hevra neavêtin. Pirraniya endamên her du aliyan xwe kerr û lal kirin.
Hêzên leşkerî yên Turkiyê di Rojava de roleke qirêj lîstin. Bi taybetî di dagirkeriya Efrîn û derdorê wê de sînorê exlaq derbas kirin. E. Macron bi tundî dijî Turkiyê axaivî û NATO rexne kir. Wî di wê demê de got “pêdiviya ji nuh ve nivîsandina destûra NATO heye.” Dewletên din xwe kerr kirin. Ev jî bû sedema domandina siyaseta Turkiyê ya şerrxwaz. Bi awayekî tehdîdwarî dev avête temamiya YE. Minet ji wan hilneda. Li Suriyê, Libya, Qatar, Azerbeycan û çend ciyên din leşkerê xwe bi cî kir. Pêkanîna xeyalên xwe yên dema Osmaniyan heşkere zindî kir. Pirraniya endamên YE, Rusya, YDA û NATO jî kerr û lal in.
Gerra Turkiyê ya ptrol û gazê li nav herêmên Zeryaya Sipî wek destdirêjiyeke şerrxwaz tê şîrovekirin. Yewnanîstan bi dijwarî hember e. Fransa û Kibris hemfikir in. Lê di YE jî neyekrêzî heşkere ye. Turkiye jî vê dibîne û guh nade tu hêzan. Weke dilê xwe dike.
Di 1914 de jî Dewletên Ewropa bûbûn du eniyên dijber. Almanya, Austria-Hongaria û Îtalya di bin eniyekê bi navê Alliantie de, Britanya, Fransa û Rusya li aliyekî, ku Tripple Entente dihate bi navkirin de kom bûbûn. Wê demê jî Osmaniyan aliyê Alliantie bijartibûn û tev hevalbendên xwe şerr hunda kiribû.
Di roja îro de li Rojhilata Navîn jî meriv du eniyan dibîne. Ne di wateya “eniya Sunniyan” û “ya Şîîyan.” Li aliyekî eniya şerrxwaz, (Turkiye, Qatar, Axuyîn Muslîmîn (ku ji 1928 vir ve heye û ji 1979 ve xwedî piştgiriya Îranê ye), û Îran. Di dema şerrê hêzên Îslamî de di 2011 de dîsa Turkiye, Îran, û Qatar bi xurtî bûne alîkarê vê hêza Îslamî. Serokkomarê Turk Erdogan jî weke lîderekî ji aliyê van hêzên radîkalê Îslamî hate qebûlkirin. Wî jî teqsîr nekir û alîkariya vê hêza radîkal domand. YE, YDA û Rusya jî ev rastî didîtin. Lê kerr û lalbûna xwe tercîh kirin.
Li aliyê din Suudî Arabistan, Misir, Yekîtiya Emîratên Erebî, û Îsraîl serkê Misiriya eniya din dikin. Ev enî pêvajoyê xeterek mezin dibîne, siyaseta di çarçeweya aramî de dixwazin.
Bi taybetî şerrxwaziya dewleta Turk û hevalbendên wê li Rojhilata Navîn tesîra xwe dighînin gelek herêmên derdorê û dibe sedema tirseke mezin. Û mijar ne bes gaz, petrol, sûnnîbûn û şîîbûn dimîne, lê ji nuh ve xewn û xeyalên parvekirina hêz û hebûna wan herêmên berfereh e.
Ev tesîr xwe di nava saziya YE û NATO de jî xwe dide xuyakirin û rêvebirên Turk vê ji xwe re fersend dibînin. Loma ev destdirêjî û zimandirêjî.






