Zekî BERDRAN
Gelên Sûriyê di nava zehmetiyên mezin de jiyana xwedidomînin. Weke din derbarê paşroja xwe de jî pêşiya xwe nabînin. Halê hazir li navê ti çareserî xuya nakin. Rêveberiya Şamê hizrê wê li ser wî qasî ye ka wê çawa li ser piyan bimîne û rejimê weke berê bidomîne. Birêxistinkirina gel û sîstemeke demokratîk di rojeva Şamê de nîne. Çawa ku ev şerê malxerab nebûbe, bi sedhezaran nemiribin û bi milyonan koçber nebûbin. Bangewaziya wê ji gel re ev e: “Werin stûyê xwe xwar bikin û li ser desthilatradiya min neaxivin.
Sûriye di warê aborî de di rewşeke pir xerab de ye. Welat bûye sê parçe. Dagîrkerên Tirkan hêzeke mezin xistine welat. Herêmên dagîr kirîn çawa ku tevlî welatê xwe bike, bi rê ve dibe. Bi dehhezaran ji xelkê Sûriyê biçek kirine û ji bo xwe dide şerkirin. Mirov dikare bêje Sûriye bi destê sûriyeyiyan tê dagîrkirin. Tirk naxwazin leşkerên xwe bidin pêş û bên kuştin. Li şûna wan ji xelkê Sûriyê dide pêş û dide kuştin. Talan û destdirêjî jî di navê de wan tevlî her sûcê gemar û xerab dike.
Li pişt rêveberiya Şamê hêzên dixwazin li ser piyan bihêlin hene. Di serê wan de Rûsya û Îran in. Ji bo dagîrkirina Efrînê Tirkiye bi Rûsya re li hev hat. Ji bo dagîrkirina herêmên weke Serê Kaniyê jî bi Emerîka re hevkarî kir. Dema dikeve tengiyê NATO, Emerîka û Rûsya jî di navê de bi her hêzê re kar dike. Dagîrkerên Tirk ji valayî û nakokiyên li herêmê sûdê digire. Hêzên weke Emerîka û Rûsya jî li şûna ku pêşiya wê bigirin qadên tevgerê jê re vedikin.
Em van rastiyan û tiştên dibin li ser hev dinivîsin û dubare dikin. Lewre titên dibin hebûna gelan dixin xeterê. Başroja wan tarî dikin. Weke din çawa ku tê dîtin ji hêzên weke Emerîka û Rûsya jî çareseriyeke demokratîk dernakeve. Bi şûn ve ku li ser paşroja gelen bibin xwedîgotin dimîne û hêzê kom bikin. Ji bilî vê çareseriyeke mayînde nîne. Eger gelê Sûriyê zana nebe û xwe birêxistin neke wê bibe goriyê planên hêzên serdest. Gelê ku xwe birêxistin neke, sirf di aliye jimarê de dimîne, lê eger xwe birêxistin bike. Wê bibe hêz û îrade.
Îro gelên li rojhilat û bakurê Sûriyê birûxistinkirî ne. Bi saya vê rêxistinê bûn xwediyê hêzeke leşkeri. Erdê xwe ji hêzên tarî yên weke DAIŞê û El Nusra rizgar kirine. Digel vê rêveberiyên xweser û modela rêveberiya demokratîk ava kirine. Ji qada çand û pîşe heta qada aborî jiyana xwe birêxistin dikin. Jin bi awayekî biheybet tevlî jiyanê dibin û dixebitin ku pêşengiya dîrokê bikin. Gel li tenişta hev di nava aştiyê de çandeke nû diafirînin. Di siyasetê de dîn nakin çek û miliyetgiriyê nakin. Çavkaniyên Sûriyê pêşkêşî Sûriyeyiyan dikin. Ji bo desthilatdariyê şer nakin. Ji bo talankirina dewlemendiyê nakevin pêsîra hev. Derfetên wan çi bin li hev par dikin û ruhê hevbeşiyê bilind dikin.
Divê herêmên rêveberiya xweser bên xurtkirin û ji bo Sûriyê tevê lê xwedî derkevin. Paşroja Sûriyê bi modela navendeke pir xurt û despotik nayê rizgarkirin. Li holê tecrûbeya modela Baasê heye. İsrara di vê modele de wê bibe sedema şerên nû. Em bala xwe bidinê rêveberiya xweser dibêje ji bo diyaloga bi Şamê re û her rengê çareseriyê em amade ne. Dibêje evqas xwîn hat rijandin, bes e êdî, werin em di çarçoveyeke demokratîkde bigihin hev. Lê bersiva wê nayê dayîn. Ji bo destûreke nû li Cinêvê hevdîtinên nû dibin. Derdorên bi Tirkiyê ve girêdayî û nûnertiya gelên Sûriyê nakin ji bo van civînan tên vexwendin, lê rêveberiyên xweser nayên gazîkirin. Çawa ku tê dîtin hêzên weke Tirkiye, Rûsya û Emerîka derdekî wan yê demokrasiyê nîne. Eger gelê Sûriyê zana bibe, xwe birêxistin bike û di rêveberiyê de bandora wî hebe ma Tirk dikarin ciwanên Ereb bibin çola Libya beramberî çend dolaran bide şerkirin û kuştin?
Herêmên Sûriyê yên herî aram Efrîn û rojhilatê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagîrkirin. Bi serhezaran mirov neçarî koçberiyê bûn. Jiyana wan serûbin bû. Çi têkiliya vê bi yekîtiya Sûriyê, aştî û demokrasiyê ve heye? Weke din gefên dewleta Tirk yên dagîkeriyê ji holê ranebûne. Firserê bibîne wê êrişên nû bike û deverên din jî dagîr bike. Parastina sînorên Sûriyê Rûsya û rejimê girtin ser xwe. Lê ti kes nikare bêje wê Rûsya bi Tirkan re li hev neke û pêşiya dagîrkeriya wê veneke. Ev dewlet ji bo berjewendiyên xwe hebûna gelan diavêjin xeterê û planên bi dizî dikin. Mînakên wê pir in. Eger ne wisa bûya wê Sûriye niha ne di vî halî de bûya.
Divê gelên Sûriyê ji tiştên bûyîn dersan derxin, li ser bingehekî demokratîk xwe birêxistin bikin û di yekîtiyê de israr bikin. Divê li modela xweseriya demokratîk xwedî derkevin û ji bo tevayiya Sûriyê biparêzin. Eger gelek bixwaze azad be û bi awayekî demokratîk bê birêvebirin, neçar e xwe birêxistin bike û li ber xwe bide. Azadî û demokrasî ji derve ve nayê. Ti kes van nirxan bi xêra xwe nade mirovan.






