Idrîs HENAN
Her çendî yek ji rûyên aloziyan azar, êş û kirêtî be, rûyê dîtir jî pevçûna heqîqetê bi gendelî, destpotî û zilma desthilatdariyê re ye. Herdu rû jî bi rêbazên têkoşînên cuda cuda, hewl didin ku serwer bin. Ango; tevî armancên cuda jî têkoşîna herdu aliyan bi dirêjahiya zeman re domdar e. Kîjan aliyê ku bêtir xwe birêxistin kiribe, bi ser dikeve û vediguhere modelek birêvebirinê. Êdî her modelek çiqas navaroka rasteqîn a civakê diteyisîne, ew mijarek dîtir a gotinê ye. Ancax ew yek bi lêhûrbûna li ser rêbaz, fikir û zihniyetê pêkan û encamgir be.
Biçimên rêveberiyên xwecihî ku di cewher de domahîka heman sîstemên serwer ên rûyên destpot tu carî nikarin bi rastiya têkoşîna gelan re bibin yek. Fena hayberên biyanî di bedena civakê de têne çandin û bi demê re li şûna tendirustiyê, nexweşî û tevleheviyên zêde diafirînin. Li dûrî nirx û pîroziyên civakan xwe birêxistin dikin û li ser hîmen çewsandin, qezenc û desthilatdariyê serweriya xwe mezin û metîn dikin. Di oxira wê armancê de, ne tenê mirovê bi hiş, çi zindiyên dîtir jî hebin, ji pirreke xwegihandinê û koletiyekê wêdetir tu şansekî jiyanê jê re nîne.
Aloziya nûjen a Sûriyê û Rojhilata Navîn ku nêzî deh salan li dar e, têgihaştina me ji nakokî û têkoşîna herdu aliyan baş diteyisîne. Koletiya ku bi rêbazên qirker ên tunekirin û îmhayê bi maşîne û teknîka hatiye desteserkirin, hewl dide her hebûneke gelan a resen têk bibe. Li beramberî wan jî dîroka têkoşîna gelan a azadî, edalet û wekheviyê bi hemû enerjiya xwe li ber xwe dide. Ango li dijî tarîtî ronahî, li dijî dijminantî hevaltî, li dijî parçebûnê yekrêzî û li dijî koletiyê azadî li ber xwe didin. Ev dualîteya koletî-azadî têkoşîneke bi qasî kevnariya dîrokê xwedî dîrokeke kevnar e. Du xetên peralel ên jiyanê ne. Çendîn tarîtî dirêj be û çiqas rêyên azadiyê kaş û serberjor bin jî, rêyên ronahî û azadiyê misogertir in.
Kirîza li vî welatî carek din mirovan fêr dike ku kurtêlxwarî û hebandina ji neyar û dagirkeran re tu carî azadî û rûmeta mirov û civakan naparêze. Fena mirîşka ku hêkên xwe di selika biyaniyan de bike û weke seyên ku bi hewa de birewin lê hatiye.
Li dûrî nirxên civakbûyîna resen a avaker a ku bi sazî û dezgehên demokratîk xwe birêxistin kiriye, tenê oto-koletî ye. Bi hişekî rizyayî yê li dijî cins û nirxan, qebûlkirina amûrên asîmîlasyon û leşkertiya ji tarîtiyê re ye.
Bê guman qada Sûriyê yek ji saheyên ber bi çav ên vê kirêtiyê ye. Dema ku ewladên vî welatî li dijî nijad, hebûn û azadiya xwe veguherin amûrên dagirkeran ên pêkanînê, Eger ne nûkerî û xinizî be, çi ye gelo? Çawa mirov nikare tu wateyê bide kurtêlxwariya qetek xwefiroşên Sûriyeyî ku di oxira ecîndeyên faşîzmê de li her deverê di nav şer û pevçûnan de ne, em nikarin tu manê ji derveyî ajantiyê bidin kiryarên li Lîbya, Yemen, Ezerbîcan û Başûrê Kurdistanê. Li hemû deveran jî zihniyeta mazoşîst serwer e. Rêbaz û elementên di êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Idlib û tevahî xeta Bakur û Rojhilatî Sûriyê de heman rêbaz û elementên êrişan ên li ser Başûrê Kurdistanê û qadên parastina medya ne. Heman zihniyeta ku li Sûriyê û deverên dîtir ên dunyayê leşkertiyê ji dagirkeran re qebûl dike û veguheriye kerê bi mayînan barkirî, îroj li Başûrê Kurdistanê wî karî dike. Lê dîsa jî; çawa rûyê kirîzê yê heqîqetê li vir bi ser dikeve, li wir jî bi têkoşîneke hevpar a gelan bi ser dikeve. Tu şansekî kurtêlxwariyê nîne ku li dijîn nirxên gelan serkeftî be. Her çendî zilm û neyartî dirêj be jî, di dawiya dawîn de heqîqet bi hemû rûyên xwe bi ser dikeve.






