Medeni FERHO
Mirov, hem hişmedî ye, hem lêgerîn e.
Me ev gotin, ji felsefeya 3 baskên Epîkuros, ji babeta “etîk” bijartin.
Dabaşa me ya îro mirov e, di mirov de ahlak e, di felsefeya ahlakî de civak û desthilatdarî ne. Epîkuros, felsefeya ahlakî bingeha jiyanê dibîne û beriya 2400 salî, xemgîni û baxtewarıya mirov, li ser sê babetan rûnandiye: Xweda, mirin û destînî, yanî çarenûs…
Xweda, mirin û destînî, di serdema me de her kesî alkadar dikin. Şerekî cîhanî heye û navenda şer jî Kurdistan e. Di vî şerê ku bi navê Xwedê û olê tê kirin, hemû tixûbên ahlakî hatine kuştin. Rast e, şer û exlak tiştekî nabêjin hev. Dîse jî mirov hêviyan dike ku, mirovahiy aql-i selîm, mirovaniya xwedî etîk ji bo hinek nirxên hevpar, li dijî bi hovîtiyek ne “xulqetî” di şer dikin dengê xwe bilind bikin. Lê em dibînin ku zihniyete “kohne” serdest e û ew barbariyet encama zarokên, neslê ku îtîbara xwe winda kirine ne. Newî haramzade ne!..
Balkêş e, di şerê li Kurdistanê de, cîhan jî ketum e.
Piştî têkçûna Roma, navenda cîhanê kirin Ewropa û xwestin dilê mirovahiyê li paytexta Ewropa lêbide. Ewropa bû “kûlliye”, li Rojhilata Navîn” jî devr-î cahîliye” dest pê kir.
Bi saya bîrdoza Turk-î Îslam, “dewr-î cahîliye” veguiherî “dewrî sabik û sapik” û siyasetek aşûfteyî afirandin. Bi saya Erdogan jî, “dewrî sabik û sapik” dewam dike… Mixabin, di çend salên dawî de, beşek ji Kurdan jî tevlî “dewrî sabik û sapik” û siyaseta aşûfteyî bûne. Serdemek nû ya têkbirina hêviyê dane dest pê kirin. Ev jî “sendroma kuştina hêviyê”ye.
Em hinekî din vekin; 18 sal in, Xwedê dikine hevparê kuştinên xwe. Di destpêkê de Erdogan û F. Gulen, wek teyrên dubirak, Xwedê kuştin û li ser textê wî rûniştin, Teyrên dubirak, devrî sabik û sapikl, ’90, ‘91, ’92 dewr girtin û gihandin qonaxa ku bajarên Kurdistanê li erdê yeksan bikin.
Îro, yek ji teyrên dubirak F. Gulen cih daye gurê pîr D. Bahçelî.
Li dora teyrên dubirak, hin teyrên “sîsyankê keçel” û dehbeyên wek Kûrrebeş , Gornebaşan jî kom bûne. D. Perîmçek wek sisyankê keçel e û li ser her kelaşî xuya dike.
Em di çarçoveya mantiqê Epîkuros de nêzîk dibin û dibînin ku, di nava bêexlaqiyê de, Kurdistan kirine qesabxane, bêndera laşê mirovan, xwezayek kizîrî, jiyanek bê dûnde derdxistine holê.
Hêêzn bê exlak, li çar aliyên Kurdistanê pîkolê dikin; Pîkol, di ferhenga kurdî de, lîstika hespan e û di pîkola wan “etîk” nîne,
Slogana Turk-î îslam jî, vegera li eslê xwe “sêva sor” e. Armanca vê sloganê jî, parçekirina Kurdan e û di parçekirina Kurdan de, afirandina “sendroma bêhivîtiyê” ye. Sendormê bêhêvtiyê tofana civakan e û mixabin, PDKe li başûrê Kurdistanê ev kar daniye ser milên xwe!…
Tez Yek: Destpêkirina dema pratîka bûyerên qirêj, tê wateya ku “hizb” ji dîroka xwe û dîroka Kurdan bixeber in. Cehalet, bi wergerek “translation” û bi gotina Seneca; bê kîtabîç kor û ker û lalîtî ye…
Cehalet, mizgîniya têkçûnê ye û “hizb”ên Başûr, bi taybetî PDKe dixwaze gelê Başûrê Kurdistanê jî ker, kor û lal bike. Em hinekî din vekin: Partiyên siyasî dînamo ne, “batery”ên civakê ne; elektrîka gel kom dikin, dema pêwistî pê çêbû, wê enerjiyê di zemt kirina serdemê û pêşxistina civakê de bikartînin.
Mixabin PDKe, ji dînamo û batery’ya gelê Kurd zêdetir, bûye ya ya îdeolojiya Erdogan. Di mînaka referanduma Başûr de jî hate xuya kirin ku Erodgan û zewatên din yên Îttîhadî, ol, teror û berjewendî kirina “viagra” û PDKyî bê şserxweş kirina.
Hewqasi arzan nîne û nabe!… Întelijansiya Kurd ya Başûrê Kurdistanê dereng mabe jî, dengê xwe bilind dikin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji roja destpêkê di nava tevgerê de ne û pêşengiiya enerjiya civakî dikin. Gel jî rabûye ser piyan û li dijî barbariyetê radiweste.
Renşenbîriya Başûrê Kurdistanê xwedî tecrûbeyên dîrokî ne û di her serdemê de, rola “batery” rola, kulliye “enerjiya civakî” lîstine. Raperîna gel jî, her dem bûye sirr û razê veşartî yê gelê Başûrê Kurdistanê.
Tez 2: Statuko û destketiyên Başûrê Kurdistanê, berhemê gelê Başûr in. Para “batery”a “hizbên” Başûrê Kurdistanê di destketî û statukoya li herêmê de ji sedî 1-2 ye. Ev tezek ciddî ye û divê li ser werê rawestandin.
Li Kurdistanê bûyerên dîrokî çêdibin… Her bûyer xelekek ji dîroka gelê Kurd e û dîrok tê nivîsandin. Tiştên ku “hizbên” Başûrî dikin ne namtiqî ne û têkiliya wan bi dîroka gel re nîne; tiştên ku gelê Başûr dike mantiqî ne û têklîdarî dîroka nû ne.
Mantik jî têkilî ye û em pêşketinên li Kurdistanê, bi taybetî yên li Başûrê Kurdistanê, ku gel dike bi felsfeya Epîkuros “etîk” ve girêdidin. Mixabin “hizbên” Başûr, (çend hizban tenzîh dikim), ji etîk dûr in.
Bi fantaziyek ciddî em bêjin: Eger Epîkuros sax ba ne, rewşa li Başûrê Kurdistanê dîtiba ne, ewî wek serdema antîk, ku mirov li ser kêşiya êzingan dihatin şewitandin, daran kom bike li ser hev bike kêşî û li navenda Hewlêrê xwe bişewîtîne..
Slogana Epîkures jî wî bibe; “ambargoya li ser Mexmurê bê exlakî ye! Û bêje, hevkariya bi dewleta Tirk re dubl bê exlakî ye! Û Bêja, ne qebûlkirina statuya Şingalê dubl’teyn bê exlakî ye! U bêje, ji dewleta Tirk û dagirkeriyê bêhtir, sucdarkirina PKKê dubl dubl’teyn bê exlakî ye!
Bi zimanekî şikestî yê Kurdî û bang bike; Wê cilik dibin xwe de, dibin gelê Kurd de jî ne hiştiye. Erdogan bûye parsekê medîne, hun jî bûn parsekê devê deriyê Erdogan!..






