Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Destdirêjî plansaziya şerê taybet e

31/08/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê sibatê li dijî bîr û vîna Kurd e
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Şahîn

Bi sedan sale Kurdistan di bin mêtîngeriya desthilatdariyên tirk, fars û ereb ên fasîst de bi siyaseta tinekirinê re rûbirûye. Talan û wêrankirina erdnîgariya Kurdistanê, êrişên li dijî nirx, rûmet, çand û zimanê civaka kurd di çarcoveya plansaziya şerê teybet bênavber berdewam kirin û dikin.

Di sed sala dawîn de ya ku bi awayeke herî dijwar ji siyaseta tinekirina civaka kurd re pêşengî kir û dike komara tirk bû. Komara tirk siyaseta hebûna xwe li ser tinekirina civaka kurd û Kurdistanê ava kir û ji sala 1923’an vir ve yekane armanca dewleta tirk tinekirina civaka kurd û Kurdistanê ye. Rayedarên dewleta tirk hebûna Kurd û Kurdistanê ji bo hebûna xwe xeternak dibînin.

Tinekirina civakekê bi tinekirina nirx, rûmet û pîvanên wê civakê pêkane. Lewre civaka kurd bi hemû nirx û rûmetên xwe yên civakî yên ku hebûna wê diparêzên di armanca dewleta tirk de ne. Ji karmendê her jêr bigrin hetanî yê herî jor, ji leşkerê herî jêr bigrin heta generalê herî jor bi wê hişmendiyê tên dagirtin û berê wan didin Kurdistanê.

Polîs, leşker û karmendên dewleta tirk yên ku tên Kurdistanê bi hişmendiya mêtîngeriyê tên Kurdistanê. Erdnîgariya Kurdistanê weke erdnîgariya xwe, civaka kurd jî weke civaka xwe nabînin. Qirkirina fizîkî jî di navde pêkanîna hemû cureyên êrişên li ser civaka kurd, li ser nirx û rûmetên civaka kurd, li ser çand, ziman û nasnameya civaka kurd ji bo xwe rewa dibînin. Dizanin ku heta niha tu kes ji ber wan sûcan nehatiye cezakirin û dê ew jî neyên cezakirin.

Bûyerên revandina jin û zarokên Kurd, destavêtin û destdirêjiyên li ser wan, zextên xwekuştinê, kuştin û xwekuştinên jinan ên biguman ku di salên dawîn de li bakurê Kurdistanê zêde bûne encamên wê plansaziyê ne. Encamên êrişên qirkirinê ne. Di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet de bi zanebûn û bi awayeke plankirî bi destê dewletê pêk tên.

Çawîşê pispor yê ku herî dawî li Êlihê bû sedema mirina keçikeke 18 salî ya bi navê Îpek Er bi gotinên xwe yên ku ji keçikê re gotibû, “Tu serî li kuderê bidî tuyê encam negirî, tu kes nikare ji min hesap bipirse, min berê jî kiribû, ez bi tecrube me, tiştek bi min nabe” hişmendiya dewletê ya ku em qal dikin deşîfre dike. Bi wan gotinên xwe bi awayeke eşkere nîşan dide ku dest dirêjiyên ku li Kurdistanê li dijî jin û zarokên kurdan pêk tên di çarçoveya plansaziya şerê taybet de, di bin çavdêriya dewletê de pêk tên.

Piştî desteserkirin û destdirêjiya 20 rojan keçika kurd ji bo gilî kirinê serî li dozgeriyê dide. Serî lêdana wê ji hêla dozgeriya pergalê dewleta tirk ve li berçav nayê girtin û biryara girtina çawîşê pispor nayê dayin. Piştî mirina keçikê di encama bilind bûna bertekên civakê de dozger ji neçariyê biryara girtina wî dide. Lê biryara girtina çawîşê pispor dibe sedema nerazîbûna wezîrê karên hundirîn. Li gel serî lêdan û gilî kirina keçikê û nameya wê ya ku bi destê xwe nivîsiye û li gel rapora tipa edlî ku hemû yek bi yek sûcdariya şawişê pispor pesend dikin piştî heft rojan dadgehê biryara berdana çawîsê pispor da û ew ji zîndanê derxist. Wezîr û dadgehê bi vî pratîka xwe gotinên çawîşê pispor piştrast kirin. ‘Kesî jê hesap nepirsî û tiştek bi wî nebû’. Heke dozger serî lêdana keçikê li ber çav bigirta û keçikê bidîta ji çawîşê pispor hesabê destdirêjiyê tê pirsîn belkî dawî li jiyana xwe neaniya û îro bijiya.

Wezîrê ku çend meh berê gotibû “PKK rêxistineke jinê ye” û “Em ne tenê li dijî terorîstan her wiha li dijî terorîzma çandî jî têdikoşin” Weke her carî ser navê pergalê dewletê li çawişê pisporê ku bi destdirêjiya xwe bûbû sedema mirina keçikeke kurd xwedî derket û nehişt bêçezakirin.

Li gel parastina çawîşê xwe yê tecawizkar ji bo nixumandina plan û hesabên xwe yên kirêt biryara veşartinê danîn ser dozê û destûr nedan tu kesek li cenazeya Îpek Er xwedî derbikeve. Di nivê şevê de tenê bi tevilbûna malbatê hat definkirin. Weke her carî, qatil û tecawizkar ji hêla pergala dewletê ve hate parastin, lê mexdûr û qurbanî ji ber ku kurd bû wekî sûcdar hate nîşandan. Bi serde li kurdan gef hatin xwarin ku çima bûyerê tînin rojevê. Ev geşedan hemû jî nîşan didin ku qatilê Îpek Er ne çawisê pispor e, bi dozger û dagehê xwe ve, bi wezîr û pergalê xwe dewleta tirk bixwe ye.

Tevgera Azadiya Kurd li dijî vî hişmendiya faşîst a qirker û talanker di salên 1970’yan de weke bersîvek derketibû holê û bi berxwedana xweya 40 salên dawîn nehişt plansaziya dewleta tirk a tinekirinê biserketî bi encam bibe. Dost û dijmin hemû dizanin ku di berxwedana Tevgera Azadiyê ya 40 salên dawîn de rol û rista jina kurd gelek bilind û girîng e.

Lewre hedef girtina jina kurd netesadufiye. Jina kurd a ku wan dixwest di şexsê wê de civaka kurd tine bikin, bi sekna xwe, bi vîna xwe, bi berxwedana xwe, bi têkoşîna xwe hemû hesabên wanên kirêt vala derxistin. Jina kurd, li dijî siyaseta wana qirker û tinekirinê nirx û rûmetên civaka kurd parastin û derbasê qirna nû kirin û dikin. Bi destpêkirina Tevgera Azadiyê re, di 40 salên dawîn de jina kurd ji berxwedana civaka kurd re pêşengî kiriye û darbeyên mezin li siyaseta dewleta tirk a qirker xistiye û dixin. Li Heftanînê bi dirûşemya xwe ya ‘Ev der Heftanîne …’ bûye kabûsa dagirkeriya dewleta tirk. Jina kurd li dijî hişmendiya wan a gemarî û kevneperest a ku vîna jinê bin pê dike li berxwe dide û rûpoşa wan xistiye xwarê. Jina kurd bi lêhengiya xwe ya di şerê dijî çeteyên DAIŞ’a hov a hevalbendên wan de deng vedaye û bûye çavkaniya sûdwergirtina hemû jinên cîhanê.

Dewleta tirk dizane ku jina kurd hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û azadiya hemû jinên cîhanê ye. Heta berxwedana jina kurd neşikê berxwedana Tevgera Azadiyê û berxwedana jinên Tirkiyeyê naşikê û teslîm nayên girtin. Lewre ji bo şikandina berxwedana jina kurd kiryarên şerê taybet ên xweser xistine meriyetê. Dewleta tirk bi serdegirtina saziyên jinên Kurd û bi qirkirinên siyasî hewldide jina kurd ji qada siyaseta demokratîk dûr bixîne. Dixwaze destketiyên jina kurd ên 40 salên dawîn tine bike û Tevgera Azadiya Kurd ji pêşengiya xwe ya jinê bêpar bihêle. Armanca wan ewe ku di şexsê jina kurd de Berxwedana Azadiyê ya 40 salên dawîn tefsiye bikin. Xwevekişandina ji Peymana Stenbolê jî parçeyeke vê plansaziyê ye.

Diyare ku dê di çarçoveya plansaziya şerê taybet de êrîşên dewleta tirk ên li dijî jina kurd bi awayeke dijwar û hovane berdewam bikin. Hewceye li çar parçeyên Kurdistanê di serî de jina kurd û hemû beşên civakê hişyar û biberpirsiyariyeke gelek cidî tevbigerin. Hewceye neyêjibîrkirin ku ji dagirkeran tu caran başî çênabe û ew ji bo başiya me ne li welatê me ne. Polîs û leşkerê baş tine ye. Hemû hêzên dagirker û mêtînger in. Di çarçoveya şerê taybet de tên Kurdistanê û bi wê hişmendiya xwe ya kirêt tevdigerin. Bi hişmendiya tinekirina çanda me, nasnameya me, nrix û rûmetên me, bi kurtahî bi hişmendiya tinekirina hebûna me tevdigerin. Lewre di êrişên xwe de tu pîvan û exlaq nasnakin.

Li dijî van êrîşên qirker ên şerê taybet, ku armanca wan şikandina vîna jina kurd û berxwedana Tevgera Azadiya Kurd e hewceye di serî de jina kurd û hemû gelê kurd bi awayeke polîtîk û birêxistînî tevbigere û xweparastina xwe ya ceweherî xurt bike. Bêguman xweparastina cewherî tenê bi çekdariyê û şerê fizikî nabe. Xweparastina cewherî ya herî xurt bi bîr û zanebûneke xurt, bi vîn û baweriyeke xurt, bi hişmendiyeke kurdewar û bîreweriyeke xurt pêkan e. Em her malbateke kurd divê zarokên xwe bi rastiya dewleta tirk a dagirker û mêtînger perwerde bikin,  hişmendiya wê ya faşîst û qirker bi wan bidin fêmkirin ku karibin li dijî hemû cureyên êrîşên şerê taybet xwe biparêzîn û polîtîkayên wanên kirêt pûç bikin.

Heceye neyêjibîrkirin ku, ‘jin, jiyan û azadiye’. Jin tine be, jiyan jî tine ye, azadî jî tine ye.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.