Faruk Sakik
Di dawiya salên 50’yî de, ciwanên kurd li Tirkiyê bi rêxistin dibûn. Dr. Şivan, rizgariya Kurdistanê bi tenê di têkoşîna şerê çekdarî de didît. Bawerî bi şerê gerîllatiyê anîbû. Li bakurê Kurdistanê ji aliyê Faîk Bucak ve TKDP hat avakirin. Piştî demek Faîk Bûcak ji aliyê kontrayên dewleta Tirk ve şehîd ket û di dewsa wî de Saît Elçî bû sekreterê giştî yê vê partiyê.
Saît Kirmizitoprak dixwest şerê çekdarî bide destpêkirin û ji bo vê yekê cîhê herî staratejîk Başûrê Kurdistanê bû. Ew hin hevalên ku bi ramanên wî bawerî tînin berê xwedan Başûr û derbasî cem Mele Mustefa Barzanî bûn. Li herêma Behdînan cîhê kampek dane wan. Li vê derê di warê leşkerî, îdeolojîk û çandî de perwerde dibûn.
Di demek wiha de di 11’ê Adara 1970’yan de di navbera Mele Mistefa Barzanî û rejima Baas de peymanek hat îmzekirin û mafê otonamiyê dane kurdan. Her tişt di vê pêvajoyê de dest pê kir. Barzanî bi dewleta Tirkiyê re ketibû nav danûsandinan. Peyam ji serokomar û serokwezirê demê re dişand û soz dida ku wê destûr nede ku li ser sînor ewlekariya Tirkiyê were tehdîtkirin.
Bi rêxistinbûna Dr.Şivan, hem dewleta Tirk û di heman demê de Mustefa Barzanî jî aciz dikir. Nedixwest rêxistinek ku li bakurê Kurdistanê şerê gerîlatiyê bike. Zext dida ser Dr. Şivan ku kampa xwe bigire û herêmê terk bike. Dema ku Dr. Şivan di mayinê de israr kir, pêşmergeyan êrîş kirin. Gelek endamê TKDP hatin girtin û wan birin li di avahiyek de zîndan kirin.
Di 12’ê Adara 1971’an de li Tirkiyê darbeyek leşkerî pêk hat. Di demek wiha de serokê partiya TKDP Saît Elçî jî li ser rojava de derbasî Zaxo bû. Piştî demek hat kuştin. Di kuştina Saît Elçî de Dr.Şivan berpirsyar hat dîtin. Piştî darizandinek formalîte û bi belgeyen sexte biryara îdamê danê. Îdam nekirin lê birin li deverek Dr. Şivan û 2 hevalên wî gulebaran kirin.
Sal û dem derbasbûn. Çi bû?
Di salvegera qetilkirina Dr. Şivan di şeva ku 26’ê Mijdarê girêdide 27’ê Mijdarê PKK ji bo Dr. Şivan û ramanên wî yên “Kurdistan encex bi şerê gerîllatiyê rizgar dibe”, li gundê Fîsê partibûna xwe destnîşan kir.
Çi bû?
Li cîhê kampa Dr. Şivan ku kamp avakiribû îroj kampên PKK’ê hene. Gerîlayên kurdan îroj li vê derê perwerdeya ku 50 sal berê nîvco mayî, dixwazin temam bikin. PDK, 50 sal berê ji Dr. Şivan re digotin li dijî Tirkiyê şer neke an jî ji herêma me derkevin, îro jî ji PKKê re heman gotin têgotin.
Çi bû?
Di sala 2020’an de PDK wek 50 sal berê bi îstixbarata Tirkiyê re tiştê ku anî serê herdu Saîdan, îroj dixwaze li ser PKK dubere bike. Îroj di encama îstixbarata PDK gelek pêşengê PKK’ê hatin qetilkirin.
Çi bû?
PDK çawa di sala 1970’yan de otonomî bi dest xistibû û ev deskeftiyê xwe li ser hemû destkeftiyên kurdan didît, di roja me de jî li Başûr xwedî federasyon e û dîsa bi dewleta Tirk re fîlmê 50 sal berê dileyize.
Çi bû?
Çawa ji bo îdama Dr.Şivan bidin seknandin kampanya îmzeyan hat destpêkirin û ji Mele Mistefa Barzanî hat xwestin Dr,Şivan neyê îdamkirin, îro jî ji aliyê rewşenbîr, hunermend, siyasetmedaran ve ji bo destûr nede dagirkeriya dewleta Tirk kampanya hatin destpêkirin. PDK’ê bersiva ji bo îdama Dr. Şivan dabû îroj dubare kir.
Çi bû?
PKK ji dîrokê dersên mezin girtibû. PKK ew fîlmê 50 sal berê baş temaşe kiribû û dizanibû sal û dem derbas bibin jî, di PDK’ê de guhertin çênabin. Tedbîr girt.
Çi bû?
Dr. Şivan û hevalên xwe bi PDK’ê bawerî anîbûn. Wan texmîn nedikir PDK di nav evqas leyîzk û xiyanetan de be. Lê PKK xwedî ezmûnek bû. PKK Li ser vê yekê bi bawerî û berxwedanek mezin îroj li Heftanîn bersiv dide xiyanet û hewldanên dagirkeriyê.






