Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Destdirêjî û zimandirêjiya rêveberên dewleta Turk (1)

31/08/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ez Kurd im, Kurdî dixwazim
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M. FERHO

Ev demek e ku dewleta Turk destdirêjiyê di bin sîwana gerra petrol û gazê de li hember Yewnanîstan dike. Mijar herêmên derdorê girava Kastellorizo di Deryaya Sipî de ku dikeve nava ava Yewnanê ye. Ev cî, ev derdor ji aliyê rêvebirên Turkiyê tacîz dibe.
Ji sedemên cuda, rêvebirên dewleta Turk di ciyê xwe de rehet rûnanin. Ji bo kursiyê xwe saxlem di bin xwe de bihêlin pirsgirêk li ser pirsgirêkan derdixin. Bi wî awayî berê çav û guhên xelkê xwe di bin navê “xeterên di hember hebûna dewleta Turk” de didin aliyekî din. “Pirsgirêkên nuh” ku ew bi xwe diafirînin, dikin rojeva xelkê xwe.
Ev sed sal e dîn dijminê hebûna Kurda ye. Bêşek mezin îşgal kiriye. Dijminahiya beşên din dike.
Ev çil sal e Tevgera Azadiya Kurdistan li Bakur, paşê statuya Başûr ku îro pê re “dostaniyê” dike di rojeva hikûmetên cuda de bû. Ji 2014 û vir de jî alternatîva sîstema Rojava jê re bûye êş û kul. Loma jî bi pirraniya komên çeteyên terorîstên Îslama radîkal re hevkarî û piştgiriyê dike. Tev wan êrîşan dibe ser vê sîstema nuh ku hêviyên mezin dide gelên cuda yên herêmên Rojhilat.
Ji salên şêstî ve beşek ji Kibris îşgal kiriye.
Lê bi vê bes nake. Ji ber ku ew pirsgirêkan li derva neafirîne, nikare jiyana îqtîdara xwe dirêj bike. Loma ew:
Bi hêzên terorîst re di destpêka 2018 de hêrîş bir ser Efrînê û ew îşgal kir. Hetan niha jî mil bi mil, dest di dest de bi hêzên terorîst re li Efrînê ye. Rojane hêrîşên herêmên din li Rojava dike.
Ji bîst wargehên leşkerî zêdetir li Başûrê Kurdistan e.
Leşkerê xwe şande Libya û hê jî li wir bi cî ne.
Ev demek e leşkerê xwe li Azerbeycan û Qatar jî bi cî kirye.
Heta niha ev destdirêjê jê re qedeha ye. Xelkê xwe jî kerr û kor kiriye. Loma destdirêjiyên nuh, rojane di zeryaya spî de li nava herêmên Yewnaniyan da destpêkirin.
Yewnan bi van kiryarên qirêj ne xweş in. Çendîn car e dewleta Turk aghdar dike. Lê rayedarên Turk guhê xwe nadin van agahdariyan û destdirêjiên xwe didome. Loma çend keştiyên xwe yên şerr şandin derdorê girava Kastellorizo. Dewleta Turk jî hêzên xwe yên şerr şandin wê herêmê. Bi ser de jî bê minet e. Erdogan jî hê zêdetir diaxive û dibêje ev girav yên Turkiyê ne. Xwedîgiravî “ev girav 10 km ji sînorên Turkiyê, 580 km jî ji Yewnanistan dûr e. Bi her awayî ev herêm, bi giravê re dibe malê Turkiyê”.
Dewleta Turk û rayedarên wê naxwazin bînin bîra xwe ku bi peymana Lozan (1923) sînor pirr zelal hatibûn pejirandin. Zimandirêjiyan dikin û dixwazin çend giravên nêzî Turkiyê dîsa bikin male xwe. Bêrê niha jî çend caran li ser çend giravên piçûk ev qirêjî kiribû lê pozê dewleta Turk hatibû firkandin.
Ji dewletên YE heta niha Fransa û Îtalya ev siyaseta dewleta Turk bi xwe ne xweş kirine. Bi awayekî heşkere piştgiriya Yewnanîstan dikin. Lê pirraniya dewletên YE hê bêdeng in û ev jî zimandirêjiya rayedarên dewleta Turk dirêjtir dike.
Ji aliyê Rusya ve jî siyaseta bikaranîna vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe yên startejîk dixuye.
Di rojên pêş me de ewê rewş zelaltir bibe.
Eger kiryarên leşkerî, di temamiya herêmên ku destdirêjî û zimandirêjî kirine, di hember vê dewlet û rêvebirên krimînal de pêk neyên alozî hê zêdtir û kûrtir dibin. Eger tirseke xurt nekevê dilê wan ewê mîna gurên har hêrîşên xwe bidomînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.