Ahmet AKTAŞ
Di vê heyvê de Trump, pir bi lezgînî kete nava tevgerê. Ji alîkî ve Mistefa Kazimî kişand Washingtonê, ji aliyê din ve J.Jeffrey şand ji bo pirsgrêken Suriyeyê.
Li ser ger û hevdîtinên Kazimî, cîgirên Wezîrê derve Jooy Hood û David Koplay dibêjin; bila ji bo çareserkirina pirsgrêkên Şingalê û herêmên heman pirsgrêkên lê hene, rêveberênTirkeye-Bexdu-Hewlêr bi hevre karekî hevpar bidin meşandin. Bila ji Şingalê tevle PKK’ê hemû komên çekdar ên ne nîzamî derkevin, li Şingalê bila rêveberiyek sivil were avakırın.
Nûnerê Trûmp J.Jeffrey jî, di heman rojan de bi bazdan di navbêna Cenev û Stenbol û Rojava de diçetê. Li goreyî gotina wî li Swîsrê bi komîteye makezagona Suriyeyê re, li Tirkiyeyê jî bi opozisyona Sûriyeyê re rûniştiye û “talimatên Trump” gihandiye wan. Hinek ji wan her du kabirayên cîgir bilindtir, gotinên qelew û ji xwe razî dibêje.
Li goreyî Jeffrey, karê komiteya Cenev di nêzîk de temam dibe û divê li ser maseya lihevhatinê(sifra bazarê) Tirkiye jî hebe. Lê zêde dike û dibêje êdî lazime Beşar jî were beşdarî ser masê bibe û van daxwaziyan qebûl bike û hwd.
Tiştê balkêş ev e ku êdî nabêjin; em ê rejîma Beşar birûxînin, berovajî, bila ew jî were hevdîtinan! Li vira gotin û kirinên Kazimî û Jeffrey bi hev re di goncin. Ji ber ku Kazimî çawa gihişt Bexdayê, hema wi jî weke Jeffrey bi lezgînî, di bin seroktiya Feyyadê Heşdi Şabî heyetek şand Şamê û Beşar dawetî hevkariyê kir.
Li ser vê trafika siyasî-diplomasî ya vê mehê ya Trump, di çapemeniyê de gelek şîrove hene. Weke mînak tê gotin “ma gelo Trump li ber çûyînê hema dixwaze gavek wisa balkêş bavêje û dibe ku di hilbijartinê de jê sûd bigre? An jî dewleta kûr a DYE, dixwaze vê gavê bi wî bide avêtin, eger qezenc hebe pirsgrêk nîne, lê zerar hebe, ew ê Trump bikin bizina nanê şivanxwarî!
Her armancên wan çi dibe ew li alîkî, belê ya ji aliyê me Kurdan ve, divê em çawa şîrove bikin û bersîvên me ew ê çibe?
Berî her tiştî ev siyaset û ev hilwest li dijî maf û têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê ye. Ev yekser layengeriya neyarê kurdan a dewleta R.Erdogan e. Her wiha hilwesta PDK-Rêveberiya Başûr tê zanîn û jixwe wan kabiran jî careke din didin nîşandan. Ew hewldanên ENKS’ê jî şaxekî vê projê ye.
Êdî dimîne parti, sazî û gelê kurdê niştimanperwer û dostên wan ên cîhanî. Bêgûman divê li himber vê siyaset û projeyên qirêj, ev kes û saziyên mijara gotinêne hevalbendî û piştgriya heyî hîn xurtir bikin. Bi ruhekî berxwedêr, bi moral û derûniyek mezin û bilintir hemû destkeftî û bi taybetî Rojava were parastin.
Weke her car tê gotin; her mezinbûna êrîşkariya wan, ji lawaztirbûna wan tê. Û her ew ê têkbiçin!






