Zekî BERDRAN
Diyar e ku li Rojhilata Navî şoreş û guhertin ne hêsan e. Tevgerên gel jî ku 2010an ku jê re gotin Bihara Ereban dest pê kirin nikarîn guhertina dihat xwestin biafirînin. Hat dîtin ku kevir ji ciyê xwe lepitîne û hêzên civakî ketine tevgerê. Digel wê guhertina ku gel bi hesreta wê ne û guherînên demokratîk lewaz man. Li Misrê tevgerên weke Ixwanan bûn desthilat. Lê wan jî reformên demokratîk dananîn pêşiya xwe. Ji ber wê artêşê derbe kir û dest danî ser desthilatdariyê. Ji ber ku Ixwanî bixetertir dîtin, hêzên Rojavayî jî piştgirê dan artêşê. Di dawiyê de yê bi ser ketî ne gelê Misrê û demokrasî bû. Libyaya Qedafî îro tert û belav e û şerekî giran tê de ye. Sûriye di nava dojehê de ye. Welat bûye sê parçe. Hêzên dinyayê tev tê de ne. Şerê navxweyî nasekine. Lewre Şam jî weke Tirkiyê derdekî wê yê demokrasiyê nîne. Hêzên weke Emerîka û Rûsya jî derde wan ne Sûriyekedemokratîk e. Tev jî li dû berjewendiyên xwe ne.
Li Sûriyê li bakur û rojhilatê welat tenê alternatîfeke demokratîk derket. Ev herêm ji çeteyên weke DAIŞ û El Nusra hatin rizgarkirin. Van herêman bi çeteyên Tirkan re, ne bi rejima Sûriyê re hereket kir. Modela bijartîn xwespartina gel bû. Di heman demê de li Seranserê Rojhilata Navî ev bû modeleke nû bû. Ji bo Sûriyê û Rojhilata Navî rêveberiyên xweser bûn hêvî û riya çareseriyê.
Projeya rêveberiyên xweser ne dewlet yan saziyên weke dewletê bû. Projeya wan sîstema meclis û komînan bû. Meclis û komîn bi hilbijartinê diyar dibin. Ev model destûrê nade ku desthilatên nû bên avakirin. Rêveberiyên xweser ji tevayiya welatiyan re vekirî ne. Dînê wan, baweriya wan, çand û zayenda wan çi dibe bila bibe her kes weke hev e.
Modela rêveberiya xweser ji bo Sûriyê tevê modela herî baş e. Xwe naspêre Islama siyasî û miliyetgiriyê. Xwe dispêre azadî û demokrasiye. Ji bo wê modeleke wisa ye ku her kesî dihewîne, himbêz dike û dikeyek. Gel çand, bawerî û hebûna xwe diparêzin. Dijminayiya ti kesî nayê kirin. Kî bixwaze dikare xwe birêxistin bike. Dikare bi awayekî azad tevlî hilbijartinê bibe. Bi taybetî kesên xizan û kedkar yên li derveyî rêveberî û siyasete mayîn dikarin di komîn û meclisan de bibin xwedîbandor. Derfet heye ku gel derbarê xwe de biryarê bide û xwe bi rê ve bibe. Modeleke rêveberiyê ji vê baştir heye?
Rêveberiya Şamê ango Bastiya tê zanîn xwe dispêre yek partiyê û rêveberiyeke otorîter e. Sûriyeke istixbaratê ya xwe dispêre zora dewletê, gel nikariya nefesê bistîne, bertîl, kurtêlxwerî, zordestî û işkence hatibû normalkirin hatibû afirandin. Hîç destûr nedihat dayîn saziyên demokratîk derkevin holê û civaka sîvîl xwe birêxistin bike. Ti kesî nikariya rejimê rexne bike. Kesê bikira dawiya wî yan, mirin, yan işkence, yan zindan yan reva ji welêt bû. Niha jî wisa ye. Di binê rêveberiya vê rejimê de Sûriye ket şer û wêran bû. Li Şamê yan li herêmên di binê desthilatiya rejimê de kî dikare rêveberiyê rexne bike? Di wêranbûna welat te ma hîç berpirsiyariya hikumetê nîne? Lê ti kes nikare devê xwe veke tiştekî bêje.
Şam bi taybetî Erebtiyê, ango miliyetgiriya Ereb bi kar tîne û dixebite geş bike. Lê bi milyonan Ereb û ji gelên din mexdûr û koçber in. Qismek di destê dewleta Tirk a faşîst de bûne lîstik û leşkerên bipere. Şam paşrojeke demokratîk hevgirtî ku gelên Sûriyê tevan himbêz bike, nikare bîne. Çawa ku li deverên weke Dêrezorê hat dîtin gel li hemberî rêveberiyên xweser geş û gur dike. Dibêje werin stûyê xwe ji Şamê re bitewînin. Ev gel berê bi Şamê ve girêdayî bûn. Çima niha Şamê naxwazin? Çawa ku tişteke wisa nebe, dibêje werin bikevin binê desthilatdariya me.
Hêzên serdest tev wisa ne. Siyaseteke ku gelan bêhafîze bihêlin, rastiyê berûvajî bikin dimeşînin. Rêveberiya Şamê ji bo gelên Sûriyê paşrojeke azad û demokratîk nayne. Projeyeke wê ya wisa nîne. Derdê wê tev ew e ku gel bixe binê kontrola xwe, bike leşker û bide şerkirin. Divê azadî û demokrasi bi hêviya wijdana serdestan ve nemîne. Kesên bixwazin di sîstemeke azad û demokratîk de bijîn, pêwîstiya wan bi zanebûn û xwebirêxistinkirinê heye. Rêxistinên pîşeyî, sendika, komele, komîn û meclis, di rêxistinên jinan de gel neçar e xwe birêxistin bike. Demokrasî, li ciyê xwe bispêre civaka birêxistinkirî xurt dibe û hebûna xwe didomîne.






