Sîpan Şînda
Mirov di nava civakê de bi gelek awayan heye. Heyîna fîzîkî tiştekî berbiçav e û hebûna mirovî ya di nava civakê de bi awayekî girber diyar diyar dike. Lê belê ya rast, heyîn û neyîna mirovî ya di nava civakê de girêdayî kesayetiyê ye. Kesayetî ji tiştek welê ye ku cihê mirovî di nava civakê de diyar dike. Ango kesayetiya mirovî, rêz û risma mirovî, çîn, qedr û qîmet, têkilî, girêdan, peywendiyên mirovî û hwd diyar dike. Ev ji di eslê xwe de girêdayî baweriyê ye. Bawerî, ew tişte ku ya cihê mirovî bi awayekî rast û dirist di nava civakê de diyar dike ye. Bawerî ji kû tê? Bawerî çawe çêdibe? Mirov çawe baweriyê dide hev? Bawerî ji çima û ji çi re lazim e? Berî her tiştî bawerî, peymana kesan him ya wan bi xwe re û him jî ya bi civakê re ye. Bawerî, pira di nava kes û civakê de ye. Têkiliyên bi kesan re têne danîn, li gorî baweriyê domdirêj dibin, mezin û xurt dibin yan ji zeîf û domkurt dibin. Bingehê baweriyê, hêj di zarokatiyê de tê danîn. Dema zarok ji aliyê dê û babê wan ve têne perwerdekirin, ew di heman demê de bingehê temenê wan yê pêşerojê ji datînin û şiklê têkiliyên wan yên bi derdor û civakê re li gorî vê perwerdehiya wan diyar dibe. Dema baliqbûnê ji bû kesayetiya mirovî gelekî girîng e û bi pirranî ji mirov di van du-sê salên sîpeya xwe de di nava şerekî de ye. Ew kesên ku di vê pirê re bi serkeftî derbas dibin, pêşeroja wan ji bi awayekî serkeftîtir e. Dema mirov di nava civakê de bixwaze têkiliyê bi hinan re dane, di serî de divê mirov baweriyê bide hevdu. Heke mirov baweriyê li hevdu neyne, wê mirov nekaribe di têkiliya xwe de ji bi serkeftî be. Bêbawerî, her tim şikestin e û ji hev pijiqîn e. Çi di jiyana kar de be, çi di têkiliyên bazirganiyê de be, çi di hevaltî û cîranetiyê de be, çi di maligîtiyê de be, dema bawerî nebe, têkilî ji qels e, dilsarî heye ne dilgermî, nexweşî heye ne xweşî, dilêşî heye ne dilevînî. Bawerî çawe tê çêkirin? Divê mirov di serî de ji xwe bawer be, bi xwe re zelal û dirist be, xwediyê soza xwe be û bi heval û hogir, dost û cîranan re dilsoz û dilyar be û girêdayî qewlê xwe be. Heke mirov ji xwe bawer be, wê mirov bikaribe ji kesên din jî bawer bike. Lê belê hinga mirov ji xwe ne bawer be, mirov nikare baweriyê li kesên din ji bîne.
Dema mirov bixwaze tiştekî bike, mirov di serî de baweriyê li xwe tîne, heta ku mirov dest bi wî karî dike. Heke mirov ji xwe ne bawer be, wê mirov nekare baweriyê bide xelkê ji. Extûbara kesan ya di nava civakê de, girêdayî baweriyê ye. Heke hinekan baweriyek baş dabe derdora xwe, extûbara wan kesan ji di nava civakê de zêde ye û ew bi qedr û qîmet in; lê heke bawerî nedabin qîma kesî ji bi wan nayê, wê demê çi extûbara wan ji di nava civakê de nîne. Ji ber wê, divê mirov bi salan kedê bide heta ku mirov bikaribe baweriyê bide civakê. Bawerî, têkiliyên civakê xurt dike, mirovan nêzîkî hev dike û siberojê ronî dike.






